-
Di îbadetên me de çi tên kirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 7
Di îbadetên me de çi tên kirin?
Zelandaya Nû
Japonya
Ûganda
Lîtvanya
Di îbadetên taqîbkarên Îsa Mesîh ên pêşî de, îlahî dihatin xwendin, dua dihatin kirin. Wekî din jî, ji Nivîsarên Pîroz hinek qisim dihatin xwendin û li ser wan mizakere dihatin kirin. Qet ayîneke wan tunebû (1. Korîntî 14:26). Em jî di îbadetên xwe de tiştên wekî wan dikin.
Malûmatên bi feyde, yên li gor ilmê Kitêba Pîroz tên dayîn. Her cemaetek di îbadeta ku di dawiya hefteyê de tê kirin de, 30 deqeyan gotareke li gor ilmê Kitêba Pîroz, guhdarî dike. Di gotarê de tesîra Kitêba Pîroz a li ser heyata me û tiştên di heqê zemanê me de tên gotin. Em ayetên ku tên xwendin di Kitêba xwe ya Pîroz de bi xwe jî, taqîb dikin. Piştî gotarê saetekê Tetkîka “Qûleya Çavdêriyê” tê kirin. Ji kovara The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê), ya çapkirî meqaleyek bi mizakereyeke bi pirs û cewaban ve tê tetkîkkirin. Ev mizakereya ku temamê kesên guhdar dikarin tev lê bibin, ji me re pirr yardim dike. Em bi vî şikilî di heyata xwe de, Kitêba Pîroz wekî rêber dişixulînin. Eynî meqale li ser temamê dinyayê, di bêtirî 110.000 cemaetên me yên din de jî, tê tetkîkkirin.
Em ji bo ku hunera xwe ya elimandinê bi pêş bixin, alîkariyê distînin. Civîna Wek Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet Bikin li êvareke di hundirê hefteyê de tê kirin. Ev civîn ji sê qisiman tê meydanê û li gor Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê ya mehane tê îdare kirin. Qisima pêşîn wek Xezîneyên Kitêba Pîroz tê bi nav kirin û alî me dike ku em çend beşên Kitêba Pîroz, ên ku civat ji berê ve dixwînê, ji nêzik ve nas bikin. Paşê, qisima Xwe ji bo Xizmetê Hazir Bike bi alîkariya nimayîşan nîşan dide ku em çawa dikarin ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikin. Nazir bala me dikişîne li ser hin nuqteyan da ku xwendin û xeberdana me bi pêş ve here (1. Tîmotêyos 4:13). Di dawiyê de, qisima Wek Îsa Mesîh Bijîn nîşan dide ku em çawa dikarin li gor gotinên Kitêba Pîroz bijîn. Mizakereyeke bi pirs û cewaban alî me dike ku em Kitêba Piroz rindtir fehm bikin.
Eger hûn werin îbadetên me, hûnê miheqeq ferq bikin ku li wê derê di heqê Kitêba Pîroz de derseke pirr bi qalîte tê dayîn (Îşaya 54:13).
Însan di cemaetên Şahidên Yehowa de, malûmatên çawa dikarin bistînin?
Hûn pêşî dixwazin werin kîjan îbadetê?
-
-
Çima gava em terin îbadetên xwe, gerek kincên ku li xwe dikin, dîqet bigirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 8
Çima gava em terin îbadetên xwe, gerek kincên ku li xwe dikin, dîqet bigirin?
Îslanda
Meksîka
Gîneya-Bissaoyî
Fîlîpîn
Bi îhtimaleke mezin ji resimên ku di vê broşûrê de hatine dayîn, tiştekî dîqeta we jî kişandiye. Miheqeq we jî ferq kiriye ku Şahidên Yehowa di îbadetên xwe de, kincên çiqas temîz û maqûl li xwe dikin. Eceba em çima evqas qîmetê didin kinc û bergên ku li xwe dikin?
Kincên li ser me, hurmeta me ya ji Xwedê re nîşan didin. Feqet Xwedê mehkemeya me li gor xuyabûna şikil û şemalê me nake (1. Samûyêl 16:7). Ancax gava em ji bo îbadetkirinê tên cem hev, dixwazin îspat bikin ku em çiqas hurmetê ji Xwedê re nîşan didin. Em vê yekê wer nîşanî xûşk û birayên xwe yên hemîman jî didin. Mesela eger em derketana hizûra padîşah an jî serokê dewletekê, helbet me kincên ku li xwe dikirin wê dîqet bigirta. Çimkî me dixwest ku ji meqamê wî re hurmeta xwe îfade bikin. Wekî vê yekê, em hurmeta xwe hem ji “Padîşahê herheyî” Yehowa Xweda re û hem jî ji cihê ku em lê îbadetê dikin re nîşan didin. Çimkî em dixwazin bi kinc û bergên ku ji bo îbadetan li xwe dikin, vê nêta xwe îspat bikin (1. Tîmotêyos 1:17).
Kincên li ser me, qîmetên ku em lê xwedî ne, nîşan didin. Kitêba Pîroz ji taqîbkarên Îsa Mesîh ji kesên ku “xwedî teqwa ne” re dibêje ku ew gerek “bi qiyafetekî sade, li gor edebê û bi awayekî pîvangî” xwe bi kinc bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Xwekinckirina “bi qiyafetekî sade” lazim dibîne ku em gerek xwe ji kincên balkêş, ên ku dîqetê dikişînin ser me û însanan tehrîk dikin, dûr bigirin. Ji bedena me qet şûneke eyîb gerek vekirî nemîne. Xwekinckirina “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” jî, ji me re yardim dike ku em xwe ji kincên şapûle, yan jî pirole dûr bixin. Feqet em gerek qiyafetên xweş û maqûl tercîh bikin. Em dikarin hem van standardan weynin cih û hem jî, bi maqûltî kincên li gor zewqa xwe li xwe bikin. Em dikarin tenê bi navgîniya kincên xwe yên xweşik û bi zewq jî, “hînkirina Xilaskarê me Xwedê bixemilînin” û WÎ “bilind bikin” (Tîtos 2:10; 1. Petrûs 2:12, KP). Em gava tên îbadetên xwe, kincên xwe dîqet digirin. Çimkî em bi vî şikilî dixwazin tesîrê li însanên din jî bikin. Ew jî di heqê kesên ku ji Yehowa re îbadetê dikin de, bi rindî difikirin.
Belkî qiyafetê we yê minasib tune. Feqet ev yek gerek nebe sebeb ku hûn şerm bikin û neyên Salonên Îbadetê. Însan bêyî ku qiyafetên biha, yan xisûsî li xwe bike jî, dikare bibe xwediyê şikilekî minasib, temîz û xweşik.
Gava ji Xwedê re îbadet tê kirin, çima muhîm e ku însan kincên temîz û maqûl li xwe bike?
Di meseleya kinc û bergan de, kîjan prensîp ji me re rê nîşan didin?
-