-
Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan DibêjinHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Dînên sexte bi navê Xwedê çi tiştên xerab dikin?
Yehowa xêra însanan dixwaze. Lê dînên sexte xêra me naxwazin. Kitêba Pîroz li ser dînên sexte dibêje ku “gunehên wê gihîştin heta bi ezmên” (Peyxam 18:5). Bi sedan salan, dînên sexte hem dest avêtine siyasetê û hem jî tev li şeran bûne. Ji ber vê yekê, gelek însan hatine kuştin. Hin rêberên dînî dixwazin li ser kîsê xelkê jiyaneke xweş û rihet derbas bikin û ji mirîdên xwe pereyan dixwazin. Kirin û emelên wan îsbat dikin ku ew Xwedê qet nas nakin, û heqê wan tune ye ku ew Xwedê temsîl bikin (1. Yûhena 4:8 bixwîne).
-
-
Ji Yehowa re Dilsoz BimîneHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Lûqa 4:8 û Peyxam 18:4, 5 bixwîne û cewabên van pirsan bide:
Gelo ez hê jî endamekî dînê sexte me yan tev li fealiyetên wan dibim?
Gelo ez endamê komele yan teşkîlatekê me, ya ku bi dînê sexte ve girêdayî ye?
Gelo ez bi karê xwe dînê sexte destek dikim?
Gelo hewce ye ku ez di warekî din de ji dînê sexte qut bibim?
Eger cewaba yek ji van pirsan erê be, gerek tu çi bikî?
Di her halekî de, qerareke wisa bide ku wijdanê te rihet be û tu ji Yehowa re dilsoz bimînî.
Gelo teyê bexş bidaya teşkîlateke dînî ya xêrxwaz?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger ez bizanibim serhildêrên li hemberî rastiyê çi dibêjin, ezê îbadeta Yehowa baştir biparêzim.”
-