-
Kitêba Pîroz Hêviyeke Xweş DideHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Kitêba Pîroz li ser pêşeroja me çi dibêje?
Kitêba Pîroz li ser pêşerojê dibêje ku “êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4 bixwîne). Îro derdên mîna feqîrî, bêedaletî, nexweşî û mirin hene. Ew dikarin barê jiyana me giran bikin û me bê hêvî bihêlin. Kitêba Pîroz soz dide ku ev kul û derd êdî wê nemînin. Ew dibêje ku dinya wê bibe cenet, û her kes wê heta bi hetayê dilşad be.
-
-
Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
7. Xwedê wê hemû kul û derdên însanan ji holê rake
Îşaya 65:17 û Peyxam 21:3, 4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo fikra ku Yehowa wê hemû tiştên xerab tune bike, dilê te xweş dike?
Hêjayî gotinê ye
Gava ku Îblîs fesadiya pêşîn kir, wî bêbextî li Yehowa kir. Wî got ku Yehowa ne hukimdarekî qenc û adil e. Lê, gava ku Yehowa di wexteke nêzîk de hemû kul û derdên însanan tune bike, ewê xwe heq û heqdar derxe. Yanî, ewê îsbat bike ku hukimdariya wî ya herî baş e. Belê, pîrozkirina navê Yehowa daweya herî mezin a gerdûnê ye (Meta 6:9, 10).
-