-
Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
1. Tu çawa dikarî ji kesên din re behsa tiştên ku tu dielimî bikî?
Şagirtên Îsa Mesîh wisa gotibû: “Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:20). Wan ji rastiyê ew qas hez dikir ku wan dixwest bi her kesî re li ser wê sohbetê bikin. Gelo dilê te jî vêya dixwaze? Erê, tu dikarî li rê û fersendan bigerî ku tu ji malbat û hevalên xwe re bi xweşikahî behsa Kitêba Pîroz bikî (Kolosî 4:6 bixwîne).
Tu çawa dikarî dest bi xeberdanê bikî?
Gava ku tu bi malbata xwe re sohbetê bikî, tu dikarî bi van gotinan bala wan bikişînî ser Kitêba Pîroz: “Vê heftiyê ez elimîm tiştekî pir xweş ku bala min kişand.”
Eger hevalekî te nexweş yan xemgîn be, jê re ayeteke xweş bixwîne.
Dema ku hevalkarên te ji te bipirsin, ka heftiya te çawa derbas bûye, tu dikarî ji wan re behsa kursa Kitêba Pîroz yan civînê bikî.
Ji hevalên xwe re malpera jw.org nîşan bide.
Kesekî din dawetî kursa xwe ya Kitêba Pîroz bike, yan nîşanî wan bide ku ew çawa dikarin xwe bi xwe li ser jw.org kursa Kitêba Pîroz bixwazin.
-
-
Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Bi xeberdana xwe qedrê kesên din bigire
Gava ku tu xebera xêrê belav dikî, bala xwe bidê ku tu çi çawa dibêjî. 2. Tîmotêyos 2:24 û 1. Petrûs 3:15 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Ev ayet çawa alî te dikin ku tu bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz bipeyivî?
Eger hin ferdên malbata te yan hevalên te wek te nefikirin, gelo tu dikarî çi bikî? Gerek tu çi nekî?
Li şûna ku em ji wan re bi hişkî behsa Kitêba Pîroz bikin, çima çêtir e ku em bi alîkariya pirsên maqûl bi wan re sohbetê bikin?
-