KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 6. Kitêbeke ji bo hemû însanan

      Di tarîxê de, Kitêba Pîroz kitêba herî zêde tercûmekirî û belavkirî ye. Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima Xwedê dixwaze ku Kitêba Pîroz bi gelek zimanan bê tercûmekirin û belavkirin?

      • Çima kêfa te ji Kitêba Pîroz re tê?

      Însanên ji gelek kok û miletan Kitêba Pîroz bi zimanê xwe dixwînin.

      Nêzîkî ji

      %100

      ê nifûsa dinyayê

      dikare Kitêba Pîroz bi zimanê xwe bi dest bixe

      Bi zêdetirî

      3.000

      zimanan heye,

      bi temamî yan jî bi qismî

      5.000.000.000

      nisxeyên Kitêba Pîroz hatine çêkirin,

      yanî Kitêba Pîroz ji her kitêbeke din zêdetir hatiye çapkirin

  • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 3. Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Jixwe Yehowa ji însanan hez dike, “lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32). Yehowa ji dostên xwe dixwaze ku ew xîret bikin ku qenciyê bikin û xerabiyê nekin. Hin kes dibêjin ku ew nikarin her tim bi ya Xwedê bikin. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa dilrehm e û ji kêmasiyên me fehm dike. Yehowa her kesê ku bi rastî jê hez dike û dixwaze dilê wî şa bike, wek dostê xwe qebûl dike (Zebûr 147:11; Karên Şandiyan 10:34, 35).

  • Yekîtiya Civatê Biparêze
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 4. Ferq û cudahiyê neke nava însanan

      Em dixwazin ji hemû xwişk û birayan hez bikin. Lê belkî ji bo me zor e em kesekî ku ne wek me ye, ji dil qebûl bikin. Em dikarin li hemberî vê yekê çi bikin? Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Yehowa însanên ji hemû gel û miletan wek Şahidên xwe qebûl dike. Gelo tu dikarî ji Yehowa çi bielimî?

      • Li herêma te, însan çawa ferq û cudahiyê dixin navbera gel û miletan? Çima gerek ev fikrên xerab li ser me tesîr nekin?

      2. Korîntî 6:11-13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gelo tu çawa dikarî xwişk û birayên ji kultur û miletên din baştir nas bikî?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne