-
Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Qedrê wijdanê kesên din bigire
Çawa ku însan ji hev cuda ne, qerarên wan jî ji hev cuda ne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê qerar û wijdanê kesên din digirin? Bala xwe bide du mîsalan:
Mîsal 1: Xwişkeke me pir jê hez dike ku xwe makyaj bike. Rojekê, ew mala xwe bar dike û diçe civateke din. Li wir xwişkên me ji makyaja zêde aciz dibin.
Romayî 15:1 û 1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li ser esasê van ayetan, xwişka me belkî qerareke çawa bide? Eger wijdanê te tiştekî qebûl dike, lê wijdanê kesekî din qet qebûl nake, gelo teyê çi bikira?
Mîsal 2: Birayekî me dizane ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Lê dîsa jî, wî qerar daye ku alkolê venexwe. Rojekê, ew diçe mêvandariya birayekî û dibîne ku xwişk û bira alkolê vedixwin.
Waiz 7:16 û Romayî 14:1, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li ser esasê van ayetan, birayê me belkî qerareke çawa bide? Eger te bidîta ku kesekî din tiştekî dike ku wijdanê te jê aciz dibe, gelo teyê çi bikira?
Çi dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?
1. Ji Yehowa re dua bike. Alîkariyê ji wî bixwaze (Aqûb 1:5).
2. Lêkolîn bike. Di Kitêba Pîroz û weşanên me de li pîvan û prensîpên ku dikarin alî te bikin, bigere. Tu dikarî bi xwişk yan birayekî bitecrûbe bişêwirî.
3. Li ser netîceyê bifikire. Gelo qerara te wê li ser wijdanê te û yê kesên din çawa tesîr bike?
-
-
Em Çima Bala Xwe Didin Şeklê Xwe û Kincên Xwe?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Şeklê me û kincên me li ser xwişk û birayan çawa tesîr dikin?
Helbet her kes dikare li gor dilê xwe kincan li xwe bike. Lê gerek em bala xwe bidinê ku şeklê me li ser kesên din tesîreke çawa dihêle. Em qet naxwazin ku kesên din ji şeklê me aciz bibin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bila her yek ji me ji bo qenciya cîranê xwe dilê wî xweş bike, da ku ew bê avakirin” (Romayî 15:1, 2 bixwîne).
-