-
“Bi Yên Ku Digirîn re Bigirîn”Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Tîrmeh
-
-
14. Em çawa dikarin kesên ku şîn digirin teselî bikin?
14 Carinan em nizanin ku gerek em ji kesên xemgîn re çi bibêjin. Dîsa jî, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zimanê eqilmendan dermanê dilan e” (Mtl. 12:18, Methelokên Hezretê Silêman). Mesela, broşûra When Someone You Love Dies nîşan dide ku em dikarin çi bibêjin.c Gelek caran jî alîkariya herî mezin ev e ku em “bi yên ku digirîn re bigirîn” (Rom. 12:15). Gaby li ser xemgîniya xwe li ber mirina zilamê xwe wisa dibêje: “Hêstir êdî bûnê zimanê dilê min. Gava hevalên min bi min re digirîn, dilê min hebekî rihet dibe û ez fehm dikim ku ez ne tenê me.”
-
-
“Bi Yên Ku Digirîn re Bigirîn”Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Tîrmeh
-
-
20. Em ji sozên Yehowa çawa teselî dibînin?
20 Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû kul û derdan biqedîne. Belê, “hemû kesên di goran de wê dengê wî [Mesîh] bibihîzin û derkevin” (Yûh. 5:28, 29). Xwedayê hemû teseliyê soz dide ku ewê mirinê tune bike û “hêstirên çavan paqij bike” (Îşa. 25:8). Li şûna ku em “bi yên ku digirîn re bigirîn”, emê “bi yên ku şa dibin re, şa bin” (Rom. 12:15).
-