Em Dikarin Çi Bidin Xwediyê Her Tiştî?
“Ya Xwedayê me, em şikiryê ji te re dikin û ji navê te yî xweşik re hemdê dikin” (1. DÎR. 29:13).
1, 2. Yehowa çawa comerdiyê dike?
YEHOWA Xwedayekî comerd e. Her tiştê ku di destê me de heye, ji Xwedê tê. Yehowa xwediyê hemû zêr û zîv û hemû qîmetên xwezayî ye. Yehowa wan bi kar tîne ku jiyan berdewam bike (Zeb. 104:13-15; Hag. 2:8). Gelek serpêhatiyên Kîtêba Pîroz nîşan didin ku Yehowa ev tiştên biqîmet çawa bi mucîzeyan ji bo xizmetkarên xwe bi kar dianîn.
2 Çel salan, Yehowa li çolê ji bo miletê Îsraêl “manna” û av tedarek kirin (2. Mû. 16:35). Di netîceyê de, “qet kêmasiyên wan tune bûn” (Nhy. 9:20, 21). Bi navgîniya Elîşa pêxember, Yehowa ji bo jinebiyeke dilsoz hinek zeyt bi mucîze zêde kir. Bi saya vî hedîyeyê Xwedê, vê jinebiyê dikaribû ji deynê xwe bifilitiya, û ji xeynî vê bi têra xwe pere hebû ku wê u kurên xwe pê debar bikira (2. Qra. 4:1-7). Bi qudreta Yehowa, Îsa dikaribû hem xwarin hem jî pere zêde bikira (Met. 15:35-38; 17:27).
3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi şêwir bikin?
3 Yehowa jixwe xwediyê her tiştî ye û ew dikare her tiştî tedarek bike. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî bi mal û milkê xwe îşê teşkîlata wî destek bikin (2. Mû. 36:3-7; Methelokên Silêman 3:9 bixwîne). Yehowa çima dixwaze ku em tiştên biqîmet bidin wî? Di zemanên berê de, kesên dilsoz çawa bi mal û milkê xwe îşê temsîlkarên Yehowa destek dikir? Teşkîlata me çawa pereyên ku tên bexşandin, bi kar tîne? Di vê meqaleyê de, emê li ser cewabên van pirsan şêwir bikin.
GEREK EM ÇIMA TIŞTÊN BIQÎMET BIDIN YEHOWA?
4. Gerek em çima ji Yehowa re destvekirî bin?
4 Ji bo ku em hezkirin û teqdîra xwe ji Yehowa re eyan bikin, gerek em ji wî re destvekirî bin. Gava em bala xwe didin tiştên ku Yehowa heta niha ji bo me kirine, dilê me nêzikî wî dibe. Wexta ku Dawid behsa hewcedariyên avakirina perestgehê kir, wî got ku her tiştê ku di destê me de ye, ji Yehowa tê, û bi eslê xwe aîdî Yehowa ye (1. Dîrokan 29:11-14 bixwîne).
5. Nivîsarên Pîroz çawa rêyî me didin ku dayîna tiştên biqîmet qismekî temelî yê îbadeta rast e?
5 Wekî din, em bi comerdiya xwe ji Yehowa re îbadetê dikin. Di dîtiniyekê de, Yûhennayê şandî ev gotinên xizmetkarên Yehowa yên ezmanî bihîstin: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Pey. 4:11). Ma tu nafikirî ku Yehowa hêja ye ku em bi tiştên herî baş, ên ku di destê me de ne, rûmet û hurmetê bidin wî? Bi navgîniya Mûsa, Yehowa emir dabû miletê Îsraêl ku ew her sal sê cejnan pîroz bikin. Gava ew diçûn cejnan, lazim bû ku li ber Yehowa ‘destên wan vala nebin’ (5. Mû. 16:16). Îro jî, dayîna tiştên biqîmet û destekkirina îşê teşkîlata Yehowa, teqdîra me eyan dike, û ev qismekî temelî ya îbadeta me ye.
6. Dayîn çima baş e? (Li resmê ewilî binêre.)
6 Ji bo ku siheta me baş be, gerek em bi comerdî bidin û ne tenê bistînin (Methelokên Silêman 29:21 bixwîne). Mesela, piştî ku dê û bav xerciyê didin zarokên xwe, hin zarok ji vê xerciyê hediyeyan dikirin û didin dê û bavê xwe. Ma dê û bav ji vî hediyeyî pir kêfxweş nabin? An jî, hin ciwanên ku pêşengiyê dikin li mala dê û bavê xwe dimînin û ji bo mesrefên malê hinek pere didin dê û bavê xwe. Her çi qas dê û bav ne li benda tiştekî wisa bin jî, dibe ku ew vêya qebûl bikin. Çima? Çimkî bi vî awayî, ciwan dikare eyan bike ku ew mezinê xwe teqdîr dike. Yehowa jî dizane ku gava em tiştên xwe yên biqîmet didin, ev ji bo me baş e.
DAYÎN – DI DEMÊN BERÊ DE
7, 8. Li zemanên berê, xizmetkarên Yehowa ji aliyê dayînê ve çawa bûn nimûne: (a) Ji bo projeyên xas? (b) Ji bo destekkirina îşê Yehowa?
7 Di kitêba Pîroz de, em dibînin ku xizmetkarên Xwedê tiştên xwe yên biqîmet dibexşandin. Wan carinan ji bo projeyên xas tiştên biqîmet didan. Mesela, Mûsa ji bo avakirina konê îbadetê gazî kir ku milet tiştên biqîmet bidin, û Dawid Padîşah jî ji bo perestgehê wisa kir (2. Mû. 35:5; 1. Dîr. 29:5-9). Di zemanên Yoaş Padîşah de, kahînan ji bo tamîrkirina perestgehê pere top kir (2. Qra. 12:4, 5). Di sedsala yekê de, gava şagirtên Îsa bihîst ku li Cihûstanê xela çebûye, wan “biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne” (Kar. 11:27-30).
8 Carinan jî, xizmetkarên Yehowa destek dida kesên ku di işê Yehowa de rêberî dikir. Li bin Qanûna Mûsa, eşîra Lêwî wek eşîrên din mîras nedistend. Loma miletê Îsraêl dehyeka mehsûla her tiştî dida wan, da ku ew karibin bala xwe bidin îşê konê îbadetê (4. Mû. 18:21). Paşê, Îsa û şagirtên wî jî ji alîkariya jinên comerd feyde didît, ên ku “bi malê xwe alîkariya wan dikirin” (Lûqa 8:1-3).
9. Li zemanên berê, mirovan çawa xêr dikir?
9 Bexşên wan ji ku derê dihatin? Gava Îsraêliyan li çolê ji bo avakirina konê îbadetê bexş dan, wan bi îhtimaleke mezin ji tiştên ku ji Misrê anîbûn, dan (2. Mû. 3:21, 22; 35:22-24). Li sedsala yekê, hin şagirtên Îsa tiştên xwe – wek erd û xanî – firotin û pereyên topkirî dan şandiyan. Şandiyan jî ev pere dan kesên muhtac (Kar. 4:34, 35). Hinekan jî li gor îmkana xwe pere cihê dikir û dem bi dem ji bo îşê belavkirina mizgînê dibexşand (1. Kor. 16:2). Bi vî awayî, hem kesên pir feqîr hem jî kesên pir dewletî destek dida îşê Yehowa (Lûqa 21:1-4).
DAYÎN – DI DEMA ME DE
10, 11. (a) Em çawa dikarin xizmetkarên Yehowa yên zemanên berê ji xwe re bikin nimûne? (b) Tu li îmtiyaza destekkirina îşê Padîşahiya Xwedê çawa dinêrî?
10 Li zemanê me jî, dibe ku ji bo mexsedeke xusûsî bexş lazim bin. Mesela, dibe ku lazim be ku Salona Îbadetê bê tamîr kirin an jî saloneke nû bê ava kirin. Dibe ku ji bo tamîr an avakirina buroyên herêmî, ji bo civînên mezin an jî ji bo alîkariya piştî felaketan pere lazim be. Wekî din, bexşên me ji bo mesrefên merkeza me ya cîhanî, ji bo beytelên li seranserê dinyayê, ji bo pêşengên mexsûs û ji bo nazirên herêmî tên xerc kirin. Ji xeynî vê, civata te jî bêguman her meh ji bo bernameya avakirina salonan, ji bo civînên heftanî û ji bo civînên mezin bexşan dide. Xwişk û birayên me yên li hemû dinyayê ji van bexşan feyde dibînin.
11 Em hemû dikarin di van rojên dawîn de destek bidin îşê Yehowa. Piraniya bexşan anonîm in, yanî em nizanin ku pere ji kê tê. Wexta ku em bexşên xwe li Salonên Îbadetê davêjin peredankê, em dîqatê nakişînin ser xwe. Wekî din, em dikarin bi navgîniya jw.org pere bişînin. Dibe ku em bifikirin ku bexşên me yên biçûk ne tiştek e. Lê belê, piraniya pereyê bexşkirî, bexşên biçûk in, ne bexşên mezin in. Xwişk û birayên meyen feqîr mîna xwişk û birayên Mekedonyayê ne. Ew pir “belengaz” bûn, lê wan dîsa jî dixwest bexşan bidin, û wan ev yek bi comerdî dikir (2. Kor. 8:1-4).
12. Teşkîlata me îro çawa dîqat dike ku bexşên ku tên dayîn li cihê rast bên bi kar anîn?
12 Koma Rêberiyê bexşan bi awayekî “dilsoz û şehreza” û li gor planekê xerc dike (Met. 24:45). Birayên li Koma Rêberiyê her tim dua dike ku Yehowa alî wan bike ku ew karibin li ser meseleyên malî qerarên biaqil bidin (Lûqa 14:28). Li zemanên berê, kesên mesûl li gor telîmatan hereket dikir da ku hemû bexş ji bo mexseda xwe bên bi kar anîn. Mesela, Esra ji padîşahê Farisî bexş stendin û ew birin Orşelîmê. Qîmeta zêr, zîv û tiştên din ên ku hatibû dayîn bi pereyê îroyîn zêdetirî 100 milyon dolar bû. Esra dizanibû ku ev bexş aîdî Yehowa ne. Loma wî pir dîqat kir ku xezîne li ser rê neyê dizîn (Esra 8:24-34). Pawlosê şandî ji bo alîkariya xwişk û birayên li Cihûstanê bexş top kirin. Wî pir dîqat kir ku kesên mesûl “tenê ne di hizûra Xudan de, di hizûra mirovan de jî ... ya rast çêkin” (2. Korîntî 8:18-21, KP bixwîne). Îro teşkîlata me wek Pawlos û Esra pir dîqat dike ku pereyên bexşkirî li cihê rast bên şixulandin.
13. Ji bo ku mesref kêm be, teşkîlat niha çi dike?
13 Wê baş be ku em tevî malbata xwe mesrefên malê rind eyar bikin ji bo ku em karibin li îşê Yehowa zêdetir mijûl bin. Teşkîlata Yehowa jî wisa dike. Di van salan de, teşkîlat dest bi gelek projeyên nû kiriye. Seba van projeyan, pereyê xerckirî carinan ji pereyê bexşkirî zêdetir bûye. Ji bo vê, teşkîlata Yehowa jî mesrefên îşê Padîşahiye eyar dike ku bexşên ku bi comerdî hatine dayîn, baş bên şixulandin.
FEYDEYÊN KU JI BEXŞÊN TE TÊN
Bexşên te ji bo îşê meyî cîhanî tên bi kar anîn (Li paragrafên 14 heta 16an binêre)
14-16. (a) Bexşên te çawa tên bi kar anîn? (b) Te ji vê çawa feyde stendiye?
14 Gelek xizmetkarên Yehowa yên ku bi salan di rastiyê de ne dibêjin ku li gor zemanên berê, em niha pir zêde hediyeyên ruhî distînin. Mesela, niha jw.org û JW Broadcasting hene. Wergera Dinyaya Nû bi gelek zimanên din hatiye çapkirin. Li sala 2014an, civîna navnetewî ya bi temaya “Berî Her Tiştî li Padîşahiya Xwedê Bigerin!” li 14 bajaran li stadyûmên mezin hatin organîze kirin. Ên ku li wir bûn pir dilşad bûn!
15 Gelek kes ji bo hediyeyên ku ji teşkîlata Yehowa tên, şikurdariya xwe tînin ziman. Mesela, coteke ku li Asyayê xizmet dike, der heqê JW Broadcasting de wisa nivîsî: “Em li bajarekî biçûk xizmet dikin. Loma em carinan xwe xerîb dibînin û ji bîr dikin ku îşê Yehowa bi rastî çi qas mezin e. Lê belê gava em dest bi temaşekirina bernameyên JW Broadcasting dikin, em fehm dikin ku em aîdî biratiyeke cîhanî ne. Xwişk û birayên me yên li vir ji JW Broadcasting pir kêfê distînin. Me gelek caran bihîst ku piştî temaşekirina bernameya mehê, ew xwe nêzikî Koma Rêberiyê hîs dikin. Niha ew bêtir serbilind in ku ew aîdî teşkîlata Xwedê ne.”
16 Li hemû dinyayê, niha nêzikî 2.500 Salonên Îbadetê tên ava kirin an tamîr kirin. Li Hondûrasê, civatekê piştî avakirina salona nû wisa nivîsî: “Em pir dilşad in ku em aîdî malbata gerdûnî ya Yehowa ne, û em ji biratiya cîhanî pir kêfê distînin. Bi saya alîkariya wan, xeyala me hatiye cih, û em li bajarê xwe bûne xwediyê saloneke nû.” Gelek kes wek van xwişk û birayan şikur dikin gava ew Kitêba Pîroz û weşanên din bi zimanê xwe distînin, piştî felaketan alîkariyê distînin an dibînin ku xizmeta umûmî û xizmeta li merkeza bajaran çi qas serkeftî ye.
17. Em ji ku dizanin ku Yehowa alîkariya teşkîlata xwe dike?
17 Yên ku ji derve dinêrin, fehm nakin ku ev qas îş tenê bi bexşan çawa hatiye çêkirin. Gava midurê şîrketeke mezin li çapxaneyeke me geriya, ew ecêbmayî ma ku her tişt tenê bi saya bexşan, bi xîreta mirovên ku bêpere dişixulin û bê faeliyetên tîcarî hatiye meydanê. Vî zilamî got ku tiştekî wisa bi eslê xwe ne mumkin e. Em jî wisa difikirin! Em vêya baş dizanin ku bê alîkariya Yehowa ev îş ne mumkin e (Eyûb 42:2).
NÎMETÊN KU JI DAYÎNÊ TÊN
18. (a) Eger em ji bo Padîşahiya Xwedê bexşan bidin, emê çi nîmetan bistînin? (b) Em çawa dikarin rêyî zarokên xwe û kesên nû bidin ku ew jî eynî tiştî bikin?
18 Yehowa fersendê dide me ku em îşê wiyî mezin destek bikin, û bi vî awayî me bişeref dike. Yehowa garantiyê dide me ku eger em wisa bikin, emê nîmetan bistînin (Malx. 3:10). Yehowa soz dide ku yên ku didin wê bi zêdeyî bistînin (Methelokên Silêman 11:24, 25 bixwîne). Wekî din, “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35). Bi peyv û hereketên xwe, em dikarin rêyî zarokên xwe û kesên nû bidin ku ew çawa dikarin vî îşî destek bikin û bi vî awayî gelek nîmetan bistînin.
19. Vê meqaleyê tu çawa teşwîq kiriye?
19 Çi tiştê me hebe, ji Yehowa tê. Gava em tiştên biqîmet didin wî, em wisa eyan dikin ku em ji Yehowa hez dikin û her tiştê ku wî ji bo me çêkiriyê, teqdîr dikin (1. Dîr. 29:17). Gava ji bo avakirina perestgehê bexş hat top kirin, miletê Îsraêl “ji ber ku bi dilê xwe ve pêşkêş kirin kêfxweş bûn, ji ber ku ji hemûya dilê xwe ji XUDAN re pêşkêş kirin” (1. Dîr. 29:9). Eger em tiştên biqîmet bidin xwediyê her tiştî, emê jî kêfxweş û bextewar bibin!