KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Hezîran r. 7
  • Ji Talûkeyên Torên Civakî Dûr Bisekine

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Talûkeyên Torên Civakî Dûr Bisekine
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gelo Tu li ser Înternetê bi Kê re Hevaltiyê Dikî?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • “Zêdetir li ser Xwe Nefikire”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Hezîran r. 7

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ji Talûkeyên Torên Civakî Dûr Bisekine

Îsa keviran nake nan

ÇIMA MUHÎM E? Wek hemû hacetan, torên civakî dikarin an bifeyde an jî bitalûke bibin. Hin şagirtên Îsa torên civakî bi kar naynin. Lê belê, hin xwişk û birayên me bi saya torên civakî bi dost û merivên xwe re xeber didin. Îblîs dixwaze ku em torên civakî bi awayekî bêaqil bi kar bînin û hem navê xwe hem jî dostiya xwe bi Yehowa re xera bikin. Ji bo ku em talûkeyan ji berê de bibînin û ji wan dûr bisekinin, wê baş be ku em wek Îsa Mesîh prensîpên Kitêba Pîroz bi kar bînin (Lq 4:4, 8, 12).

JI VAN TALÛKEYAN DÛR BISEKINE:

  • Torên civakî bi zêdeyî bi kar neyne. Eger em bi saetan di torên civakî an medyaya civakî de bimînin, dibe ku ji bo şixulên ruhî wext nemîne.

    Prensîpên Kitêba Pîroz: Ef 5:15, 16; Flp 1:10

  • Li resim an nivîsên xerab nenêre. Temaşekirina resmên tehrîkdar dikare bibe sebeb ku mirov bikeve dafikên pornografî an bêexlaqiyê. Xwendina nivîsên kesên ku serê xwe li hemberî rastiyê radikin dikare baweriya me xera bike.

    Prensîpên Kitêba Pîroz: Mt 5:28; Flp 4:8

  • Resim an nivîsên nebaş neweşîne. Dilê xayîn dikare bibe sebeb ku em resim an nivîsên nebaş li toreke civakî biweşînin. Eger em wisa bikin, dibe ku em navê xwe xera bikin an jî ji aliyê ruhî ve sist bibin.

    Prensîpên Kitêba Pîroz: Rm 14:13; Ef 4:29

VÎDEOYA MALPERÊN SOSYAL BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

Dizekî ku dikare têkeve medyaya civakî dizane ku xwediyê malê ne li malê ye
Midûrê şîrketekê li ser toreke civakî resmekî nebaş dibîne
Li torên civakî, hinek peyvên nebaş dikin
Ciwanekî ku seba medyaya civakî dereng raketibû sibe nikare rabe
    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne