XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | LÛQA 6-7
Bi Comerdî Bide
Mirovê comerd wext, qewet û derfetên xwe ji bo xêra kesên din bi dil û can bi kar tîne.
Peyva eslî ya Yewnanî, ya ku wek “bidin” hatiye wergerandin, tê maneya “bi dewamî bidin”.
Eger em bi dewamî bidin, kesên din jî wê pêşa me “bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî” tije bikin. Di demên berê de, esnafan pêşa mişteriyên xwe bi genimê ve tije dikirin.