-
Çi wê Alî Te Bike ku Tu Lêkolîna Kitêba Pîroz Dewam Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Bila kursa Kitêba Pîroz di jiyana te de cihekî xisûsî bigire
Carinan kar û barê me ew qas zêde ye ku em dibêjin qey wexta me ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz namîne. Lê, çi dikare alî me bike? Efesî 5:16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, di jiyanê de tiştên herî muhîm çi ne?
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku kursa Kitêba Pîroz ji bo te pir muhîm e?
Eger mirov pêşî qûmê bixe satilê û paşê keviran bixê, kevir bi cih nabin
Gava ku tu pêşî keviran bixî satilê, wê çaxê ji bo piraniya qûmê jî cih dimîne. Bi vî awayî, eger tu di jiyana xwe de tiştên herî muhîm bixî cihê pêşîn,wê çaxê wexta te ji bo tiştên din jî dimîne
Lêkolîna Kitêba Pîroz hewcedariyên me yên ruhî têr dike. Yanî, em wisa hatine xuliqandin ku em dixwazin Xwedê nas bikin û jê re îbadetê bikin. Meta 4:4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger lêkolîna Kitêba Pîroz di jiyana me de cihekî xisûsî bigire, emê çi feydeyê jê bistînin?
-
-
Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş BikeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Dema xwe bi awayekî baş derbas bike
VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, birayê me li tu tiştekî xerab mêze nedikir, lê wexta wî li ser çi çû?
Filîpî 1:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Li gor vê ayetê, gerek em çi qas wexta xwe ji bo kêf û rihetiyê veqetînin?
-