-
Îsa Mesîh Yekî Çawa ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Îsa Mesîh yekî comerd û destvekirî ye
Mal û milkê Îsa Mesîh kêm bû, lê dîsa jî ew yekî destvekirî bû, û ew ji me re dibêje ku gerek em jî destvekirî bin. Karên Şandiyan 20:35 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Li gor Îsa Mesîh, em çawa dikarin kêfxweş û bextewar bin?
VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger mal û milkê me kêm be jî, em çawa dikarin comerd û destvekirî bin?
-
-
Kitêba Pîroz li ser Kar û Pere Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Em çawa dikarin bi pereyê xwe qenciyê bikin?
Yehowa Xwedayekî comerd û destvekirî ye, û gerek em jî wek wî comerd û destvekirî bin (1. Tîmotêyos 6:18). Gelo em çawa dikarin bi pereyê xwe qenciyê bikin? Mesela, em dikarin destekê bidin civatê û alî kesên hewcedar, bi taybetî xwişk û birayan, bikin. Ji bo Yehowa tiştê herî muhîm ne ew e ku em çi qas didin, lê ev e ku em bi kîjan niyetê didin. Eger em ji dil destvekirî bin, emê dilşad bin û dilê Yehowa xweş bikin (Karên Şandiyan 20:35 bixwîne).
-