KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 7. Qanûnên Padîşahiya Xwedê pir xweş in

      Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Qanûnên Padîşahiya Xwedê jî hene, û gerek welatiyên wê li gor wan bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Tu çi dibêjî, eger her kesî li gor van qanûnên Xwedê hereket bikira, halê dinyayê wê çawa bûya?a

      • Tu çi dibêjî, gelo heqê Yehowa heye ku ji bo welatiyên Padîşahiya xwe qanûnan derxe?

      • Gelo însanên ku guh nadin van qanûnan dikarin xwe biguherînin? (Li ayeta 11an binêre.)

      Polîsek trafîkê disekinîne. Însan li ser rê derbasî aliyê din dibin.

      Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Lê qanûnên Padîşahiya Xwedê ji van qanûnan çêtir in

  • Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 41. Jin û mêrek destê hev digirin.

      DERS 41

      Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?

      Gelek însan şerm dikin ku li ser seksê, yanî eleqeya cinsî, xeber bidin. Lê, Kitêba Pîroz bi zimanekî zelal û bi hurmet behsa vê meseleyê dike. Şîretên Kitêba Pîroz ji bo me baş in. Yehowa Xaliqê me ye û ew dizane ku ji bo me çi baş e û çi xerab e. Eger em guh bidin şîretên wî, emê dilê wî xweş bikin û heta bi hetayê dilşad bin.

      1. Yehowa li ser eleqeya cinsî çi difikire?

      Eleqeya cinsî tiştekî xweş e ku Yehowa daye însanan. Ew dixwaze jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne, bi hev şa bibin. Bi vî awayî, jin û mêr dikarin hem zarokan çêkin û hem jî eşq û evîna xwe bi awayekî xweş nîşan bidin. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje: “Bi jina xortaniya xwe re şa be” (Methelokên Silêman 5:18, 19, Mizgînî). Yehowa ji xizmetkarên xwe yên zewicî dixwaze ku ew ji hev re dilsoz bimînin û qet zînayê nekin (Îbranî 13:4 bixwîne).

      2. Bêexlaqiya cinsî çi ye?

      Kitêba Pîroz dibêje, “yên ku fuhûşê [bêexlaqiya cinsî] dikin … Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (1. Korîntî 6:9, 10). Nivîskarên Kitêba Pîroz, ên ku bi zimanê Yûnanî nivîsandibû, peyva pornêya ji bo bêexlaqiya cinsî bi kar anîbû. Ev gotin tê maneya eleqeyên cinsîa yên di navbera (1) kesên ku bi hev re nezewicî ne, (2) kesên hemcins û (3) însan û heywanan de. Gava em xwe ji bêexlaqiya cinsî dûr digirin, Yehowa ji me razî dibe û ev yek ji bo me jî baş e (1. Selanîkî 4:3).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Em çawa dikarin ji bêexlaqiya cinsî dûr bisekinin? Çima ji bo me baş e ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin?

      Ûsiv ji jina Potîfar direve. Ew xiftanê Ûsiv di destê xwe de digire.

      3. Ji bêexlaqiya cinsî bireve

      Zilamekî dilsoz ê bi navê Ûsiv pir xîret dikir ku ji aliyê exlaqî ve paqij bimîne. 1. Mûsa 39:1-12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Ûsiv çima reviya? (Li ayeta 9an binêre.)

      • Tu çi dibêjî, qerara Ûsiv baş bû? Gelo çima?

      Keç û xort çawa dikarin xwe wek Ûsiv ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Ji Bêexlaqiya Cinsî Birevin (5:06)

      Yehowa dixwaze ku em gişt ji bêexlaqiya cinsî dûr bisekinin. 1. Korîntî 6:18 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Kîjan hal û rewş dikarin bibin sebeb ku kesek bêexlaqiya cinsî bike?

      • Tu çawa dikarî ji bêexlaqiya cinsî birevî?

      4. Tu dikarî li hemberî ceribandinên cinsî dilsoz bimînî

      Kengê ji bo me zor e ku em ji aliyê cinsî ve paqij bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Bi Alîkariya Kitêba Pîroz li Hemberî Ceribandinan Bisekine (3:02)

      • Gava birayê me fehm kir ku fikir û kirinên wî dikarin bibin sebeb ku ew ji jina xwe re dilsoz nemîne, wî çi kir?

      Ji bo Mesîhiyên dilsoz jî carinan zor e ku xwe ji fikrên pîs dûr bigirin. Gelo em çawa dikarin fikrên bêexlaq ji hişê xwe derxin? Filîpî 4:8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gerek em li ser kîjan tiştan bifikirin?

      • Xwendina Kitêba Pîroz û xizmeta Yehowa çawa alî me dikin ku em li hemberî ceribandinan bisekinin û guneh nekin?

      5. Şîretên Yehowa ji bo me baş in

      Yehowa dizane ku ya herî baş ji bo me çi ye. Ew ji me re dibêje ku em çawa dikarin ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin û çi feydeya vê ji bo me heye. Methelokên Silêman 7:7-27 bixwîne yan VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Ji Xortê Bêaqil Dersan Bistîne (9:31)

      • Vî xortî çawa serê xwe xist belayê? (Li Methelokên Silêman 7:8, 9 binêre.)

      • Li gor Methelokên Silêman 7:23, 26, di netîceya bêexlaqiya cinsî de tiştên xerab dikarin bên serê me. Eger em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, emê derdê çi nekişînin?

      • Paqijiya exlaqî çawa dikare alî me bike ku em heta bi hetayê dilşad bin?

      Hin kes difikirin ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser eleqeya hemcinsî pir hişk in. Lê Yehowa, yanî Xwedayê hezkirinê, dixwaze ku her kes heta bi hetayê dilşad be. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, gerek em li gor qanûnên wî bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gelo Xwedê tenê xwestekên hemcinsî qedexe dike?

      Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em gişt li gor qanûnên wî bimeşin. Gelo ev yek hêjayî xîreta me ye? Zebûr 19:8, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê maqûl in? Tu çima wisa difikirî?

      Albûm: 1. Qîzek li kêleka hevalê xwe rûniştiye û ne dilşad e. Ew bi hevalên xwe re li klûba şevê vedixwe û cixareyê dikişîne. 2. Eynî qîz li Salona Îbadetê bi xwişkan re bi dilxweşî dipeyive.

      Yehowa alî gelek kesan kiriye ku ew li gor qanûnên wî yên li ser exlaqê bimeşin. Bêguman ewê alî te jî bike

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Du kesên ku ji hev hez dikin dikarin bi hev re rakevin.”

      • Teyê çi bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Eleqeya cinsî tiştekî xweş e ku Yehowa daye jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne.

      Tu çi elimî?

      • Bêexlaqiya cinsî çi ye?

      • Em çawa dikarin ji bêexlaqiya cinsî dûr bikevin?

      • Qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê çima ji bo me baş in?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Xwedê çima dixwaze ku jin û mêr bi resmî bi hev re bizewicin?

      “Kitêba Pîroz li ser Kesên ku Bê Zewaceke Resmî bi Hev re Dijîn Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Ka bixwîne ku Kitêba Pîroz li ser eleqeya hemcinsî çi dibêje.

      “Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Hemcinsî Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Qanûnên Xwedê yên li ser eleqeya cinsî me çawa diparêzin?

      “Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî ya Oral Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Zilamek tîne zimên ku wî çima dev ji eleqeya hemcinsî berdaye. Bala xwe bide meqaleya “Wan Qedrê Min Digirt”.

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2011)

      a Ev gotin tê maneya hemû cureyên bêexlaqiya cinsî, eleqeya cinsî ya oral, eleqeya cinsî ya anal û bi niyeta cinsî destavêtina organên cinsî yên kesekî din.

  • Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 43. Li kêf û seyranekê vexwarinên bialkol û bêalkol li ser maseyê ne.

      DERS 43

      Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?

      Li seranserê dinyayê, însan li ser vexwarina alkolê wek hev nafikirin. Hin kes car caran bi hevalên xwe re bi kêfxweşî alkolê vedixwin. Hin kes qet alkolê venaxwin. Hin kes jî heta serxweşbûnê alkolê vedixwin. Gelo Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?

      1. Gelo Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe dike?

      Na, Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê gelek tiştên xweş dane me. Yek ji wan jî ev e: “Şeraba ku dilê mirov şa dike” (Zebûr 104:14, 15). Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku hin jin û mêrên dilsoz jî alkol vedixwar (1. Tîmotêyos 5:23).

      2. Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê kîjan şîretan dide?

      Yehowa vexwarina zêde ya alkolê û serxweşiyê qedexe dike (Galatî 5:21). Kitêba Pîroz dibêje: “Bi yên ku xemra zêde vedixwin … hevaltiyê meke” (Methelokên Silêman 23:20). Eger em bi tena serê xwe jî alkolê vexwin, gerek em hay jê hebin ku çi qas vedixwin. Yanî, gerek em ew qas alkolê venexwin ku em nikaribin bi zelalî bifikirin yan gotin û kirinên xwe kontrol bikin. Wekî din, gerek em zerarê nedin siheta xwe. Eger em nikaribin vexwarina alkolê kontrol bikin, gerek em bi temamî dev jê berdin.

      3. Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?

      Her kes gerek xwe bi xwe qerarê bide ka ew alkolê vexwe yan na. Gerek em kesekî ku bi maqûlî alkolê vedixwe mehkûm nekin û gerek em zorê nedin tu kesî ku ew alkolê vexwe (Romayî 14:10). Eger wijdanê kesekî din ji vexwarina alkolê aciz bibe, emê hazir bin ku li ber wî alkolê venexwin (Romayî 14:21 bixwîne). “Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere” (1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em qerarê bidin, ka em alkolê vexwin yan na? Gelo em dikarin çi qas alkolê vexwin? Eger tu derdê alkolê dikişînî, gelo tu çawa dikarî jê xelas bibî?

      4. Alkolê vexwim yan venexwim?

      Gelo Îsa Mesîh li ser vexwarina alkolê çi difikirî? Ka bala xwe bide mucîzeya wî ya pêşîn. Yûhena 2:1-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo Îsa Mesîh li ser alkolê û li ser kesên ku alkol vedixwar, çi difikirî? Em ji vê mucîzeyê çi dielimin?

      • Wek ku me dît, Îsa Mesîh vexwarina alkolê qedexe nedikir. Gerek Mesîhiyên rast li ser kesên ku alkolê vedixwin, çawa bifikirin?

      Erê rast e, xizmetkarên Xwedê dikarin alkolê vexwin, lê ev nayê maneya ku ev her tim qerareke baş e. Methelokên Silêman 22:3 bixwîne û bifikire ka teyê di van hal û rewşan de alkol vexwara yan na:

      • Tu erebeyekê dajoyî yan li ser makîneyekê kar dikî.

      • Tu ducanî yî.

      • Doktor dibêje ku gerek tu alkolê venexwî.

      • Vexwarina alkolê bûye belaya serê te.

      • Qanûna dewletê vexwarina alkolê qedexe dike.

      • Kesekî ku berê derdê alkolê dikişand, qerar daye ku qet alkolê venexwe. Rojekê tu pê re wext derbas dikî.

      Gelo em dikarin di dawet yan di kêf û şahiyan de alkolê îkram bikin? Çi dikare alî te bike ku tu qerareke baş bidî? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Gelo Ez Alkolê Îkram Bikim? (2:41)

      Romayî 13:13 û 1. Korîntî 10:31, 32 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ev gotin çawa dikarin alî te bikin ku tu bi qerarên xwe dilê Yehowa şa bikî?

      Birayek li restoranê vexwarina şerabê red dike. Du xwişkên ku bi wî re xwarinê dixwin, şerabê jî vedixwin.

      Vexwarin yan venexwarina alkolê qerareke şexsî ye. Kesekî ku carinan alkolê vedixwe jî, belkî qerarê dide ku carinan alkolê venexwe

      5. Ez çi qas alkolê vexwim?

      Yê ku dixwaze alkolê vexwe, bila vê yekê ji bîr neke: Yehowa îznê dide me ku em alkolê vexwin, lê ew vexwarina zêde qedexe dike. Gelo çima? Hoşeya 4:11, 18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Wexta ku kesek zêde alkolê vexwe, çi dikare biqewime?

      Çi dikare alî me bike ku em zêde alkolê venexwin? Gerek em bi hedê xwe bizanin û jê derbas nebin. Methelokên Silêman 11:2 bixwînea û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima baş e ku em di wexta vexwarina alkolê de ji xwe re sînorekî maqûl deynin?

      6. Tu dikarî ji derdê alkolê xelas bibî

      Çi alî zilamekî kir ku ew ji derdê alkolê xelas bibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: ‘Ez ji Jiyana Xwe Êdî Aciz Bûbûm’ (6:32)

      Albûm: Dîmenên ji vîdeoya ‘Ez ji Jiyana Xwe Êdî Aciz Bûbûm’ 1. Dimîtrî li şûşa alkolê dinêre. 2. Dimîtrî, jina wî û keça wî Kitêba Pîroz lêkolîn dikin.
      • Di vê vîdeoyê de, vexwarina alkolê li ser Dimîtrî çawa tesîr dikir?

      • Gelo wî dikaribû zû dev ji vexwarina alkolê berde?

      • Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji vexwarina alkolê berde?

      1. Korîntî 6:10, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Serxweşî çima derdekî giran e?

      • Ev ayet çawa nîşan dide ku kesek dikare dev ji vexwarina alkolê berde?

      Meta 18:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Bi vê mesela jêkirina dest, Îsa Mesîh dixwest bigota, ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em fedakariyê bikin. Eger tu hewl didî ku dev ji alkolê berdî, tu dikarî çi bikî?b

      1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger hevalên te pir alkolê vedixwin, ew dikarin li ser te çawa tesîr bikin?

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Ma vexwarina alkolê ne guneh e?”

      • Teyê çawa cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Alkol tiştekî xweş e ku Yehowa daye me, lê ew vexwarina zêde û serxweşiyê qedexe dike.

      Tu çi elimî?

      • Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?

      • Vexwarina zêde ya alkolê çima bizerar e?

      • Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Keç û xort çawa dikarin li ser alkolê qerarên baş bidin?

      Pêşî Bifikire, Paşê Vexwe (2:31)

      Kîjan gav dikarin alî te bikin ku tu ji derdê alkolê xelas bibî?

      “Alkolê bi Awayekî Maqûl Vexwe” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2010)

      Kitêba Pîroz li ser hildan û lihevdana qedehan çi dibêje?

      “Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 15 Sibat 2007)

      Di meqaleya “Ez Bîdoneke Bêbinî Bûm” de bixwîne ku zilamekî çawa dev ji vexwarina zêde ya alkolê berda.

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2012)

      a NWT wisa dibêje: “Gava xwebawerî zêde dibe, bêrûmetî li dû tê, lê kesên ku bi hedê xwe dizanin, hîkmet bi wan re ye.”

      b Eger kesek derdê alkolê dikişîne, belkî alîkariya kesên zana ji wî re lazim e. Gelek doktor dibêjin, bila kesên ku derdê alkolê dikişînin bi temamî dev jê berdin.

  • Eger Ez Gunehekî Giran Bikim, Gerek Ez Çi Bikim?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Bê guman tu ji Yehowa pir hez dikî û qet naxwazî bi kirinên xwe dilê wî biêşînî. Dîsa jî em însan in û carinan gunehan dikin. Lê hin guneh ji gunehên din girantir in (1. Korîntî 6:9, 10). Eger te gunehekî giran kiribe, bîne bîra xwe ku Yehowa hê jî ji te hez dike. Ew hazir e ku te efû bike û alî te bike.

      1. Ji bo ku Yehowa gunehên me efû bike, gerek em çi bikin?

      Yê ku ji Yehowa hez dike, gava gunehekî giran dike, pir xemgîn dibe. Lê Yehowa bi van gotinên xweş êşa dilê me sivik dike: “Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, wê wekî berfê spî bibin” (Îşaya 1:18, Mizgînî). Eger em ji dil tobe bikin, Yehowa wê me bi temamî efû bike. Gelo tobekirin çi ye? Gava em tobe dikin, em ji kirinên xwe yên xerab ji dil poşman dibin, dev ji wan berdidin û ji Yehowa rica dikin ku ew me efû bike. Dû re, em pir xîret dikin ku dev ji fikrên şaş û adetên xerab berdin, çimkî ew bûne sebeb ku em guneh bikin. Wekî din, em xîret dikin ku dîsa li gor qanûnên Yehowa bimeşin (Îşaya 55:6, 7 bixwîne).

      2. Gava em guneh dikin, Yehowa çawa bi destê rîspiyan alî me dike?

      Eger me gunehekî giran kiribe, Yehowa dixwaze ku em gazî rîspiyên civatê bikin (Aqûb 5:14, 15 bixwîne). Rîspî ji Yehowa û xizmetkarên wî pir hez dikin. Wan perwerdehî standiye ku alî me bikin. Bi alîkariya wan, em dikarin dîsa li Yehowa vegerin û bibin dostên wî (Galatî 6:1).

      Eger em gunehekî giran bikin, rîspî wê çawa alî me bikin? Du yan sê rîspî wê me bi destê Kitêba Pîroz serrast bikin. Ewê şîretên baş bidin me û dilê me xurt bikin ku em eynî gunehî dîsa nekin. Ji bo ku civat ji tesîreke xerab bê parastin, rîspî kesên ku gunehekî giran dikin û tobe nakin ji civatê derdixin.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Eger em gunehekî giran bikin, gelo Yehowa wê çawa destê alîkariyê dirêjî me bike?

      3. Îtirafkirin dermanê dilê me ye

      Her gunehê ku em dikin, dilê Yehowa diêşîne. Loma gerek em gunehên xwe ji wî re îtiraf bikin. Zebûr 32:1-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima baştir e ku em gunehên xwe veneşêrin û ji Yehowa re îtiraf bikin?

      Piştî ku em gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf dikin, çima muhîm e ku em alîkariyê ji rîspiyan bixwazin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: “Xudan Wî Yê ku Jê Hez Dike, Edeb Dike” (3:01)

      • Rîspiyan çawa alî birayê me kir ku ew li Yehowa vegere?

      Ji bo ku rîspî bikarin alî me bikin, gerek em bi wan re rast û durist bin. Aqûb 5:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Rîspî, ji bo ku bikarin bi awayekî baş alî me bikin, çima gerek em bi wan re rast rûnin û rast xeber bidin?

      Albûm: 1. Birayek bi xemgînî li ser kursiyê rûniştiye û serê xwe bera ber xwe daye. 2. Ew bira ji Yehowa re dua dike. 3. Ew bira bi telefonê bi rîspiyekî re xeber dide. 4. Ew bira û sê rîspî hev dibînin. 5. Dilê wî birayî rihet e, çimkî wijdanê wî êdî paqij e.

      Gunehê xwe îtiraf bike, bi rîspiyan re rast û durist be û alîkariya Yehowa qebûl bike

      4. Yehowa dilrehmiya xwe ji gunehkaran re nîşan dide

      Eger kesek gunehekî giran bike û nexwaze li gor qanûn û pîvanên Yehowa bimeşe, ew ji civatê tê derxistin. Wekî din, em pê re hevaltiyê nakin. 1. Korîntî 5:6, 11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Piçek hevîrtirş temamiya hevîr tirş dike. Bi eynî awayî, gunehkarekî ku tobe nake tesîreke çawa li civatê dike?

      Yehowa dilrehmiya xwe ji gunehkaran re nîşan dide. Rîspiyên civatê jî wek Yehowa dixwazin xwe bigihînin dilê kesên ku ji civatê hatibûn derxistin û alî wan bikin. Ji ber vê yekê, gelek kes vegeriyan civatê. Gelo çima? Çimkî terbiye her çi qas dilêş bû jî, alî wan kir ku ew werin ser hişê xwe (Zebûr 141:5).

      Dilrehmiya ku Yehowa ji gunehkaran re nîşan dide çawa xuya dike ku ew yekî maqûl, dilrehm û dilovan e?

      5. Gava em tobe dikin, Yehowa me efû dike

      Îsa Mesîh bi meseleyekê nîşan da ku Yehowa li ser kesên tobedar çi difikire. Lûqa 15:1-7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Em ji vê ayetê li ser Yehowa çi dielimin?

      Hêzekîêl 33:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi rastî tobe dikin?

      Şivanek lingê miya birîndar dipêçe.

      Yehowa wek şivanekî dilovan bi miyên xwe re eleqedar dibe

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger ez ji rîspiyan re bêjim min guneh kiriye, ewê min ji civatê derxin.”

      • Eger kesek bi vî awayî bifikiriya, teyê çi jê re bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Eger em gunehekî giran bikin, lê ji dil ji gunehê xwe poşman bibin û xîret bikin ku wî gunehî careke din nekin, Yehowa wê me efû bike.

      Tu çi elimî?

      • Çima ji bo me baş e ku em gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf bikin?

      • Ji bo ku Yehowa gunehên me efû bike, gerek em çi bikin?

      • Eger me gunehekî giran kiribe, çima gerek em ji rîspiyan alîkariyê bixwazin?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Gelo zilamekî çawa dilrehmiya Yehowa fehm kir?

      Ji Dilrehmiya Yehowa Tu Carî Dudilî Nebe (5:02)

      Rîspî çawa hewl didin ku alî kesekî ku gunehekî giran kiriye, bikin?

      “Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran” (Birca Çavdêriyê, Tebax 2024)

      Bala xwe bidê ku dilrehmî û dilovanî çawa ji kesên ku tobe nakin re tê nîşandayîn.

      “Alîkariya ji bo Kesên ku ji Civatê Hatine Derxistin” (Birca Çavdêriyê, Tebax 2024)

      Zilamek ji rêya rastiyê dûr ket, lê Yehowa ew dîsa li xwe vegerand. Meqaleya “Lazim Bû ku Ez Vegerim ba Yehowa” bixwîne.

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2012)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne