KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Tîrmeh r. 30-31
  • Ji Lêkolîna Kitêba Pîroz Zêdetir Feyde û Kêfê Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Lêkolîna Kitêba Pîroz Zêdetir Feyde û Kêfê Bistîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Feydeyê Bistînî?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bibîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Bêtir Feydeyê Bistîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Tîrmeh r. 30-31
Yêşû Qanûnê li bin roniya çirayê dixwîne

Ji Lêkolîna Kitêba Pîroz Zêdetir Feyde û Kêfê Bistîne

JYêşû Qanûnê dixwîne; sûrên Erîhayê xera bûn û mala Rehabê dimîne; Yêşû destên xwe hildide û dua dike

YEHOWA îşekî mezin dabû Yêşû: Lazim bû ku ew miletê Îsraêl derbasî Welatê Sozdayî bikira. Lê belê Yehowa cesaret da wî û jê re got ku eger ew Qanûnê her tim bixwîne û pêk bîne, ewê aqilmend û serkeftî bibe (Yêşû 1:7, 8).

Li van rojên dawîn, em jî rastî tengahiyên mezin tên (2. Tîm. 3:1). Lê belê, eger em jî wek Yêşû li gor rêberiya Yehowa bijîn, emê serkeftî bibin. Ji bo vê, lazim e ku em Kitêba Pîroz her tim bixwînin û prensîpên Xwedê bi kar bînin.

Dibe ku xwendin û lêkolîn ji te re hêsan neyên. Ji bo ku tu ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feyde û kêfê bistînî, ji kerema xwe re li çarçoveya “Pêşniyarên ji bo Lêkolînê” binêre.

Zebûrbêj wisa strand: “Rêberiya min bike li gor emrên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim” (Zeb. 119:35). Xwendina Peyva Xwedê wê dilşadiya mezin bide te. Gava tu li xezîneyên ruhî digerî, tuyê cewherên pir biqîmet kifş bikî.

Rast e, wezîfeya me ji wezîfeya Yêşû cuda ye, lê belê em jî li tengahiyan rast tên. Loma, wek Yêşû, Kitêba Pîroz lêkolîn bike û gotinên wê pêk bîne. Eger tu wisa bikî, tuyê jî aqilmend û serkeftî bibî!

PÊŞNIYARÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

  • Zilamek dua dike

    Berî lêkolînê dua bike. Di Kitêba Pîroz de fikrên Xwedê hatine nivîsandin ku tu feyde bistînî. Loma, gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, ji Xwedê alîkarî bixwaze ku tu karibî gotinên wê fehm bikî, ji bîr nekî û di jiyana xwe de bi kar bînî (Esra 7:10).

  • Zilamek ji xwe pirsan dipirse

    Ji xwe pirsan bipirse. Gava tu Kitêba Pîroz an weşanên li ser Kitêba Pîroz dixwînî, ji xwe wisa bipirse: “Ev qisim der heqê Yehowa de çi rêyî min dide? Ev yek bi temaya sereke ya Kitêba Pîroz ve çawa girêdayî ye? Ez çawa dikarim bi saya van fikran alî kesên din bikim?”

  • Zilamek kûr difikire

    Li ser tiştên ku tu dixwînî, kûr bifikire. Gava tu dixwînî, carinan bisekine û wisa bifikire: “Ev melûmat çawa li ser min tesîr dike? Gelo çima wisa li ser min tesîr dike? Ev yek çawa bi serpêhatiyên min ên berê, bi jiyana min a niha û bi paşêroja min ve giredayî ye? Ez çawa dikarim prensîp û şîretên Kitêba Pîroz di jîyana xwe de pêk bînim?” (Eyûb 23:5; Zeb. 49:3). Gelo tu fehm dikî ku Yehowa hin tiştan çima qedexe dike û netîceyên guhdarînekirinê çi ne? (5. Mû. 32:28, 29).

  • Zilamek serpêhatiyên Kitêba Pîroz tîne ber çavê xwe

    Xeyal bike. Gava tu ayetan dixwînî, serpêhatiyan bîne ber çavê xwe. Gelo tu dikarî bînî ber çavê xwe ku Ûsiv çawa ji aliyê birayên xwe ve hat firotin? (1. Mû. 37:18-28). Tu çi dibînî, dibihîzî û bêhn dikî? Xwe têxe li şûna kesên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin. Ew çi difikirin û çi hîs dikin? Bi saya fikrên wisa, lêkolîna te wê hê kûrtir û bimane bibe.

  • Zilamek hacetên ji bo lêkolînê bi kar tîne

    Hacetên ji bo lêkolînê bî kar bîne. Pê bihese ku bi zimanê te kîjan hacetên lêkolîne hene. Eger tu nizanî ku tu çawa dikarî van hacetan bi kar bînî, ji kesekî din alîkarî bixwaze. Watch Tower ONLINE LIBRARY yek ji van hacetan e. Li wê derê, tu dikarî li ser ayetên Kitêba Pîroz zêdetir melûmatê bistînî. Wekî din, broşûra Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz (RDU) der heqê erdnasî, dîrok, yekeyên giranî û direjahiyê û mewzûyên din de pir melûmatê dide.

  • Zilamek fikrên muhîm bi kurtasî tîne bîra xwe

    Fikrên muhîm bi kurtasî bîne bîra xwe. Ji bo ku tu fikrên muhîm ji bîr nekî, wê baş be ku tu van fikran piştî lêkolînê bi kurtasî bînî bîra xwe. Eger îmkan hebe, van fikran tevî kesên din jî parve bike. Mesela, gelo tu dikarî hin ji van fikran di xizmetê de bi kar bînî? Bi vî awayî, tuyê karibî fikrên muhîm di bîra xwe de xwedî bikî û ji bo xêra kesên din bi kar bînî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne