-
Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Ji bo ku tu bin av bibî, gerek tu çi bikî?
Eger tu bixwazî bin av bibî, gerek tu Yehowa baştir nas bikî û baweriya xwe ya bi wî xurttir bikî (Îbranî 11:6 bixwîne). Gava ku zanîna te kûrtir bibe û îmana te xurttir bibe, tuyê ji Yehowa bêtir hez bikî. Hingê însan dixwaze ji kesên din re behsa Yehowa bike û li gor qanûn û pîvanên wî bijî (2. Tîmotêyos 4:2; 1. Yûhena 5:3). Îcar însanê ku ‘bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve here, û bi her awayî li wî xweş bê,’ ewê ji dil bixwaze ku jiyana xwe teslîmî destê Xwedê bike û bin av bibe (Kolosî 1:9, 10).a
-
-
Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
a Eger kesek li gor dîn û îmaneke din vaftîz bûye, hukmê vê vaftîzê tune ye. Gelo çima? Çimkî ew dîn û îman rastiyên Kitêba Pîroz naelimînin. Loma, gerek ew kes dîsa li gor Kitêba Pîroz bin av bibe (Li Karên Şandiyan 19:1-5 û Ders 13 binêre.)
-
-
Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
1. Berî binavbûnê, gerek tu Kitêba Pîroz çi qas baş nas bikî?
Ji bo ku tu bin av bibî, gerek tu “zanîna rastiyê” baş fehm bikî (1. Tîmotêyos 2:4). Ev nayê maneya ku gerek tu cewaba hemû pirsên li ser Kitêba Pîroz ji serî heta binî bizanibî. Heta xizmetkarên Xwedê yên ku ji zû ve bin av bûne, ew hîn jî dielimin tiştên nû (Kolosî 1:9, 10). Lê lazim e ku tu gotinên esasî yên Kitêba Pîroz baş fehm bikî. Rîspiyên civatê dikarin alî te bikin ku tu bibînî, ka zanîna te têra binavbûnê dike yan na.
-