-
Xwedê Kî ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin û bibêjin
Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em navê wî nas bikin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin? Tu çima wisa difikirî?
Yehowa dixwaze ku em navê wî bînin zimên. Romayî 10:13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima pir muhîm e ku em navê Xwedê, yanî Yehowa, bînin zimên?
Gava ku kesek navê te tîne bîra xwe û bi navê te gazî te dike, gelo ev yek li te xweş tê?
Tu çi difikirî, gava ku tu navê Yehowa dibêjî, gelo ev yek li wî xweş tê?
-
-
Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan DibêjinHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
1. Dînên sexte bi navê Xwedê çi derewan dibêjin?
Dînên sexte ‘rastiya Xwedê bi derewê ve guhertiye’ (Romayî 1:25). Mesela, gelek dîn nabêjin ku navê Xwedê çi ye. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em navê Xwedê bînin zimên (Romayî 10:13, 14). Hin alim û rêberên dînî dibêjin ku şer û bela ji Xwedê tên. Lê ev sirf derew e. Li gor Kitêba Pîroz, xerabî qet ji Xwedê nayê (Aqûb 1:13 bixwîne). Çi heyf e ku ji ber derewên wan, însan naxwazin Xwedê nas bikin û li ser rêya wî bimeşin.
-