KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb17 Cotmeh r. 7
  • Bi Jiyana Xwe Pesnê Yehowa Bide!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bi Jiyana Xwe Pesnê Yehowa Bide!
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bi Îmtiyazên Xwe Dilxweş Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Ciwanno – Gelo Yehowa Dostê Weyî Herî Baş e?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Li Gor Qeweta Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike û Dilxweş Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
mwb17 Cotmeh r. 7

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Bi Jiyana Xwe Pesnê Yehowa Bide!

Jiyan hediyeyekî pir biqîmet e. Ji ber vê yekê, lazim ku em vî hediyeyî bi awayekî baş bixebitînin. Ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, em dixwazin bi huner û qabiliyetên xwe hurmet û rûmet bidin “kaniya jiyanê”, yanî Yehowa (Zb 36:9; Py 4:11). Lê seba endîşeyên ku em her roj di vê dinyaya xerab de dikişînin, dibe ku em carinan armancên xwe yên ruhî ji bîr bikin (Mq 4:18, 19). Loma wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi rastî tiştên xwe yên herî baş didim Yehowa? (Hş 14:2). Şixulê min li ser jiyana min çawa bandor dike? Armancên min ên ruhî çi ne? Ez çawa dikarim xizmeta xwe berfirehtir bikim?” Eger kêmasiyên me hebe, wê baş be ku em alîkariya Yehowa bixwazin û xwe rast bikin. Eger em her roj pesnê Yehowa bidin, emê ji jiyana xwe zêdetir kêfê bistînin û bextewartir bibin! (Zb 61:8).

Edgardo Franco li ser sehne ye; Edgardo Franco di xizmetê de

Tu hunerên xwe ji bo kê dixebitînî?

LI VÎDEOYA FERESETÊ XWE BONA YEHOWA BIDE XEBATÊ (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Em çima naxwazin hunerên xwe ji bo dinyaya Şeytan bixebitînin? (1Yh 2:17)

  • Yên ku tiştên xwe yên herî baş didin Yehowa kîjan bereketan distînin?

  • Em dikarin huner û qabiliyetên xwe di kîjan warên xizmeta pîroz de bixebitînin?

TEWSIYEYÊN JI BO ÎBADETA MALBATÊ:

  • Bi mizgînvanekî ku gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye an di xizmeta tamrojî de xebitiye sohbet bike. Ji bo ku ew tiştên xwe yên herî baş bide Yehowa, wî çi fedakarî kiriye? Yehowa ew çawa bibereket kiriye?

  • Here JW Broadcasting û rûpela INTERVIEW AND EXPERIENCES veke. Li wê derê, tu dikarî li serpêhatiyên gelek kesên ku hemû emrê xwe di xizmeta pîroz de derbas kiriye temaşe bikî û bibînî ku ew çi qas dilşad bûne.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne