-
Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Gulan
-
-
Diqewime Gayos nazirê civatê bû, lê di namekê de ew yek nayê gotinê. Yûhenna payê Gayos da bona mêvanheziya wî hindava xwişk û birayan, hela hê hindava yên nenas jî. Û wî got ku bi vê yekê dilsoziya Gayos eyan dibe, çimkî mêvanhezî ew hunur e, bi kîjan timê xizmetkarên Xwedê eyan dibin (1. Mû. 18:1-8; 1. Tîm. 3:2; 3. Yûh. 5).
Ji gotinên Yûhenna em dibînin, ku Mesîhiya timê rêwîtî dikirin li ciyê kîderê ku Yûhenna dima û nêzîkî civatan. Ew xwişk û birayan helbet wê ji Yûhenna re bigotana ku rastî çi çetinayan hatine. Diqewime ku bi destê vê yekê Yûhenna deng û besa pêdihesiya der heqê wan civatan de.
Hilbet Mesîhiyên rêwî wê bixwestana cem xwişk û birayan bimana, çimkî di xanan de xirabî dihate kirinê û bênamûsî belavbûyî bû. Fehmdarî ye yên ku rêwîtî dikirin, eger hevalên wan hebûna, wê cem hevalên xwe bimana, lê şagirtên Îsa cem Mesîhiya diman.
-
-
Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Gulan
-
-
Ya sisêyan, em gerek bi dil û can payê wan xwişk û birayan bidin, yên ku di nava tengasiya de bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Hilbet Yûhennayê şandî Gayosê teşwîq dikir û wî da bawerkirinê, ku ew tiştên rast dike. Îro kal gerek çav bidine Yûhenna, ku xwişk û birayan qewî kin, da ku ew newestin (Îşa. 40:31; 1. Sel. 5:11).
-