KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bhs r. 3-7
  • Mexseda Xwedê ya ji bo Me Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mexseda Xwedê ya ji bo Me Çi ye?
  • Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Sernivîs
  • DI KITÊBA PÎROZ DE, XWEDÊ SOZ DAYE KU ROJÊN XWEŞ NÊZIK IN.
  • JI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ FEYDEYÊ BISTÎNE
Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
bhs r. 3-7

Mexseda Xwedê ya ji bo Me Çi ye?

ROJNAME, Înternet, televîzyon û radyo bi xeberên zordarî, şer û terorê ve tije ne. Wekî din, gelek mirov seba nexweşiyê an mirina kesekî êşê dikişînin.

Malbatek guhdariya xeberên radyoyê dike

Gelek kes wisa dipirsin:

  • Gelo tiştên xerab fermana Xwedê ne?

  • Kî an çi dikare alî min bike ku ez serî bi derdên xwe re derxînim?

  • Gelo aştî û selameta rastîn xeyal e?

Kitêba Pîroz cewabên van pirsan dide û dilê me rihet dike.

DI KITÊBA PÎROZ DE, XWEDÊ SOZ DAYE KU ROJÊN XWEŞ NÊZIK IN.

  • Êdî tu kes wê kul û derd nekişîne, kal û pîr nebe û nemire (Peyxam 21:4).

  • Kesên topal wê wek xezalan bazdin (Îşaya 35:6).

  • Çavên koran wê vebin (Îşaya 35:5).

  • Mirî wê bên rakirin (Yûhenna 5:28, 29).

  • Êdî tu kes wê nexweş nekeve (Îşaya 33:24).

  • Li her derê xwarin wê têr û tije be (Zebûr 72:16).

    Kal û pîr dibin ciwan, kesên topal bazdidin, mirî radibin, kesên nexweş an kor şîfa dibînin

JI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ FEYDEYÊ BISTÎNE

Şahidekî Yehowa bi zilamekî re li ser Kitêba Pîroz sohbet dike

Nefikire ku ev mizgîn xeyal e! Xwedê soz daye ku ewê van sozan di demeke nêzik de bîne cih, û Kitêba Pîroz rêyî me dide ku Xwedê wê vê yekê çawa bike.

Wekî din, Kitêba Pîroz nîşan dide ku em çawa dikarin niha jî bi rastî dilşad bin û ji jiyana xwe kêfê bistînin. Carekê xemên xwe bîne ber çavê xwe: Dibe ku tu ji ber xemên pere, derdên malbatê, nexweşî an mirina kesekî xemgîn bûyî. Kitêba Pîroz dikare alî te bike ku tu serî bi van probleman re derxînî, û ew dikare cewabên van pirsan bide û dilê te rihet bike:

  • Kul û derd çima hene?

  • Em çawa dikarin ji derdên xwe bifilitin?

  • Malbata me çawa dikare dilşad be?

  • Piştî mirinê çi dibe?

  • Gelo emê dost û merivên xwe yên mirî rojekê dîsa bibînin?

  • Em çima dikarin bawer bikin ku Xwedê wê hemû sozên xwe bîne cih?

Eger tu bi xwendina vê kitêbê berdewam bikî, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje. Bi alîkariya pirsên li bin paragrafan, tuyê gotinên Kitêba Pîroz rind fehm bikî. Gelek kesên li seranserê dinyayê bi Şahidên Yehowa re li ser Kitêba Pîroz sohbet kiriye û ji vê pir feyde dîtiye. Em hêvîdar in ku tuyê jî ji vê kursê kêfê bistînî. Bila Xwedê xîreta te bibereket bike!

KITÊBA PÎROZ NAS BIKE

KITÊBA PÎROZ ji 66 kitêb û nameyan pêk tê. Di her yekî de “beş” û “ayet” hene. Bi vî awayî, tu dikarî ayetan zû bibînî. Di vê kitêbê de, ayet wisa tên nîşan dayîn: Piştî navê kitêbê, hejmara pêşîn “beş” e. Paşê jî “ayet” tê. Mesela, “2. Tîmotêyos 3:16” tê maneya nameya diduyan a ji Tîmotêyos re, beşa 3yan, ayeta 16an.

Eger tu ayetên nîşankirî vekî, tuyê zû hînî Kitêba Pîroz bibî. Ji xeynî vê, wê baş be ku tu Kitêba Pîroz her roj bixwînî. Eger tu her roj 3-5 beşan bixwînî, tuyê bikaribî Kitêba Pîroz di hundirê salekê de xelas bikî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne