BEŞA DOZDEHEMÎN
Tu Çawa Dikarî Bibî Dostê Xwedê?
1, 2. Hin dostên Yehowa kî bûn?
EM KÊ wek dostên xwe hildibijêrin? Bê guman em tenê bi kesên sernerm, nazik û dilpak re dixwazin bibin dostên hev, ne wisa ye?
2 Yehowa Xwedê jî hin mirovan wek dostên xwe hildibijêre. Mesela, Birahîm pêxember dostê Yehowa bû (Îşaya 41:8; Aqûb 2:23). Yehowa ji Dawid pêxember jî pir hez dikir. Dawid ‘zilamekî li gor dilê wî’ bû (Karên Şandiyan 13:22). Wekî din, Yehowa pir qîmet dida Danîêl pêxember (Danîêl 9:23).
3. Birahîm, Dawid û Danîêl çawa bûn dostên Xwedê?
3 Birahîm, Dawid û Danîêl çawa bûn dostên Yehowa? Yehowa ji Birahîm re wisa got: “Te soza min guhdarî kir” (1. Mûsa 22:18). Yehowa hem însan hem jî miletên ku bi dilnizmî guhdariya wî dikin, wek dostên xwe qebûl dike. Yehowa ji miletê Îsraêl re wisa gotibû: “Gotina min guhdarî bikin û ez ê ji we re bibim Xwedê û hûn ê ji min re bibin netewe” (Yêremya 7:23). Yanî, eger em bi rastî dixwazin bibin dostên Yehowa, gerek em guhdariya wî bikin.
YEHOWA DOSTÊN XWE DIPARÊZE
4, 5. Yehowa dostên xwe çawa diparêze?
4 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa qudreta xwe di oxira xizmetkarên xwe de bi kar tîne (2. Dîrokan 16:9). Li Zebûr 32:8, Yehowa sozê dide dostên xwe: “Ezê te perwerde bikim, riya ku diçiyê hînî te bikim, şîret li te bikim, çavê min li ser te ye.”
5 Îblîs xîret dike ku dostaniya me bi Xwedê re xera bike. Lê Yehowa dixwaze me biparêze (Zebûr 55:22 bixwîne). Ji ber ku em dostên Yehowa ne, em ji wî re bi dil û can xizmet dikin. Gava em zehmetê dikişînin, em dîsa jî ji wî re dilsoz dimînin. Wek di kitêba Zebûrê de tê gotin, em bawer dikin ku Yehowa li cem me ye: “Ji ber ku li milê min ê rastê ye, min nedî lerz li xwe” (Zebûr 16:8; 63:8). Gelo Îblîs çi dike ku dostaniya me bi Xwedê re xera bike?
GOTINÊN ÎBLÎS
6. Îblîs der heqê mirovan de çi dibêje?
6 Li beşa 11emîn, em elimîbûn ku Yehowa ji aliyê Îblîs ve hat sûcdar kirin. Ji ber ku Yehowa îzin neda ku Adem û Hewa xwe bi xwe qerarê bidin ku çi rast e û çi na, Îblîs got ku Yehowa neheqî û derewan dike. Wekî din, kitêba Eyûb nîşan dide ku Îblîs mirovên ku dixwazin dostên Xwedê bin, sûcdar dike. Mesela, ew dibêje ku ew tenê ji bo menfaetên xwe ji Xwedê re xizmet dikin, ne ji ber ku ew ji wî hez dikin. Bi ser de, Îblîs dibêje ku ew dikare her kesî bizivirîne û ji Xwedê dûr bixe. Ka em bibînin ku em dikarin ji Eyûb çi dersê bistînin, û ku Yehowa ew çawa diparast.
7, 8. (a) Eyûb kî bû? (b) Îblîs der heqê Eyûb de çi got?
7 Eyûb kî bû? Ev zilamê qenc weke 3.600 sal berê dijiya. Li wê demê, Yehowa got ku li temamiya dinyayê, kesekî mîna Eyûb tune. Eyûb pir hurmet û rûmet dida Xwedê, û wî ji xerabiyê nefret dikir (Eyûb 1:8). Belê, Eyûb bi rastî jî dostê Xwedê bû.
8 Îblîs got ku Eyûb tenê ji bo menfaetên xwe ji Xwedê re xizmet dike. Îblîs ji Yehowa re wisa got: “Te li dora wî, li dora mala wî û li dora her tîştên wî yên hene, çeperê nezivirand? Te bereketê da karê destên wî û malên wî, li welat zêde bûn. Lê belê niha destê xwe dirêj bike û li heçî tiştên wî yî hene bixe. Dê li ber wecê te naletê li te bike” (Eyûb 1:10, 11).
9. Yehowa îzin da ku Îblîs çi bike?
9 Îblîs Eyûb sûcdar kir û got ku ew tenê ji bo menfaetên xwe ji Yehowa re xizmet dike. Wekî din, Îblîs got ku ew dikare Eyûb ji Yehowa dûr bixe. Yehowa dizanibû ku ev yek ne rast e, lê wî dîsa jî îzin da ku Îblîs dilsoziya Eyûb biceribîne.
ÎBLÎS ÊRÎŞÎ EYÛB DIKE
10. Îblîs çawa êrîşî Eyûb kir, û Eyûb çi kir?
10 Serê pêşîn, Îblîs hemû malê Eyûb ji destê wî girt. Paşê, Îblîs piraniya xizmetkarên Eyûb kuştin. Di destê Eyûb de çi hebû jî, wî gişt winda kir. Di êrîşa xwe ya dawîn de, Îblîs firtoneyek derxist û 10 zarokên Eyûb kuştin. Dîsa jî, Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma. “Di hemûya vî karî de Eyûb sûcê nekir û bêrêtiyeke li Xwedê nekir” (Eyûb 1:12-19, 22).
Eyûb pêxember dostê Yehowa bû û ji bo dilsoziya xwe hat xelat kirin
11. (a) Îblîs dîsa çi anî serê Eyûb? (b) Eyûb çi kir?
11 Lê belê, Îblîs dev jê ber neda. Wî dîsa ji Xwedê meydan xwest û got: “Destê xwe dirêj bike ku, tu bidî hestî û goştê wî. Dê li ber wecê te, naletê li te bike.” Hingê, Îblîs nexweşiyeke pir xerab da Eyûb (Eyûb 2:5, 7). Dîsa jî, Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma. Wî got: “Heta ku ez hilma xwe yî dawîn bidim, ez ê bêsûciya xwe ji xwe ve neqetînim!” (Eyûb 27:5).
12. Eyûb çawa îsbat kir ku Îblîs derewçîn e?
12 Eyûb nizanibû ku Îblîs çi gotibû, an ku ew qas tiştên xerab çima hatin serê wî. Ew difikirî ku sebeba derdên wî Yehowa bû (Eyûb 6:4; 16:11-14). Dîsa jî, Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma. Belê, Eyûb li menfaetên xwe nedigeriya. Ew dostê Xwedê bû, çimkî wî ji Xwedê hez dikir. Hemû gotinên Îblîs derew bûn!
13. Netîceya dilsoziya Eyûb çi bû?
13 Eyûb nizanibû ku li ezmanan çi qewimîbû. Dîsa jî, ew ji Xwedê re dilsoz ma û îsbat kir ku Îblîs yekî xerab e. Yehowa dilsoziya Eyûb xelat kir (Eyûb 42:12-17).
ÎBLÎS DER HEQÊ TE DE ÇI DIBÊJE?
14, 15. Îblîs her kesî çawa sûcdar dike?
14 Em dikarin ji serpêhatiya Eyûb dersên muhîm bistînin. Îro jî, Îblîs dibêje ku em tenê ji bo menfaetên xwe ji Yehowa re xizmet dikin. Li gor Eyûb 2:4 (NWT), Îblîs wisa got: “Mirov wê ji bo canê xwe her tiştê xwe bide.” Yanî, Îblîs dibêje ku her kes xweperest e, ne tenê Eyûb. Çend sedsal piştî mirina Eyûb, Îblîs hê li Yehowa heqaret dikir û xizmetkarên wî sûcdar dikir. Ji ber vê yekê, Methelokên Silêman 27:11 wisa dibêje: “Lawê min, bi zaniyarî bike ku, bila dilê min kêfxweş bibe, da ku, bersivê bidim yê ku min dişermîne [an yê ku li min heqaret dike].”
15 Eger tu guhdariya Yehowa bikî û dilsoz bimînî, tu dikarî îsbat bikî ku Îblîs derewçîn e. Belkî di jiyana te de guhartinên mezin lazim in, da ku tu bikaribî bibî dostê Xwedê. Eger tu vê yekê bikî, tuyê poşman nebî. Dîsa jî, ev rê carinan ne hêsan e. Îblîs dibêje ku gava derdên te hebin, tuyê ji Xwedê re dilsoz nemînî. Ew dixwaze me bixapîne ku em dilê Xwedê biêşînin. Gelo çawa?
16. (a) Îblîs kîjan metodan bi kar tîne ku mirov êdî ji Yehowa re xizmet nekin? (b) Ji bo ku tu dev ji xizmeta Yehowa berdî, Îblîs dikare çi bike?
16 Îblîs gelek metodan bi kar tîne ku em dostaniya Xwedê winda bikin. Ew “wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne” (1. Petrûs 5:8). Belkî heval an merivên te an jî kesên din naxwazin ku tu Kitêba Pîroz bixwînî û li ser riya rast bimeşî. Ji ber vê yekê, ew belkî ji te re muxalefetê dikina (Yûhenna 15:19, 20). Bi ser de, Îblîs xwe wek ‘melekê ronahiyê’ nîşan dide. Ji ber vê yekê, ew carinan hîleyan bi kar tîne da ku em guhdariya Yehowa nekin (2. Korîntî 11:14). Wekî din, Îblîs dixwaze ku em bifikirin ku em çi bikin jî, Xwedê ji xizmeta me ne razî ye (Methelokên Silêman 24:10).
EMRÊN YEHOWA BÎNE CIH
17. Em çima guhdariya Yehowa dikin?
17 Gava em guhdariya Yehowa dikin, em îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Ev ne tiştekî zor e. Gelo çima? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Marqos 12:30). Belê, em guhdariya Yehowa dikin ji ber ku em ji wî hez dikin. Her ku em ji Yehowa zêdetir hez bikin, emê bixwazin hemû daxwazên wî bînin cih. Yûhennayê şandî wisa nivîsî: “Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3).
18, 19. (a) Hin tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, çi ne? (b) Em ji ku dizanin ku Yehowa tiştên bêîmkan ji me naxwaze?
18 Çarçoveya “Yehowa ji Van Tiştan Nefret Dike” bala me dikisîne ser hin tiştên xerab. Gerek em jî ji van tiştan nefret bikin. Belkî tu difikirî ku hinek ji wan ne ew qas xerab in. Lê gava tu ayetên Kitêba Pîroz bixwînî û li ser wan hûr û kûr bifikirî, tuyê fehm bikî ku qanûnên Yehowa ji bo me çima ew qas muhîm in. Belkî di jiyana te de jî hin tiştên nerast hene. Çi qas zor be jî, eger tu hal û hereketên xwe serrast bikî, tuyê dilşad bibî (Îşaya 48:17, 18). Em ji ku dizanin ku em dikarin jiyana xwe biguherînin û bibin dostên Xwedê yên dilsoz?
19 Yehowa tu tiştekî bêîmkan ji me naxwaze (5. Mûsa 30:11-14). Ew dostekî rastîn e, û ew me ji me çêtir nas dike. Ew dizane ku em ji kîjan aliyan xurt an sist in (Zebûr 103:14). Pawlosê şandî ji me re wisa got: “Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne” (1. Korîntî 10:13). Em dikarin bawer bikin ku Yehowa wê tim û tim hêzê bide me ku em tiştên rast bikin. Ji bo ku tu bikaribî di rewşên zor de sebir bikî, ewê bi zêdeyî qewetê bide te (2. Korîntî 4:7). Pawlos gelek caran alîkariya Yehowa distand. Wî wisa got: “Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (Filîpî 4:13).
JI TIŞTÊN KU XWEDÊ HEZ DIKE, HEZ BIKE
20. Gerek em kîjan sifatan pêk bînin, û çima?
20 Eger em dixwazin bibin dostên Yehowa, gerek em ji tiştên ku li gor Yehowa nerast in dûr bisekinin. Lê belê, ev ne bes e (Romayî 12:9). Lazim e ku dostên Xwedê ji tiştên ku Yehowa hez dike, hez bikin. Ev tişt, di Zebûr 15:1-5 de tên eşkere kirin (bixwîne). Dostên Xwedê ji wî hîn dibin û sifatên wek “hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, nermî û xwegirtin”ê pêk tînin (Galatî 5:22, 23).
21. Tu çawa dikarî sifatên xweş, ên ku Yehowa ji wan hez dike, pêk bînî?
21 Tu çawa dikarî van sifatên xweş pêk bînî? Gerek tu Kitêba Pîroz bi dewamî lêkolîn bikî û bielimî ku Yehowa ji çi hez dike (Îşaya 30:20, 21). Her ku tu wisa bikî, tuyê ji Yehowa zêdetir hez bikî, û her ku tu ji wî zêdetir hez bikî, tuyê bixwazî guhdariya wî bikî.
22. Eger em guh bidin Yehowa, netîce wê bibe çi?
22 Çawa ku mirov kincên xwe yên kevin ji xwe dike û kincên nû li xwe dike, gerek em “şexsiyeta kevin” ji xwe bikin û “şexsiyeta nû” li xwe bikin (Kolosî 3:9, 10, NWT). Ev yek tê maneya ku gerek em jiyana xwe bi temamî biguherînin. Dibe ku ev yek ne hêsan e. Lê eger em vê yekê bikin û guhdariya Yehowa bikin, ewê ‘xelateke mezin’ bide me (Zebûr 19:11, KP). Belê, guh bide Yehowa û îsbat bike ku Îblîs derewçîn e. Ji Yehowa re xizmet bike – ne ji bo xelatekê, lê bi hezkirina jidil. Wê çaxê tuyê bi rastî bibî dostê Xwedê!
a Ev yek nayê maneya ku mirovên ku naxwazin ku tu Kitêba Pîroz bixwînî rasterast li bin kontrola Îblîs in. Dîsa jî, Îblîs “xwedayê vê dinyayê” ye, û “tevahiya dinyayê di bin desthilatiya” wî de ye. Loma em şaş namînin ku hin kes naxwazin ku em ji Yehowa re xizmet bikin (2. Korîntî 4:4; 1. Yûhenna 5:19).