-
Çima Hêja ye ku Tu Werî Civînên Şahidên Yehowa?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 10
Çima Hêja ye ku Tu Werî Civînên Şahidên Yehowa?
Tu qet çûyî civînên Şahidên Yehowa? Eger tu neçûbî, belkî tu fedî dikî ku tu cara pêşîn herî civînên wan. Dibe ku tu ji xwe re dibêjî: “Ma ew çi civîn in? Çima muhîm e ku ez herim wê derê?” Di vê dersê de, tuyê bibînî ku civînên Şahidên Yehowa çawa dikarin alî te bikin ku tu nêzîkî Xwedê bibî.
1. Çima Şahidên Yehowa li hev dicivin?
Pêxemberekî Xwedê nivîsîbû ku çima muhîm e ku em li hev bicivin. Wî wisa gotibû: “Di civatê de ezê pesnê te bidim ya Xudan” (Zebûr 26:12). Loma, Şahidên Yehowa jî bi kêfxweşî li hev dicivin. Li seranserê dinyayê, ew her hefte bi hev re dicivin ku ji Xwedê re îbadetê bikin, pesnê wî bidin û jê re dua bikin. Ji xeynî vê, ew di salê de çend caran ji bo îbadetê civînên mezin jî çêdikin.
2. Însan di civînên me de çi hîn dibe?
Di civînan de, em ji Peyva Xwedê hîn dibin û maneya wê ji me re tê zelalkirin (Nehemya 8:8 bixwîne). Eger tu werî îbadetên me, tuyê li ser Yehowa û sifetên wî yên pir xweş gelek tiştan hîn bibî. Her çi qas tu fehm bikî ku Xwedê ji te pir hez dike, tuyê ew qas zêde jî nêzîkî wî bibî. Tuyê bi çavên xwe bibînî ku Yehowa çawa dikare alî te bike ku tu di jiyana xwe de bi rastî kêfxweş bî (Îşaya 48:17, 18).
3. Çima muhîm e ku em ji bo îbadetê bi kesên din re bicivin?
Yehowa ji me dixwaze ku “em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin … [û] em dev ji civînên xwe bernedin” (Îbranî 10:24, 25). Li civînên me, tuyê însanên ku bi rastî ji hevdû hez dikin û xema hev dixwin, bibînî. Û mîna te, ew jî dixwazin li ser Xwedê bielimin gelek tiştan. Tu dikarî ji devê wan bibihîzî ku ew çawa fikrên xweş ji Kitêba Pîroz dibêjin û hevdû ava dikin (Romayî 1:11, 12 bixwîne). Wekî din, tu dikarî bi kesên din re sohbetê bikî û li halê wan bipirsî. Tuyê bibînî ku ew çawa ji heqê derdên xwe derdikevin û wan safî dikin. Ev bi tenê çend sebeb in ku Yehowa çima dixwaze em tim li hev bicivin!
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Civînên Şahidên Yehowa çawa derbas dibin? Ji bo ku em herin civînan, çima ked û xîreta me hêja ye?
4. Civînên Şahidên Yehowa
Di sedsala yekê de, Mesîhiyên pêşîn tim li hev kom dibûn ku ji Yehowa re îbadetê bikin (Romayî 16:3-5). Kolosî 3:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Mesîhiyên pêşîn çawa ji Yehowa re îbadet dikir?
Îro, Şahidên Yehowa jî ji bo îbadetê tim li hev kom dibin. Ji bo ku tu bibînî ku civînên me çawa derbas dibin, vê VÎDEOYÊ vêxe. Paşê, li sûretê civînê binêre û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Civînên ku li Salona Îbadetê çêdibin û ayeta Kolosî 3:16 çawa hev digirin?
Di vîdeo yan sûretê civînê de, çi bala te kişand û dilê te girt?
2. Korîntî 9:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima li civînên Şahidên Yehowa pere nayê topkirin?
Bi mamosteyê xwe re li bernameya civînên vê heftiyê binêre û bibîne ku li civînê li ser çi tê sohbetkirin.
Kîjan qismê civînê bala te dikişîne û ji bo te bifeyde ye?
Hêjayî gotinê ye
Li ser malpera jw.org, tu dikarî bibînî ku civînên me li seranserê dinyayê kengê û li ku derê çêdibin.
Civînên me bi kilam û duayê dest pê dikin û bi eynî awayî jî xelas dibin. Li wir gotar, sohbet û vîdeo tên pêşkêşkirin
Her kes dikare di dema hin qismên civînê de fikrên xwe bibêje
Em bi hatina jin û mêran, pîr û kalan, keç û xort û zarokan, yanî em bi hatina her kesî pir kêfxweş dibin
Civînên me bê pere ne, derî ji bo her kesî vekirî ye, û Şahidên Yehowa ji tu kesî pere top nakin
5. Ji bo çûn û hatina civînan ked û tehb lazim e
Bala xwe bide mîsala malbata Îsa Mesîh. Gava ew her sal diçûn cejnên ji bo îbadetê, ew bi qasî 100 kîlometreyan li ser rêyên çiyayî ji Nisretê diçûn Orşelîmê. Lûqa 2:39-42 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi difikirî, gelo ji bo vê seferê ked û tehb lazim bû?
Gelo ji te re ked û tehb lazim e ku tu werî civînan?
Gelo ev ked û tehba te hêja ye? Çima?
Kitêba Pîroz dibêje ku pir muhîm e ku em ji bo îbadeta Yehowa li hev bicivin. Îbranî 10:24, 25 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima lazim e ku em tim herin civînan?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Ne hewce ye ku ez bi kesên din re bicivim. Ez dikarim Kitêba Pîroz li malê bixwînim.”
Kîjan ayet yan mîsala ji Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa çi dixwaze?
BI ÇEND GOTINAN
Eger tu werî civînan, tuyê Yehowa baştir nas bikî, dostaniya xwe ya bi wî re xurttir bikî û tevî kesên din jê re îbadetê bikî.
Tu çi elimî?
Yehowa çima dixwaze ku em bi kesên din re bicivin?
Tuyê di civînên Şahidên Yehowa de çi hîn bibî?
Çima pir hêja ye ku tu werî civînan?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Tu dixwazî werî civînên Şahidên Yehowa? Ka binêre ku zilamekî çima pêşî fedî dikir ku were civînê, lê paşê jê hez dikir.
Bibîne ku xortekî çawa xîret dikir ku here civînan.
Bielime ku hin kes li ser çûn û hatina civînan çi dibêjin.
“Çima Hêja ye ku Em Herin Civînên li Salona Îbadetê?” (Meqaleya Înternetê)
Zilamekî zalim di komeke çeteyan de bû. Gelo çûn û hatina civînên Şahidên Yehowa çawa alî wî kir ku ew xwe biguherîne?
“Ez Bê Demançeya Xwe Qet Nediçum Derekê” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2014)
-
-
Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê xerabtir dibe
Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku, piştî ku ew bibe Padîşah halê dinyayê wê çawa be. Lûqa 21:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo te di emrê xwe de tiştên wisa dîtine yan bihîstine?
Pawlosê şandî gotibû ku însanên di rojên dawîn de wê çawa bin. 2. Tîmotêyos 3:1-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo te di emrê xwe de însanên wisa dîtine?
6. Ji ber ku Padîşahiya Xwedê hukim dajo, gerek em çi bikin?
Meta 24:3, 14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Kîjan karê muhîm nîşan dide ku Padîşahiya Xwedê niha hukim dajo?
Tu çawa dikarî tev li vî karî bibî?
Padîşahiya Xwedê niha li ezmên hukim dajo, û di wexteke nêzîk de, ewê li ser temamiya dinyayê hukim bajo. Îbranî 10:24, 25 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Ji ber ku em “dibînin ku roja Xudan nêzîk dibe,” gerek em çi bikin?
Eger te bizanibûya ku tiştek dikare alî kesekî din bike û jiyana wî xelas bike, teyê çi bikira?
-