KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Zewaceke bê problem tune ye. Loma gerek jin û mêr problemên xwe bi hev re safî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Zewaca Xwe Xurt Bike (5:44)

      • Di vê vîdeoyê de, dilê jin û mêrekî çima ji hev sar bû?

      • Çi alî wan kir ku ew dîsa nêzîkî hev bibin?

      1. Korîntî 10:24 û Kolosî 3:13 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Tu çawa dikarî li gor vê şîretê zewaca xwe xurttir bikî?

      Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji hev re hurmetê nîşan bidin. Romayî 12:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima ne baş e, eger em bêjin gerek pêşîn jin yan mêrê me qedir û hurmetê nîşanî me bide?

  • Yekîtiya Civatê Biparêze
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 3. Eger tu bi xwişk yan birayekî re li hev nekî, tu dikarî çi bikî?

      Rast e, yekîtiya me heye, lê em ne bêqisûr in. Carinan em dilê hevdû dihêlin yan diêşînin. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em hevdû tim efû bikin, û çawa ku Yehowa me ji dil efû dike, gerek em jî kesên din efû bikin (Kolosî 3:13 bixwîne). Me gelek caran dilê Yehowa êşandiye, lê dîsa jî wî em tim efû kirine. Loma ew ji me dixwaze ku em birayên xwe efû bikin. Gelo te dilê kesekî êşandiye? Eger wisa be, here ba wî kesî û bi wî re li hev were (Meta 5:23, 24 bixwîne).b

  • Yekîtiya Civatê Biparêze
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 5. Ji dil efû bike û aştiyê çêke

      Qet ne hewce ye ku em Yehowa efû bikin. Lê dîsa jî ew me tim ji dil efû dike. Zebûr 86:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo Yehowa hazir e ku me efû bike?

      • Tu çima ji bo efûya wî pir şikurdar î?

      • Çima carinan zor e ku em bi kesên din re aştiyê çêkin?

      Ji bo ku em bi xwişk û birayan re di yekîtiyê de bimînin, em ji Yehowa çi dielimin? Methelokên Silêman 19:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger kesek te aciz bike yan dilê te biêşîne, tu dikarî çi bikî?

      Carinan em dilê kesên din diêşînin. Wê çaxê, gerek em çi bikin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Yê ku Aştiyê Çêdike, Bereketan Distîne (6:01)

      • Xwişka me ji bo ku aştiyê çêke, çi kir?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne