Te Zanibû?
Gelo miletê Îsraêl prensîpên Qanûna Mûsa ji bo dozên rojane bi kar dianîn?
BELÊ, carinan. Bala xwe bide vê mîsalê. 5. Mûsa 24:14, 15 wisa dibêje: “Bila ji birayên te bin, an jî ji xerîbên te yên ku di nav bajarên te de ne bibin, tuyê tengasiyê nede ... Ya na dê li dijî te ji Xudan re feryadê bike û dê bona te bibe sûc.”
Gazinê karker li ser vî parçeyê cêr hat nivîsandin
Gazineke wisa li sedsala 7an a B.M. li ser parçeyekî cêr hat nivîsandin. Ev parçe li nêzikî bajarê Aşdodê hatiye dîtin. Bi îhtimaleke mezin, gazin ji bo karkerekî hat nivîsandin, ê ku hatibû sûcdar kirin ku wî besa xwe genim neanî. Wisa dibêje: “Piştî ku xulamê te [gazinker] çend roj berê genim xistibû embarê, kurê Şobay Hoşayahû hat û kincê xulamê te girt. ... Hemû hevalên min ên ku tevî min li bin tavê genim top dikir wê şahidiyê bikin ... ku ez rast dibêjim. Min qet sûc nekiriye. ... Eger walî xwe deyndar nebîne ku kincê xulamê te bê vegerandin, bila vê yekê ji dilşewatiyê bike! Xwe ker neke, çimkî xulamê te bê kinc maye.”
Dîrokzan Simon Schama dibêje ku ev gazin “ne tenê nîşan dide ku karker dixwest [kincê xwe] bistîne; wekî din, ew eyan dike ku haya gazinker bi qanûna Kitêba Pîroz hebû, bîlhesa bi vê yekê ku 3. Mûsa û 5. Mûsa qedexe dikin ku ji feqîran re tengasî bê dayîn.”