-
Ferqa Xizmetkarên Xwedê ji Kesên Din Çi ye?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Çile
-
-
9. Wê baş be ku zarok çi bike?
9 Ji bo ku zarokek xwe ji ruhê bêîtaetiyê biparêze, wê baş be ku ew bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wî ji bo wî çi kiriye. Gerek ew hem kirinên dê û bavê xwe teqdîr bike hem jî fehm bike ku îtaet, emrê Xwedê ye – yê ku Bavê me hemûyan e. Eger zarok ji bo dê û bavê xwe baş bipeyive, zarokên din jî wê li dê û bavê xwe baş binêrin. Helbet, eger dê û bav “bêdilovanî” û dilkevir bin, dibe ku ji zarok re zor bê ku ew ji dil guh bide wan. Lê eger ciwan fehm bike ku dê û bavê wî jê çi qas hez dike, ewê bixwaze her tim guhdariya wan bike – carinan zor be jî. Austin wisa dibêje: “Min car caran dixwest tiştên nerast bikim, lê dê û bavê min rêberiya maqûl dida min, ji min re îzah dikir ku gerek ez çima bi ya wan bikim û her tim guh dida fikir û gotinên min. Vê yekê alî min dikir ku ez guhdariya wan bikim. Min fehm dikir ku ew ji min hez dikin, loma min dixwest dilê wan şa bikim.”
10, 11. (a) Kêmasiya hezkirinê bi kîjan sifatên xerab eyan dibe? (b) Şagirtên Îsa ji însanên din çi qas hez dikin?
10 Pawlos behsa sifatên din jî kir, ên ku ji kêmasiya hezkirinê tên meydanê. Piştî ku wî got ku mirov wê bibin “neguhdarên dê û bavan”, wî got ku ewê “nankor” bin. Kesên nankor xêra ku ew ji aliyê kesên din ve dibînin, teqdîr nakin. Wekî din, Pawlos got ku mirov wê “nepak”, “bêrehm”, “çêrker” û “xayîn” bin. Mirovên wisa bi kesên din li hev nakin û peyvên nexweş serf dikin – hem li ber mirovan hem jî li ber Xwedê. Wekî din, gelek mirov “buxtankar” in, yanî îtibara kesên din reş dikin.a
-
-
Ferqa Xizmetkarên Xwedê ji Kesên Din Çi ye?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Çile
-
-
a Peyva Yewnanî ya ku wek “buxtankar” an “îftiraker” tê wergerandin, dîabolos e. Ev peyv, yek ji navên Îblîs e, yê ku li Xwedê îftira dike.
-