-
Şikurdariya Xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re Nîşan BideHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Şikurdariya xwe bi kirinên xwe nîşan bide
Xeyal bike ku kesek te ji mirinê xelas dike. Teyê qet ji bîr bikira ku wî kesî ji bo te çi kiriye? Gelo teyê şikurdariya xwe jê re çawa nîşan bidaya?
Yehowa Xwedê Îsa Mesîh şand dinyayê ku me ji mirinê xelas bike. 1. Yûhena 4:8-10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima fîdyeya Îsa Mesîh diyariyeke pir biqîmet e?
Kirinên Yehowa û Îsa Mesîh li ser te çawa tesîr dikin?
Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo kirinên Yehowa û Îsa Mesîh nîşan bidin? 2. Korîntî 5:15 û 1. Yûhena 4:11 û 5:3 bixwîne. Piştî xwendina her ayetê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Li gor vê ayetê, tu çawa dikarî şikurdariya xwe nîşan bidî?
-
-
Çima Gerek Em Jiyana Xwe Bidin Destê Yehowa û Bin Av Bibin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
1. Çi dikare dilê te xurt bike ku tu sonda xwedayînê bixwî?
Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em jiyana xwe teslîmî destê wî dikin (1. Yûhena 4:10, 19). Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Marqos 12:30). Em hezkirina xwe ya ji Xwedê re ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan didin. Çawa ku hezkirina di navbera qîz û xortekî de dilê wan xurt dike ku ew bi hev re bizewicin, bi eynî awayî hezkirina me ya ji Yehowa re jî dilê me xurt dike ku em jiyana xwe bidin destê wî û bin av bibin.
-