-
Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Gulan
-
-
ALÎKARÎ DEMA ÇETINAYA
Yûhenna ne tenê bona payîdayînê ji Gayos re nivîsî, wî wisa jî dixwest di çetinaya mezin de alî wî bike. Birakî bi navê Diyotrefîs nedixwest ji Mesîhiyên rêwî re mêvanheziyê nîşan ke. Wî hela hê rê xwişk û birayên din jî digirt, ku wan mêvana qebûl nekin (3. Yûh. 9, 10).
Bêşik, tu şagirtê Îsa wê nexwesta cem Diyotrefîs mêvan bimîne. Di civatê de wî xwe li ser yên din re digirt, û Yûhenna jî der heqê wî de tiştên qenc ne got. Hin jî Diyotrefîs bi hemdê xwe tiştên xirab digot ser Yûhenna û yên din. Yûhenna ser wî ne got ku ew dersdarê qelp e, lê Diyotrefîs navê Yûhenna şandî dêxist. Diyotrefîs pey navê xwe diket û nihêrandina wîye nerast, dilsoziya wî dikire bin şikê. Serpêhatiya Diyotrefîs nîşan dike, ku di civatê de dikare tiştekî wisa biqewime, ku mirovên xwehez û babax şer-dewa bikine di nava civatê de. Loma jî Yûhenna gote Gayos: “Çavê xwe nede tiştê xirab”. Ew şîret wisa jî bona me ye (3. Yûh. 11).
-
-
Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Gulan
-
-
Ya diduwan, em gerek ecêbmayî nemînin eger di civatê de caran qedirê kesekî dêxin. Birakî qedirê Yûhenna dêxist û Pawlos jî rastî vê çetinayê hat (2. Kor. 10:7-12; 12:11-13). Gelo em gerek çi bikin, eger di civatê de em rastî vê çetinayê bên? Pawlos ji Tîmotêyos re şîreteke wisa da: “Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be”. Belê, eger kesek miqabilî me ye, lê em xwegirtî ne û hêrsa xwe digirin, dilê wan dikare nerm be û hêdî-hêdî ew li ser me baş bifikirin. Lê Yehowa “belkî . . . fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin” (2. Tîm. 2:24, 25).
-