-
Em Çawa Dikarin Bibin Xwediyê Zîhniyeta Ruhî?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Sibat
-
-
ZÎHNIYETA RUHÎ ÇI YE?
3. Li gor Kitêba Pîroz, ferqa di nav ‘mirovê nefsperest’ û ‘mirovê ruhî’ de çi ye?
3 Ji bo ku em fehm bikin ku zîhniyeta ruhî çi ye, Pawlosê şandî rêyî me dide ku ferqa di nav ‘mirovê ruhî’ û ‘mirovê nefsperest’ de çi ye (1. Korîntî 2:14-16 bixwîne). Ferqa di nav wan de çi ye? “Mirovê nefsanî tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake, ev jê re bêaqilî ne. Nikare wan bizane.” Lê belê “yê ruhanî dikare her tiştî fêm bike”, û ew xwediyê “fikra Mesîh” e. Kesên bi zîhniyeta nefsperest û yên bi zîhniyeta ruhî ji kîjan aliyên din ve ji hev cuda ne?
-
-
Em Çawa Dikarin Bibin Xwediyê Zîhniyeta Ruhî?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Sibat
-
-
6. Zîhniyeta ruhî çawa xuya dibe?
6 ‘Mirovê ruhî’ ji ‘mirovê nefsperest’ çawa cuda ye? Kesên bi zîhniyeta ruhî pir qîmetê didin dostiya xwe bi Xwedê re. Ew dixwazin “mîna Xwedê bikin” (Ef. 5:1). Yanî, ew dixwazin wek Yehowa bifikirin û wek wî li meseleyan binêrin. Baweriya wan bi Xwedê tam e. Ew xîret dikin ku hemû kirinên wan bi qanûnên Yehowa ve ahengdar bin (Zeb. 119:33; 143:10). Li şûna ku ew bala xwe bidin kirinên nefsê, ew hewl didin ku ew “berê Ruh” eyan bikin (Gal. 5:22, 23). Ji bo ku em peyva “zîhniyeta ruhî” baştir fehm bikin, vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Ji bo kesekî ku ji aliyê tîcaretê ve jêhatî ye tê gotin ku ew xwediyê “zîhniyeta tîcarî” ye. Mîna vê, kesekî ku qîmetê dide meseleyên ruhî an dînî dibe xwediyê zîhniyeta ruhî.
7. Kitêba Pîroz der heqê kesên bi zîhniyeta ruhî de çi dibêje?
7 Kitêba Pîroz pesnê kesên bi zîhniyeta ruhî dide. Metta 5:3 wisa dibêje: “Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.” Romayî 8:6 bala me dikişîne li ser feydeyên zîhniyeta ruhî: “Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye.” Belê, gava em bala xwe didin tiştên ruhî, em hem bi Xwedê re hem jî bi xwe re di selametê de dimînin. Wekî din, em dibin xwediyê hêviya jiyana herheyî.
-