KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 6. Xwedê dixwaze ku însan ji dînên sexte derkevin

      Peyxam 18:4a bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Li gor vê ayetê, Xwedê dixwaze ku însan ji dînên sexte derkevin û ji tesîra wan xelas bibin. Gelo tu li ser vê yekê çi difikirî?

  • Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em bi her awayî ji dînê sexte dûr dikevin. Gerek karê me, teşkîlatên ku em endamên wan in yan jî fealiyetên me yên din, bi dînê sexte ve girêdayî nebin. Yehowa me bi van gotinan hişyar dike: “Ya gelê min, ji wê [Babîla Mezin], derkevin” (Peyxam 18:2, 4).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

  • Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Ji Babîla Mezin Derkevin! (5:06)

      Dîmenek ji vîdeoya ‘Ji Babîla Mezin Derkevin!’ Piştî ku xwendekareke Kitêba Pîroz karê xwe yê di dêrê de betal dike, ew rûyê xwe ji keşîşekî difetilîne û diçe.

      Lûqa 4:8 û Peyxam 18:4, 5 bixwîne û cewabên van pirsan bide:

      • Gelo ez hê jî endamekî dînê sexte me yan tev li fealiyetên wan dibim?

      • Gelo ez endamê komele yan teşkîlatekê me, ya ku bi dînê sexte ve girêdayî ye?

      • Gelo ez bi karê xwe dînê sexte destek dikim?

      • Gelo hewce ye ku ez di warekî din de ji dînê sexte qut bibim?

      • Eger cewaba yek ji van pirsan erê be, gerek tu çi bikî?

      Di her halekî de, qerareke wisa bide ku wijdanê te rihet be û tu ji Yehowa re dilsoz bimînî.

      Xwişkek û kurê wê ji marketê derdikevin. Li wir, jinek ji bo teşkîlateke dînî bexşan top dike. Xwişka me û kurê wê di ber wê re derbas dibin.

      Gelo teyê bexş bidaya teşkîlateke dînî ya xêrxwaz?

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger ez bizanibim serhildêrên li hemberî rastiyê çi dibêjin, ezê îbadeta Yehowa baştir biparêzim.”

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne