-
Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Jin yan mêrê xwe bihîkmet hilbijêre
Hilbijartina jin yan mêrekî qerareke pir muhîm e. Meta 19:4-6, 9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima gerek em zû nezewicin?
Kitêba Pîroz dibêje ku gerek jin yan mêrekî baş çawa be. Berî her tiştî, gerek ew ji Yehowa hez bike.b 1. Korîntî 7:39 û 2. Korîntî 6:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima gerek em tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicin?
Tu çi difikirî, eger em bi kesekî re bizewicin ku ji Yehowa hez nake, gelo Yehowa vê yekê çawa dibîne?
Eger du heywanên cuda di bin nîrekî de bin, ewê êşê bikişînin. Eger xizmetkarekî Yehowa bi kesekî re bizewice ku ji Yehowa re îbadetê nake, ewê gelek derdan bikişîne
-