-
Ji Xwedayê Azadiyê re Xizmet BikeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Nîsan
-
-
Gelo tu azadiya xwe ji bo daxwaza Yehowa an jî ji bo kêfa xwe bi kar tînî? (Li paragrafên 8 heta 10an binêre)
8, 9. (a) Petrûsê şandî got ku gerek em azadiya xwe çawa bi kar neynin? (b) Îro çi talûke hene?
8 Ji xeynî vê ku em şikurdar bin, gerek em azadiya xwe ji bo xwestekên nefsê nekin bahane (1. Petrûs 2:16 bixwîne). Gerek em hay ji xwe hebin ku em nebin wek Îsraêliyan. Îro, Îblîs û dinya gelek tişt pêşkêşî me dikin – kinc, xwarin û vexwarin, kêf û şahî û gelek tiştên din. Seba reklamên qurnaz, dibe ku dilê me bikeve ser tiştên ku bi eslê xwe ji me re ne lazim in. Talûkeyeke pir mezin heye ku em jî bikevin van dafikan û azadiya xwe bi awayekî nerast bi kar bînin!
-
-
Ji Xwedayê Azadiyê re Xizmet BikeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Nîsan
-
-
11. Yehowa em çima azad kirine?
11 Di nameya xwe de, Petrûs got ku li şûna ku em azadiya xwe bi awayekî xerab bi kar bînin, gerek em “wek xulamê Xwedê bijîn”. Yanî, sebeba ku Yehowa em bi destê Îsa ji qanûna guneh û mirinê azad kirine ev e ku em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin.
12. Nûh û malbata wî ji me re çawa bûn nimûne?
12 Ji bo ku em azadiya xwe bi awayekî xerab bi kar neynin û dîsa nebin koleyên xwestekên nefsê, gerek em bala xwe bi temamî bidin armancên ruhî (Gal. 5:16). Mesela, bîne ber çavê xwe ku Nûh pêxember û malbata wî çi kiribû. Li wê demê, dinya bi xerabî û bêexlaqiyê ve tije bû. Dîsa jî, Nûh û malbata wî wek însanên din nediketin li pey xwestekên nefsê. Li şûna vê, wan bala xwe dida îşê ku Yehowa dabû wan: çêkirina gemiyê, topkirina erzaq ji bo xwe û ji bo heywanan û hişyarkirina mirovan ji bo Tofanê. “Nûh li gor hemû tiştê ku Xwedê jê re emir kiribû, ûsa kir” (1. Mû. 6:22). Di netîceyê de, Nûh û malbata wî di Tofanê de sax man (Îbr. 11:7).
13. Îsa çi îş daye şagirtên xwe?
13 Îro, Xwedê îşekî muhîm daye şagirtên Îsa (Lûqa 4:18, 19 bixwîne). Îblîs hişê piraniya însanan kor dike, loma ew di bindestiya dînî, ekonomîk û civakî de ne (2. Kor. 4:4). Wek Îsa, em dikarin alî mirovan bikin ku ew Xwedayê azadiyê Yehowa nas bikin û jê re îbadetê bikin (Met. 28:19, 20). Helbet, ev ne îşekî hêsan e. Li hin welatan, gelek kes naxwazin der heqê Xwedê de melûmatê bistînin. Hinek jî ji me nefret dikin. Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirisin: “Ez çawa dikarim azadiya xwe bi kar bînim ji bo ku ez îşê Padîşahiya Xwedê zêdetir destek bikim?”
-