KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Sibat r. 13-17
  • Xwedê Gelek Nîmet Dane Me

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedê Gelek Nîmet Dane Me
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • ÇAV DIDIME BAVÊ XWE Û NAKEVIME NAVA ŞIXULÊ POLÎTÎKÎ; DIBIME PÊŞENG
  • XIZMETA MIZGÎNVANÊN WEZÎFEDAR DI BRAZÎLYAYÊ DE
  • XIZMETA ME DI PORTÛGALÊ DE
  • BER DÎWANÊ ŞAHÎDIYÊ DIDIN
  • EM JI XIZMETKARÊN DILSOZ GELEK TIŞT ELIMÎN
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Sibat r. 13-17

SERPÊHATÎ

Xwedê Gelek Nîmet Dane Me

Vebêj Douglas Guest

ÇAXA bavê min cahil bû, daxwaza wî ev bû, ku bibe xizmetkarê dêra Mêtodîst, çimkî ew mirovekî xwedêxof bû. Lê dema ku wî edebyeteke ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xwendibû û tevî wan hevaltiyê kiribû, wî mexseda xwe guhast. Bavê min di sala 1914an de bin av bû, çaxa ew 17 salî bû. Wedê Şerê Hemdinyayê ya Yekê, gazî wî kiribûn ku here eskeriyê. Bavê min neçû eskeriyê û loma wî ser deh mehan kiribûne kela Kingston (Ontario, Kanada). Dema ku bavê min ji kelê derket, ew bibû belakirê kitêba, (berê pêşeng wisa nav dikirin).

Di sala 1926an de bavê min tevî Hazel Wilkinson zewicî. Diya wê rastiyê di sala 1908an de bihîst. Ez hatime bûyînê 24 Nîsanê, di sala 1931ê de, em çar zarok bûn û ez yê diduwan bûm. Xizmetkirin Yehowa re di malbata me de ciyê pêşin digirt. Bavê min Kitêba Pîroz gelek qîmet dikir, û wê yekê alîkarî me kir ku em jî Xebera Xwedê qîmet bikin. Me timê tevayî çawa malbat mal bi mal xizmet dikir (Kar. 20:20).

ÇAV DIDIME BAVÊ XWE Û NAKEVIME NAVA ŞIXULÊ POLÎTÎKÎ; DIBIME PÊŞENG

Di sala 1939an de, dest pê Şerê Hemdinyayê ya Diduwan bû. Salek derbas bû û di Kanadayê de şixulê Şahidên Yehowa qedexe kirin. Di mekteba de ji zarokan dewa dikirin, ku hurmetê bidine beyraqê û marşa milî dewletê bistirên. Û gava di mektebêda de marşa milî distran û hurmetê didane beyraqê, ez tevî xwişka xweye mezin Dorothy, ji dersxanê derdiketim. Ez gelek ecêbmayî mam çaxa mamosteya min ji bo wê yekê ez bêhurmet kirim û got ku ez tirsonek im. Paşî mektebê çend şagirtên ji mekteba min, dane pey min û min erdê xistin. Lê wê yekê ez hê qewî kirim, ku ez gura Xwedê bikim ne ku gura mirovan (Kar. 5:29).

Bavê Douglas Guest di sala 1918-1919an de û dê-bavê wî di sala 1926an de; Douglas Guest çawa pêşeng xizmet dike û gotara xweye pêşin dixwîne

Çaxa ez 11 salî bûm, meha Tîrmehê di sala 1942an de, ez di hewza fêrmê de bin av bûm. Wextê mehên hêsabûna mektebê, min çawa pêşengê tatîlî xizmet dikir, (niha pêşengê alîkar tê navkirinê). Di nava salekê de min tevî sê bira xizmet dikir di Ontario bakûrê de, kîderê ku darbir dijîtin.

Yekê Gulanê, di sala 1949an de, ez bûme pêşeng. Wî zemanî fîlîalê şixulê avakirinê dikir, û ez dawet kirim bona alîkariyê bidim di avakirinê de. Paşê 1 Kanûna Pêşin ez bûme endemê Beytela Kanadayê. Ez di îdara neşirkirinê de hatime kifşkirinê û wê derê ez elimîm ku çawa mekîna neşirkirinê bidime xebatê. Carekê wisa qewimî ku çend heftiya temamiya şevê min belavoka der heqê peyketina Şahidên Yehowa de Kanadayê de neşir dikir.

Zeman şûnda, ez êdî di Îdara Xizmetê de dixebitîm. Carekê min ji pêşengan întêrviyû hilda, yên ku derbasî Quebec dibûn, kîderê ku peyketinên qayîm hebûn. Yek ji wana Mary Zazula bû, ya ku ji Edmontonê bû, (Alberta). Dê-bavê wê endemên dêrê Mesîhiya bûn. Loma çaxa Mary tevî birê xwe Joe, gote dê-bavê xwe ku ew wê Kitêba Pîroz berdewam kin bielimin, dê-bav berî wan dan û ji malê derxistin. Meha Hezîranê di sala 1951ê de, Mary û Joe bin av bûn, û şeş meha şûnda wana dest pê xizmeta pêşengî kir. Dema întêrviyû, ez ecêbmayî mam ku Mary çawa Xwedê hez dike. Min di dilê xwe de got ku ew hema ew qîzik e kê jî ez dixwazim bistînim. Hin şûn de, paşî neh meha, 30 Çileyê, di sala 1954an de me hev stand. Heftêk derbas bû û em dawet kirin ku şixulê naziriyê bielimin. Paşî du sala, di Ontario bakûrê de, me dest pê şixulê naziriyê kir.

Şixulê belakirina mizgîniyê nav temamiya dinyayê gelek pêşda diçû û gelek mizgînvanên wezîfedar lazim bûn. Em difikirîn ku hergê me di Kanadayê de zivistanê ber sur-sermê û di havînê de ber mixmixkan teyax kir, emê bikaribin her dereca de teyax kin. Meha Tîrmehê di sala 1956an de, me Mekteba Gîled xelas kir û em di Brazîlyayê de kifş kirin.

XIZMETA MIZGÎNVANÊN WEZÎFEDAR DI BRAZÎLYAYÊ DE

Çaxa em hatine fîlîala Brazîlyayê de, me dest pê elimandina zimanê Portûgalî kir. Pêşiyê em elimîn ku çawa dest pê xeberdanê kin, paşê jî em pêşanîya kin ya jûrnalê bi ezberî elimîn û êdî em diçûne xizmetê. Em fikirîn ku hergê ji xweyê malê re balkêş be, emê der heqê jiyana de, bin padîşahiya Xwedê de, ji wî re ayetan bixwînin. Çaxa em cara pêşin derketin xizmetê, jinikekê rind guhê xwe da me. Dema ku min jê re Peyxam 21:3, 4 xwend, nişkêva ez xeriqîm, çimkî bona min hewa gelek germ bû.

Douglas Guest di Beytelê de xizmet dike, dizewice, tevî jina xwe Mekteba Gîled xelas dike, di Brazîlyayê de xizmet dike, û bi têlêvîsyonê derdikeve

Em çawa mizgînvanên wezîfedar di şeherê Camposê de hatine kifşkirinê, kîderê ku niha 15 civat hene. Çaxa em hatine wî şeherî, li wir tenê komek hebû û wisa jî mala mizgînvanên wezîfedar, kîderê ku çar xûşk dijîtin: Esther Tracy, Ramona Bauer, Luiza Schwarz û Lorraine Brookes (niha paşnavê wê Wallen e). Di wê malê de şixulê min ew bû, ku alîkariyê bidim bona kincşûştinê û wisa jî dara bînim da ku bikaribin xwarinê çêkin. Carekê, Duşemê paşî civîna “Birca Çavdêriyê”, min û jina min ji hev re xeber dida ku çawa roj derbas bû. Jina min veleziya bû û çaxa wê serê xwe ser belgî hilda, nişkêva bin belgî mar derket. Em gelek tirsyan, heta min ew mar kuşt ziravê me qetiya.

Dema ku em zimanê Portûgalî elimîn, salek derbas bû û ez bûme nazirê heremî. Me bi emirê hêsa dijît. Me ciyê ji şeher der dijît, kîderê ku êlêktrîk tune bû, em ser xalîçê radizan, û em bi hesp û firxûnê diçûn-dihatin. Çaxa em diçûne ciyê dûr wexta kampaniya xizmetê, em bi trênê heta şeher çûn û me li wêderê di xaniya mezin de otaxek kirê hilda. Fîlîalê ji me re 800 jûrnal şand da ku em di xizmetê de belav kin. Ji me re lazim bû gelek car herine postê bên, ku wan qutiya bi jûrnala bivin wî ciyî kîderê em diman.

Di sala 1962an de, di nav temamiya Brazîlyayê de, bona bira û xwişkên mizgînvanên wezîfedar Mekteba Xizmetê derbas bû. Ez şeş meha bêy Mary diçûme cûre-cûre ciya, ji bo ku evê mektebê derbas bikim. Mesela, di Manausê de, di Belémê de, di Fortalezaê de, di Recifeê de, û di Salvadorê de. Min di Manausê de saz kir civîna mezin ya sê rojî, ku di oda opêraya nav û deng de derbas bû. Ji bo baranên qayîm ava bona vexwarinê qirêj bû û hin jî ciyê nanxwarinê jî tune bû, ku wexta hêsabûnê xwarinê bixwin. (Wî wextî, ser civînên mezin xwarin dihate dayînê.) Loma ez çûm cem ofîsêrê eskeriyê û min jê re der heqê çetinaya me de gilî kir. Wî bi dil ew qas av da me, ku heta dawiya civîna mezin têra me kir. Xêncî vê yekê, wî esker şandin, wana du çadirên mezin ji me re anîn û girêdan ji bo ku em tê de xwarinê çêkin û nan bixwin.

Heta ku ez dûr bûm, Mary ciyê arş-vêrşa Portûgalî şahîdî dida. Di hiş-aqilê wan mirovan de tenê ew bû ku pera çêkin. Loma jî Mary nikaribû ji wan re şahîdî bida, çimkî wana guhê xwe nedidane wê. Ew dilteng bû û loma gote hevalên xweye di Beytelê de ku wê nexwesta di Portûgalê de bijîta. Lê hin wext şûnda, Mary gelek ecêbmayî ma, çimkî me dawetkirin stand, ku di Portûgalê de xizmet kin. Wî zemanî di Portûgalê de şixulê belavkirina mizgîniyê qedexekirî bû, lê yeke em razî bûn ku herin.

XIZMETA ME DI PORTÛGALÊ DE

Di sala 1964an de, em derbasî Lîsabonê (Portûgal) bûn. Wî çaxî polîsya Portûgalê dizîva pey birên me diketin. Loma çaxa em hatine wêderê, em rastî bira nehatin da ku wana nekine qeziyê. Me otax kirê hilda û wê derê diman. Em hîviya vîzê bûn û dema ku me vîza xwe stand, me xanî kirê hilda. Meha Çileyê gava pênc meh derbas bû, di sala 1965an de, me êdî dikaribû tevî birên fîlîalê xeber da. Em gelek dilşad bûn çaxa cara pêşin em çûne civînê!

Em pêhesiyan ku her roj polîs diketine xaniyên birên me. Salonên Îbadetê dadayî bûn, û loma civîn dizîva di xaniyan de derbas dibûn. Bi sedan xwişk û bira dibirine polîsê, da ku wana bicêribînin û peywan ji wana derxin. Polîs hindava wanda gelek sert bûn û zorê wana dikirin, ku navê biran bêjin yên ku civîn derbas dikirin. Bona vê yekê, bira êdî bêy paşnav navê hev hildidan, mesela José yan jî Paulo. Û me jî wisa dikir.

Douglas Guest di Portûgalê de di sala 1964an de, di dîwanê de di sala 1966an de, ser civînê di sala 1974an de, û tevî jina xwe, Mary Guest

Bona me lape mûhîm ew bû, ku cem xwişk-bira xwarina ruhanî hebe. Mary cabdar bû ku “Birca Çavdêriyê” û edebyetên din ser kaxazên wisa binivîse, kîjan ku paşê dikaribûn bi mîmêografê kopî bikirana.

BER DÎWANÊ ŞAHÎDIYÊ DIDIN

Meha Hezîranê sala 1966an da, dîwana mezin derbas bû di Lîsabonê de. Temamiya Civata Feijó ku ji 49 xwişk-bira bû, birine dîwanê çimkî wana dizîkava di xanî de civîn derbas dikirin. Min ew xwişk-bira bona dîwanê hazir kirin. Min dêmonstrasiyon çêkir ku ez prokûror im û di dîwanê de wana neheq dikim. Bi tebetî, me zanibû emê bidine der, lê me fehm dikir ku emê şahîdiya mezin bidin. Advokatê me çaxa em ber dîwanê xwedî dikirin, bi mêrxasî gotinên Gamalyêl got ku di Kitêba Pîroz de nivîsar in (Kar. 5:33-39). Sed heyf, lê ew 49 xwişk-bira kirine kelê ser weke 45 rojan heta 5 meh û nîva. Paşê di nûçê de der heqê vê dîwanê de malûmat kirin. Lê me şabûneke mezin stand çaxa advokatê me destpêkir Kitêba Pîroz bielime û bê ser civînê.

Meha Kanûna Pêşin sala 1966an, ez çawa nazirê bûroyê hatime kifşkirinê. Min bona pirsên qanûnêva girêdayî gelek wext xerc dikir. Me hemû tişt kir bona ku Şahidên Yehowa bi qanûnî îzinê bistînin ku bi serbest xizmet kin (Flp. 1:7). Axiriyê de, 18 Kanûna Pêşin, sala 1974an de me îzin stand. Ji ofîsa sereke Nathan Knorr û Frederick Franz hatin Portûgalê, ku ser civîna gelek mexsûs tevî me dilşad bin. Ew civîn derbas bû di şeherê Oporto û Lîsabonê de, kîderê ku 46.870 xwişk û bira hatibûn.

Yehowa derî vekir, ku giravên din de jî ku ser zimanê Portûgalî xeber didin, mizgînê pêbihesin. Mesela giravên Azores, Cape Verde, Madeira, û São Tomé û Príncipe. Û ji bo ku şixulê belavkirina mizgînê pêş de diçû, ji me re lazim bû fîlîala hê mezin. Çaxa fîlîal ava bû, meha 23 Nîsanê di sala 1988an de, Milton Henschel gotara teslîma fîlîalê xwend, kîderê ku 45.522 xwişk û bira hatibûn. Em gelek dilşad bûn ku 20 xwişk û birên, ku berê di Portûgalê de çawa mizgînvanên wezîfedar xizmet kiribûn, bona vê civîna mexsûs vegeriyan Portûgalê.

EM JI XIZMETKARÊN DILSOZ GELEK TIŞT ELIMÎN

Nava salan de, em ji birên dilsoz gelek tişt elimîn. Mesela, ez ji Theodore Jaracz derseke qîmet elimîm, çaxa alîkarçiyê wî bûm wextê teselîkirina fîlîala. Me teseliya fîlîalekê kir, kîderê ku çetinayîke mezin hebû. Çi ji destê Komîtêya Fîlîalê dihat, wana kir. Û Jaracz da ku wan bira dilgerm ke, gote wan: “Niha êdî bihêlin bira ruhê pîroz ya xwe bike”. Bi deha sal pêş de, çaxa em çûbûne Brooklynê, ez û jina min Mary, tevî Franz bira û yên din, êvarekê top bûn ku tevayî wext derbas kin. Di xelasiyê de me ji wî re got ku ji me re gotinek bêje der heqê gelek salên de xizmeta xwe ji Yehowa re û şîretê bide me. Wî ji me re got: “Şîreta min ew e: Di xweşiyan de jî, di çetinayan de jî di teşkîleta Yehowa de bimînin. Tenê ew teşkîlet wî şixulî dike, kîjan ku Îsa temî da şagirtên xwe ku bikin, dêmek belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedê!”

Ez û jina min hema wisa jî dikin û em bextewar in. Wisa jî, em bi şabûn tînin bîra xwe wî zemanî çaxa me teseliya fîlîalan dikir. Me bi alîkariya wan teseliyan xwişk-birên cahil û di emir de mezin dilgerm û qewîn dikir, ku xizmeta wane bi dilsozî gelek tê qîmetkirinê. Me ji wan re cesaret da ku berdewam kin ji Yehowa re xizmet kin.

Em niha 80 salî zêdetir in. Gelek nexweşiyên Mary hene. Em wisa jî rastî çetinayên din jî dihatin (2. Kor. 12:9). Lê nava wan çetinayan de baweriya me diha qewî bû û mexseda me ev bû ku heta dawiyê ji Xwedê re dilsoz bimînin. Çaxa em difikirin ser emirê xwe, em fehm dikin ku Yehowa çiqas gelek me nîmet dike.a

a Dema hazirkirina vê meqalê, 25 Cotmehê di sala 2015an de Douglas Guest mir. Ew heta mirinê ji Yehowa re dilsoz ma.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne