KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Rabûna Miriyan – Hêviyeke Saxlem!
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Kanûn
    • Îsa Mesîh diçe ezmanan. Li derdora wî, hin şagirtên wî hene.

      Îsa Mesîh mirovê pêşîn bû, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin (Li paragrafên 15 û 16an binêre)b

      15. Hêviya kesên meshkirî çi ye?

      15 Wekî din, Pawlos got ku “dê her kes di Mesîh de bigihêje jiyanê” (1. Kor. 15:22, KP). Pawlos nameya xwe ji şagirtên meshkirî re dinivîsî, yên ku wê ji bo jiyana herheyî ji mirinê bihatana rakirin. Pawlos got ku ew “bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin”. Wekî din, wî behsa hin kesan kir, “ên ku di baweriya Mesîh de mirine” (1. Kor. 1:2; 15:18; 2. Kor. 5:17). Di nameyeke din de, Pawlos nivîsî ku yên ku wê mîna Îsa Mesîh bimirin wê mîna wî bên rakirin (Rom. 6:3-5). Îsa Mesîh wek ruh hat rakirin û çû ezmanan. Mîna wî, hemû şagirtên meshkirî jî wê wek ruh bihatana rakirin û biçûna ezmanan.

  • Rabûna Miriyan – Hêviyeke Saxlem!
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Kanûn
    • 17. Kesên ku “di baweriya Mesîh de” bûn wê xelata ezmanî kengê bistenda?

      17 Wexta ku Pawlos nameya xwe ji Korîntiyan dinivîsî, rabûna ji bo jiyana li ezmanan hê dest pê nekiribû. Pawlos got ku ev yek wê paşê biqewime: “Her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina [hazirbûna] Mesîh de yên wî wê rabin” (1. Kor. 15:23; 1. Sel. 4:15, 16). Belê, lazim bû ku şandiyên Îsa Mesîh û meshkiriyên din li benda wexta hazirbûna Mesîh bibûna ku xelata ezmanî bistenda û wek Îsa Mesîh bihatana rakirin. Îro, em di vê wexta xisûsî de dijîn.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne