-
Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Gulan
-
-
DIJMINÊN XWEDÊ KÎ NE?
CINAWIRÊ BI HEFT SERAN
Ew “ji deryayê” derdikeve û heft serî, deh stro û deh tacên wî hene (Peyxam 13:1-4). Ev cinawir hemû qudretên siyasî, yên ku heta niha li ser însanan hukim ajotiye, temsîl dike. Heft serên wî heft qudretên dinyayê temsîl dikin, ên ku li ser xizmetkarên Xwedê pir tesîr kiriye (Li paragrafên 6 heta 8an binêre)
6. Cinawirê bi heft seran, ê ku li Peyxam 13:1-4 derbas dibe, çi temsîl dike?
6 Cinawirê bi heft seran çi temsîl dike? (Peyxam 13:1-4 bixwîne). Ev cinawir wek piling yan pars xuya dike, lê lingên wî wek lingên hirçan û devê wî wek devê şêran e, û deh stroyên wî hene. Ev xisûsiyet li çar cinawirên beşa 7an a kitêba Danîêl jî hene. Lê belê, di kitêba Peyxamê de, hemû xisûsiyetên çar cinawirên kitêba Danîêl di yek cinawirî de hene. Ayet dibêje ku ev cinawir “li ser her bavik, gel, ziman û miletan” hukim dajo. Loma, em fehm dikin ku ev cinawir ne tenê hukûmetekê yan împaratoriyeke cîhanî, lê tiştekî hê mezintir temsîl dike (Peyxam 13:7). Eşkere ye ku ev cinawir hemû qudretên siyasî, yên ku heta niha li ser dinyayê hukim ajotiye, temsîl dikeb (Waiz 8:9).
-
-
Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Gulan
-
-
b Ji xeynî vê, ev yek ku “deh strûyên” cinawirê bi heft seran hene nîşan dide ku ew hemû qudretên siyasî temsîl dike. Di Kitêba Pîroz de, hejmara “deh” gelek caran rewşa temamiyê temsîl dike.
-