JI ARŞÎVÊN ME
Toximên Padîşahiyê Çawa li Portûgalê Hatin Çandin?
PÊLÊN okyanûsa Atlantîkê li gemiya ku diçû Ewropayê dixist. George Young, yek ji rêwiyan, bi dilxweşî li ser şixulê Padîşahiyê ku wî li Brazîlê kiribû difikirî.a Lê paşê, Birayê Young bala xwe da tayîna xwe ya nû – herêma Spanya û Portûgalê. Li wê derê, gelek mirovan mizgîna Padîşahiyê qet nebihîstibû. Loma Birayê Young dixwest 300.000 belavok belav bikira û ji bo gotarên Birayê Joseph Rutherford hazirî bikira.
George Young gelek caran ji bo belavkirina mizgînê bi gemiyê seyahat dikir
Li bihara sala 1925an, gava Birayê Young gihîşt Lîzbonê, bajarê Lîzbonê ketibû tevliheviyê. Serhildana komarparêz a sala 1910an monarşiya Portûgalê qedandibû û bandora dêra Katolîk hildabû. Xelk êdî hê azadtir bû, lê belê li her derê tevliheviyê dewam dikir.
Gava Birayê Young ji bo gotara Birayê Rutherford hazirî dikir, hikûmeta Portûgalê seba teşebûsa derbeyekê, rêveberiya awerte îlan kir. Sekreterê Şîrketa Kitêba Pîroz a Brîtanya û Xerîbiyeyê Birayê Young hişyar kir ku ewê rastî gelek tengahiyan bê. Dîsa jî, Birayê Young ji bo salona lîseya Camõesê îzin xwest, û ji wî re îzin hat dayîn!
Paşê, roja 13ê Gulanê hat, roja ku gotara Birayê Rutherford gerek bihata pêşkêş kirin. Her kes biheyecan bû. Posterên li ser avahiyan û îlanên li rojnameyan temaya gotarê îlan dikir: “Em Çawa Dikarin li ser Erdê Heta bi Hetayê Bijîn?” Muxalifên dînî hema li rojnameya xwe xwendekarên xwe li dijî van “pêxemberên sexte” hişyar kirin, ên ku nû hatine Portûgalê. Li ber deriyê salonê, muxalifan bi hezaran broşûr belav kirin, ên ku gotinên Birayê Rutherford reş dikirin.
Dîsa jî, nêzikî 2.000 kes hatin salonê, û nêzikî 2.000 kesan jî nikaribû biketana salonê, çimkî êdî cih nemabû. Hin guhdarên meraqdar xwe bi merdîwanên bendî ji dîwarên salonê darde dikir; hin kes jî hildikişiyan li ser hacetên sporê.
Di wexta gotarê de, hin muxalifan problem derxist, diqîriyan û sendelî dişikênandin. Lê Birayê Rutherford rihet sekinî û hilkişiya ser maseyekê da ku her kes dengê wî bibihîze. Piştî ku wî gotara xwe xelas kir, wext nêzikî nîvê şevê bû. Zêdetirî 1.200 kesî nav û adresên xwe hiştin ku weşanên li ser Kitêba Pîroz bistînin. Roja din, rojnameya bi navê O Século meqaleyeke der heqê gotara Birayê Rutherford de çap kir.
Ji meha Îlonê ya sala 1925an ve, kovara Birca Çavdêriyê ya bi zimanê Portekîzî êdî li Portûgalê hat weşandin. (Berî vê, versiyoneke bi zimanê Portekîzî li Brazîlê hatibû weşandin.) Li wan salan, Xwendekarekî Kitêba Pîroz ê bi navê Virgílio Ferguson dixwest ji Brazîlê derbasî Portûgalê bibe ku piştgiriya îşê Padîşahiyê bike. Berî vê, ew li Brazîlê tevî Birayê Young li buroya biçûk a Xwendekarên Kitêba Pîroz xebitîbû. Pir wext derbas nebû ku Virgílio û pîreka wî Lizzie bi rê ketin ku herin ba Birayê Young. Hatina Birayê Ferguson pir baş bû, çimkî Birayê Young paşê ji bo belavkirina mizgînê hat şandin Yekîtiya Komarên Sovyet û welatên din.
Destûra îkametê ya Lizzie û Virgílio Ferguson, 1928
Gava seba derbeyeke leşkerî li Portûgalê dîktatoriyê dest pê kir, muxalefet zêde bû. Birayê Ferguson koma biçûk a Xwendekarên Kitêba Pîroz bi mêrxasî diparast û piştgiriya faeliyetên wan dikir. Wî ji dewletê îzin xwest ku civîn her hefte li mala wî bên saz kirin. Li meha Cotmehê ya sala 1927an, dewletê îzin da wî.
Li sala pêşîn a dîktatoriyê, nêzikî 450 kesî kovara Birca Çavdêriyê distandin. Wekî din, bi saya belavok û broşûran, peyva rastiyê gihîşt her goşeyê Împaratoriya Portekîzî – heta Angola, giravên Azor, Kap Verde, Tîmora Rojhilat, Goa, Madeira û Mozambîkê.
Li sala 1929an, baxçevanekî Portekîzî yê bi navê Manuel da Silva Jordão hat Lîzbonê. Li Brazîlê, wî gotareke Birayê Young bihîstibû. Rastiya Kitêba Pîroz zû ket dilê wî, û wî êdî dixwest di îşê belavkirina mizgînê de alî Birayê Ferguson bike. Ji bo vê, Manuel bû “kolportor” (li wê demê pêşeng wisa dihatin bi nav kirin). Çapkirin û belavkirina weşanên li ser Kitêba Pîroz êdî baş diçû, û civata nû ya li Lîzbonê rind bi pêş ve diçû!
Li sala 1934an, lazim bû Birayê Ferguson û pîreka wî vegerin Brazîlê. Lê belê toximên rastiyê êdî hatibûn çandin. Li wexta Şerê Hundirîn ê Spanyayê û Şerê Cîhanî yê Duyemîn, xwişk û birayên li Portûgalê dilsoz man. Xîreta wan hebek kêm bû, lê gava John Cooke, mizgînvanekî wezîfedar ê ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû, gihîşt Portûgalê, xîreta wan ji nû ve zêde bû. Piştî vê, zêdebûna mizgînvanên Padîşahiyê her tim dewam kir. Wexta ku dewletê îşê Şahidên Yehowa li sala 1962an qedexe kir jî, hejmara wan her ku diçû zêdetir dibû. Li meha Kanûnê ya sala 1974an, gava dewletê dîsa îzin da îşê Şahidên Yehowa, li Portûgalê zêdetirî 13.000 mizgînvan hebûn.
Îro, zêdetirî 50.000 mizgînvan mizgîna Padîşahiya Xwedê hem li Portûgalê hem jî li çend giravên Portekîzîaxiv (mesela giravên Azor û Madeira) belav dikin. Hin mizgînvan neviyên wan kesan in, ên ku li sala 1925an guh dabû gotara Birayê Rutherford.
Em hem ji Yehowa re hem jî ji xwişk û birayên berê re şikur dikin, ên ku bi mêrxasî “ji bo miletan” bûn xizmetkarên Îsa Mesîh (Rom. 15:15, 16) (Ji arşîvên me yên li Portûgalê).
a Li meqaleya “There Is More Harvest Work to Be Done”, The Watchtower, 15 Gulan 2014, rûp. 31-32, binêre.