KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 1. Madem ku pêxemberan Kitêba Pîroz nivîsandiye, çima jê re “Peyva Xwedê” tê gotin?

      Kitêba Pîroz ji aliyê teqrîben 40 pêxemberan ve hatiye nivîsandin. Kitêba pêşîn berî 3.500 salan û ya dawîn jî berî 1.900 salan hatiye nivîsandin. Û nivîskarên Kitêba Pîroz bi esl û emrê xwe ji hev cuda bûn. Lê dîsa jî, hemû qismên Kitêba Pîroz hev digirin û ne li dijî hev in. Çimkî Kitêba Pîroz bi eslê xwe Peyva Xwedê ye (1. Selanîkî 2:13 bixwîne). Pêxemberan ne fikrên xwe nivîsandin, lê belê wan “bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine”a (2. Petrûs 1:21). Xwedê fikrên xwe bi destê ruhê pîroz dan pêxemberan, û wan jî ew nivîsandin (2. Tîmotêyos 3:16).

  • Kitêba Pîroz li ser Yehowa Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 4. Ruhê pîroz hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e

      Albûm: Tiştên ku bi destê ruhê pîroz çêbûne. 1. Gerstêrk û gerdûn. 2. Nivîskarekî Kitêba Pîroz fikrên Xwedê li ser kaxizekê dinivîse.

      Çawa ku em bi destên xwe dişixulin, Yehowa jî bi ruhê pîroz dişixule. Kitêba Pîroz zelal dike ku ruhê pîroz ne şexsek e, lê hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e. Xwedê bi vê hêz û qewetê her tiştî dike. Lûqa 11:13 û Karên Şandiyan 2:17 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Xwedê wê ruhê pîroz “bide wan ên ku ji wî dixwazin”. Gelo ruhê pîroz şexsek e, yan jî hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e? Tu çima wisa dibêjî?

      Yehowa bi destê ruhê pîroz tiştên pir xweş û ecêb çêdike. Zebûr 33:6 û 2. Petrûs 1:20, 21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Yehowa bi destê ruhê pîroz çi çêkiriye?

      Albûm: Tiştên ku bi destê ruhê pîroz çêbûne. 1. Gerstêrk û gerdûn. 2. Nivîskarekî Kitêba Pîroz fikrên Xwedê li ser kaxizekê dinivîse.
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne