-
Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Kesên din dikarin alî me bikin ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin
Gelek kes bi tena serê xwe Kitêba Pîroz dixwînin û bi kesên din re jî li ser wê sohbetê dikin. Bi vî awayî ew pir feydeyê distînin. Karên Şandiyan 8:26-31 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çi dikare alî me bike ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin? (Li ayetên 30 û 31ê binêrin.)
Alîkarî ji zilamê Etyopyayî re lazim bû ku Nivîsarên Pîroz fehm bike. Îro jî, gelek kes hez dikin ku bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin
-