-
Padîşahiya Xwedê Çi ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
7. Qanûnên Padîşahiya Xwedê pir xweş in
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Qanûnên Padîşahiya Xwedê jî hene, û gerek welatiyên wê li gor wan bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, eger her kesî li gor van qanûnên Xwedê hereket bikira, halê dinyayê wê çawa bûya?a
Tu çi dibêjî, gelo heqê Yehowa heye ku ji bo welatiyên Padîşahiya xwe qanûnan derxe?
Gelo însanên ku guh nadin van qanûnan dikarin xwe biguherînin? (Li ayeta 11an binêre.)
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Lê qanûnên Padîşahiya Xwedê ji van qanûnan çêtir in
-
-
Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Yehowa dizane ku ya herî baş ji bo me çi ye. Ew ji me re dibêje ku em çawa dikarin ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin û çi feydeya vê ji bo me heye. Methelokên Silêman 7:7-27 bixwîne yan VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Vî xortî çawa serê xwe xist belayê? (Li Methelokên Silêman 7:8, 9 binêre.)
Li gor Methelokên Silêman 7:23, 26, di netîceya bêexlaqiya cinsî de tiştên xerab dikarin bên serê me. Eger em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, emê derdê çi nekişînin?
Paqijiya exlaqî çawa dikare alî me bike ku em heta bi hetayê dilşad bin?
Hin kes difikirin ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser eleqeya hemcinsî pir hişk in. Lê Yehowa, yanî Xwedayê hezkirinê, dixwaze ku her kes heta bi hetayê dilşad be. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, gerek em li gor qanûnên wî bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo Xwedê tenê xwestekên hemcinsî qedexe dike?
Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em gişt li gor qanûnên wî bimeşin. Gelo ev yek hêjayî xîreta me ye? Zebûr 19:8, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê maqûl in? Tu çima wisa difikirî?
Yehowa alî gelek kesan kiriye ku ew li gor qanûnên wî yên li ser exlaqê bimeşin. Bêguman ewê alî te jî bike
-
-
Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Tu dikarî ji derdê alkolê xelas bibî
Çi alî zilamekî kir ku ew ji derdê alkolê xelas bibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, vexwarina alkolê li ser Dimîtrî çawa tesîr dikir?
Gelo wî dikaribû zû dev ji vexwarina alkolê berde?
Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji vexwarina alkolê berde?
1. Korîntî 6:10, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Serxweşî çima derdekî giran e?
Ev ayet çawa nîşan dide ku kesek dikare dev ji vexwarina alkolê berde?
Meta 18:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bi vê mesela jêkirina dest, Îsa Mesîh dixwest bigota, ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em fedakariyê bikin. Eger tu hewl didî ku dev ji alkolê berdî, tu dikarî çi bikî?b
1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger hevalên te pir alkolê vedixwin, ew dikarin li ser te çawa tesîr bikin?
-