KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • “Hêviya Min ji Xwedê Heye”
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Kanûn
    • 15. Ev yek ku Îsa “berê pêşî” ye, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hatiye rakirin, çi nîşan dide?

      15 Îsa kesê pêşîn bû, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, û rabûna wî, rabûna herî muhîm e (Kar. 26:23). Lê belê ji kesên din re jî soz hatiye dayîn ku ewê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin. Îsa temînat da şandiyên xwe yên dilsoz ku ewê li ezmanan li cem wî hikm bajon (Lûqa 22:28-30). Ji bo ku ew vê xelatê bistînin, lazim e ku ew bimirin û paşê wek Mesîh bi bedeneke ruhî bên rakirin. Pawlos wisa nivîsî: “Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê pêşî yê razayiyan e.” Wekî din, Pawlos got ku kesên din jî wê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin: “Lê her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina [hazirbûna] Mesîh de yên wî wê rabin” (1. Kor. 15:20, 23).

      16. Em li ser wexta rakirina ji bo jiyana li ezmanan çi dizanin?

      16 Ji vê, em fehm dikin ku rakirina ji bo jiyana li ezmanan wê kengê dest pê bikira: li wexta hazirbûna Mesîh. Bi salan, Şahidên Yehowa gotiye ku li gor Kitêba Pîroz, hazirbûna Îsa li sala 1914an dest pê kir û niha hê berdewam dike. Dawiya vê sîstema xerab êdî pir nêzik e.

      17, 18. Li wexta hazirbûna Mesîh, hin kesên meshkirî wê çawa bihatana rakirin?

      17 Der heqê rakirina ji bo jiyana li ezmanan de, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Em naxwazin ku hûn li ser yên razayî nezan bimînin . . . Madem ku em bawer dikin Îsa mir û rabû, bi wî awayî jî Xwedê wê wan ên ku di baweriya Îsa de razane bi wî re bîne . . . Em ên ku dijîn û heta hatina [hazirbûna] Xudan sax dimînin, em qet nakevin pêşiya yên razayî. Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî . . . ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin. Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin” (1. Sel. 4:13-17).

      18 Rabûna pêşî wexteke kin piştî destpêkirina hazirbûna Mesîh çêbû. Kesên meshkirî, yên ku li tengahiya mezin hê li ser erdê ne, wê “di ewran de bên rahiştin” (Met. 24:31). Maneya vê çi ye? Ewên ku wê “bên rahiştin” wexteke dirêj mirî namînin. Ewê “di lêxistina boriya dawî de . . . di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin” (1. Kor. 15:51, 52).

  • “Hêviya Min ji Xwedê Heye”
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Kanûn
    • 20. Em çima dikarin bawer bin ku rakirina miriyan wê li gor nîzamekê bê cih?

      20 Li gor Kitêba Pîroz, ên ku wê hilkişin ezmanan wê “di dora xwe de” bên rakirin (1. Kor. 15:23). Loma em dikarin bawer bin ku wexta ku mirî li ser erdê bên rakirin, ev yek jî wê li gor nîzamekê bê cih. Lê çawa? Gelo kesên ku nû mirin piştî destpêkirina Hikumdariya Mesîh a Hezarsalî wê zû bên rakirin? Gelo kesên ku wan nas dikin wê herin pêşiya wan? Gelo xizmetkarên Xwedê yên dilsoz, ên ku di demên kevn de dijiyan, wê zû rabin û li dinyaya nû rêberiyê bikin? Kesên ku ji Yehowa re qet xizmet nedikir wê kengê û li ku derê bên rakirin? Dibe ku pirsên me gelek bin. Ma feyde heye ku em niha li ser tiştên wisa bifikirin? Na! Eger em sebir bikin, emê bi zeman re xwe bi xwe bibînin ku Yehowa van meseleyan çawa hel dike!

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne