-
Li gel Tengasiyan Dilxweşiya Xwe Winda NekeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Sibat
-
-
2 Bi normalî, însan zilmê wek sebebeke ji bo şabûnê nabînin. Li gor Peyva Xwedê, gelo gerek em li zehmetan çawa binêrin? Mesela, Aqûbê şagirt nivîsîbû ku gava em zehmetan dikişînin, gerek em bi zêdeyî dilteng nebin, lê dilxweş bin (Aqûb 1:2, 12). Wekî din, Îsa Mesîh gotibû ku eger mirov zilmê li me bikin, gerek em dîsa jî dilşad bin (Metta 5:11 bixwîne). Gava em dikevin tengasiyê, gelo em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin? Di vî warî de, nameya ku Aqûb li sedsala yekê ji şagirtên Îsa Mesîh re nivîsîbû dikare alî me bike. Lê pêşî, ka em bibînin ku li wê demê, xwişk û bira rastî çi cure tengasiyan dihatin.
LI SEDSALA YEKÊ, ŞAGIRTÊN ÎSA RASTÎ ÇI CURE TENGASIYAN DIHATIN?
3. Wexteke kin piştî ku Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh, çi qewimî?
3 Wexteke kin piştî ku birayê Îsa Mesîh Aqûb bû şagirtê wî, li bajarê Orşelîmê li dijî xwişk û birayan muxalefetê dest pê kir (Karên Şandiyan 1:14; 5:17, 18). Piştî kuştina Steyfan, gelek şagirtên Îsa Mesîh ji bajêr reviyan û “ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê”. Hin kes heta Qibris û Entakyayê çûn (Karên Şandiyan 7:58–8:1; 11:19). Bîne ber çavê xwe ku halê wan çi qas zor bû! Dîsa jî, wan mizgîn li her derê bi xîret belav dikir, û li temamiya Împaratoriya Romayê gelek civat hatin saz kirin (1. Petrûs 1:1). Lê belê, çendek bi şûn de, ew rastî tengasiyên hê jî girantir hatin.
4. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh rastî çi cure zehmetan dihatin?
4 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh rastî gelek zehmetan dihatin. Mesela, weke sala 50yan a P.M., Împaratorê Romayî “Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin”. Loma, Cihûyên ku şagirtên Îsa Mesîh bûn bi mecbûrî ji malên xwe derketin û li cihên din cihwar bûn (Karên Şandiyan 18:1-3). Weke sala 61ê ya P.M., Pawlosê şandî nivîsî ku xwişk û birayên li ber her kesî hatibûn şermezarkirin, hebskirin û talankirin (Îbranî 10:32-34). Ji xeynî vê, hin şagirtên Îsa Mesîh jî wek mirovên din feqîr bûn û nexweş diketin (Romayî 15:26; Filîpî 2:25-27).
-
-
Li gel Tengasiyan Dilxweşiya Xwe Winda NekeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Sibat
-
-
Wek alava ku di hundirê fenerekê de tê parastin ku venemire, dilxweşiya ku Yehowa dide di dilê me de venamire (Li paragrafa 6an binêre)
6. Li gor Lûqa 6:22, 23, şagirtên Îsa Mesîh çima dikarin li gel tengasiyan dilxweş bin?
6 Hin kes difikirin ku bes eger siheta wan baş be, pereyê wan pir be û malbata wan bihizûr be, ewê dilşad bin. Lê belê, dilxweşiya ku Aqûb behsa wê dikir, pareke “berê Ruh” e û bi hal û rewşa me ve girêdayî nîne (Galatî 5:22). Şagirtên Îsa Mesîh dilxweş û dilşad in ji ber ku ew wî dişopînin û dizanin ku Yehowa ji wan razî ye (Lûqa 6:22, 23 bixwîne; Kolosî 1:10, 11). Wek alava ku di hundirê fenerekê de tê parastin ku venemire, ev dilxweşî di dilê şagirtên Îsa Mesîh de dişewite. Gava siheta wan xera dibe yan pereyê wan namîne, ev dilxweşî venamire. Wekî din, muxalefet û qerfên mirovên din nikarin vê alavê vemirînin. Bi ser de, gava muxalif dikin ku vê alavê vemirînin, ev alav hê jî gurtir dibe. Wexta ku em seba baweriya xwe rastî tengasiyan tên, ev yek îsbat dike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in (Metta 10:22; 24:9; Yûhenna 15:20). Loma, Aqûb wisa nivîsî: “Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin” (Aqûb 1:2).
-