-
Xwedê Kî ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Kitêba Pîroz li ser Yehowa çi dibêje?
Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e. Gelo çima? Ji bo vê yekê gelek sebeb hene. Li erd û ezmanan ji Yehowa mezintir tu kes tune ye. Kitêba Pîroz li ser Xwedê wisa dibêje: “Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz [mezin] î” (Zebûr 83:18 bixwîne). Ew “Karîndarê her tiştî” ye, yanî Qadirê Mutleq e. Ji ber vê yekê hêz û qeweta wî têra her tiştî dike, û ew çi bixwaze dikare wê bike. Xwedê “her tişt afirandin”, yanî wî gerdûn û jiyana li ser erdê çêkiriye (Peyxam 4:8, 11). Jixwe tenê Yehowa her tim hebûye, û ewê heta bi hetayê jî hebe (Zebûr 90:2).
-
-
Gerek Em ji Xwedê re Çawa Îbadetê Bikin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Ji ber ku Yehowa Xaliqê me ye, tenê ew hêja ye ku em jê re îbadetê bikin (Peyxam 4:11). Yanî, em ji Xwedê pir hez dikin û di îbadetê de tiştên mîna sûret, pût û heykelan bi kar naynin (Îşaya 42:8 bixwîne).
Gerek îbadeta me “pîroz û ji bo Xwedê meqbûl” be (Romayî 12:1). Yanî, gerek em li gor qanûn û pîvanên wî yên ji bo exlaqê bijîn. Mesela, kesên ku ji Yehowa hez dikin, guh didin pîvanên wî yên ji bo zewacê. Wekî din, ew xwe ji tiştên bizerar dûr digirin. Mesela, ew cixare, titûn û madeyên narkotîkê naşixulînin, serxweş nabin û derman û îlacên tibî ji bo mexsedên şaş bi kar naynin.a
-