-
Kitêba Pîroz li ser Yehowa Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me hez dike?
Ji nav sifetên Yehowa, hezkirina wî bêhempa ye. Bi rastî jî, “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhena 4:8). Yehowa hezkirina xwe hem bi destê Kitêba Pîroz hem jî bi destê tiştên ku wî çêkirine, nîşan dide (Karên Şandiyan 14:17 bixwîne). Ka bifikire ku wî em çawa çêkirine. Em dikarin rengên bedew bibînin, muzîka xweş bibihîzin û xwarinên tehmxweş bixwin. Pir eşkere ye ku Yehowa dixwaze em ji jiyanê kêfê bistînin.
-
-
Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan DibêjinHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Dînên sexte bi navê Xwedê çi tiştên xerab dikin?
Yehowa xêra însanan dixwaze. Lê dînên sexte xêra me naxwazin. Kitêba Pîroz li ser dînên sexte dibêje ku “gunehên wê gihîştin heta bi ezmên” (Peyxam 18:5). Bi sedan salan, dînên sexte hem dest avêtine siyasetê û hem jî tev li şeran bûne. Ji ber vê yekê, gelek însan hatine kuştin. Hin rêberên dînî dixwazin li ser kîsê xelkê jiyaneke xweş û rihet derbas bikin û ji mirîdên xwe pereyan dixwazin. Kirin û emelên wan îsbat dikin ku ew Xwedê qet nas nakin, û heqê wan tune ye ku ew Xwedê temsîl bikin (1. Yûhena 4:8 bixwîne).
-