-
Em çima kongreyên mezin ziyaret dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 11
Em çima kongreyên mezin ziyaret dikin?
Meksîka
Almanya
Botswana
Nîkaragua
Îtalya
Eceba ev însan çima evqas dilşad in? Çimkî ew di kongreya mezin de ne. Qûlên Xwedê, zemanên berê di salê de gerek sê caran li hev top bibûna. Em jî îro wekî wan bi heweseke mezin, li ser rojên kongreyan disekinin. Em bi sedan heta bi hezaran xûşk û birayên xwe re bi saya wan kongreyan li hev top dibin (5. Mûsa 16:16). Em her sal di van sê kongreyan de hevdû dibînin: Her sal, Civîna Yekrojî du caran û Civîna Sêrojî carekê tê tertîb kirin. Eceba çi feydeya van kongreyan ji me re heye?
Ev yek, yekîtiya me ya biratiyê xurt dike. Qewmê Yehowa zemanê berê, “di nav cemaetê de” bi kêfxweşî EW bi rûmet dikir. Em jî wisa di van kongreyên xisûsî de, bi dilşahî ji Yehowa re îbadetê dikin (Zebûr 26:12; 111:1). Ev kongre ji me re fersendê derdixin ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re wexta xwe derbas bikin. Ew xûşk û bira ji cemaetên din, heta ji welatên din jî tên û em hevdû nas dikin. Em nîvro jî di wexta navberê de, li cihê ku îbadet lê tê kirin bi hev re xwarinê dixwin. Ev yek, vê atmosfera germ a li wê derê destek dike (Karên Şandiyan 2:42). Wekî din jî, em di van îbadetan de hezkirina ku yekîtiya biratiya me, ya înternasyonal tîne meydanê, hîs dikin (1. Petrûs 2:17).
Ev yek, îrtibata me ya bi Xwedê re xurt dike. Kesên zemanên berê ji bo ku ji Yehowa re îbadetê bikin, li hev top dibûn. Wan ji Nivîsarên Pîroz gotinên ku hatibûn qeydkirin fam dikirin (Nehemya 8:8, 12). Em jî pirr qîmetê didin talîmatên ku ji Kitêba Pîroz di kongreyan de, ji me re tên dayîn. Her kongreyekê mewzûyeke xwe heye û ew mewzû li gor ilmê Kitêba Pîroz e. Em li wê derê gelek gotarên bi tesîr, ên ku li dû hev tên teqdîmkirin guhdarî dikin. Bi saya wan em dielimin ku ka em çawa îradeya Xwedê di heyata xwe de weynin cih. Wekî din jî em tecrûbeyên kesên ku di van wextên çetin de derbas kirine, dibihîzin. Em dibînin ku wan li ser probleman jî çawa kariye bi prensîpên Xwedê ve girêdayî bimînin û wê wextê cesaretê distînin. Niwandinên ku di Kongreya Herêmî de tên teqdîmkirin jî, ji me re yardim dikin. Bi saya wan, em qeydên di Kitêba Pîroz de tînin ber çavên xwe û ji xwe re dersan jê distînin. Di her kongreyekê de haziriyeke xisûsî jî tê kirin. Bi vî şikilî kesên ku li wê derê xwe ji Xwedê re weqf dikin, ew dikarin ji bo sembola vê yekê, werin vaftîzkirin.
Çima wexta ku em kongreyan ziyaret dikin, ev yek me dilşad dike?
Eger em herin kongreyekê, çi feydeya vê yekê ji me re heye?
-
-
Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 12
Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?
Spanya
Rûsyaya Spî
Hongkong
Perû
Îsa pêxamber wexteke kin beriya mirina xwe, weha gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14). Eceba ev îşê belavkirina Mizgîniyê, wê çawa bihata cih? Bi metodê îşên ku Îsa pêxamber li ser rûyê erdê kiribûn tê cih (Lûqa 8:1).
Em dişixulin ku li malên wan xwe bigihînin însanan. Îsa pêxamber telebeyên xwe elimandin ku ew mal bi mal bigerin û Mizgîniyê îlan bikin (Metta 10:11-13; Karên Şandiyan 5:42; 20:20). Wan kesan wê wextê li cihên ku ji wan re hatibûn tayînkirin, Mizgînî didan bihîstin (Metta 10:5, 6; 2. Korîntî 10:13). Îro jî îşê me yê belavkirina Mizgîniyê, bi şikilekî rind hatiye organîzekirin. Ji her cemaetekê re cihekî xisûsî tê tayînkirin. Em bi saya vê yekê dikarin emira Îsa pêxamber weynin cih. Çimkî Îsa gotibû ku Mizgîniyê li ser temamiya dinyayê bidin bihîstin (Karên Şandiyan 10:42).
Em dişixulin ku li her derê xwe bigihînin însanan. Îsa Mesîh li cihên ku xelk lê dihat dîtin, ên wekî li ber bîra avê û kêleka deryayê jî, Mizgînî li însanan belav dikir. Loma ew ji me re bû emsal (Marqos 4:1; Yûhenna 4:5-15). Em jî îro hem bi telefonê, hem li dukanan û hem jî li parkan Mizgîniyê belav dikin. Yanî em, li her dera ku bikarin xwe bigihînin însanan, bi wan re di heqê Kitêba Pîroz de qise dikin. Wekî din heta ku îmkanên me hebin, em ji cîranên xwe re, ji hevalên xwe yên li şûna îş re, ji hevalên xwe yên mektebê û eqrebeyên xwe re jî li ser îmana xwe xeber didin. Ji netîceya temamiya van xebatan jî, li ser temamiya dinyayê bi milyonan însan “mizgîniya rizgarkirinê” dibihîzin (Zebûr 96:2).
Eceba hûn dixwazin Mizgîniya di heqê Padîşahiya Xwedê de, bi kê re parve bikin? Vî umîdê şahane tenê ji xwe re veneşêrin. Hûn dikarin vî umîdî di zemanekî pirr kin de, bi wî kesî re jî parve bikin, ê ku hûn dixwazin Mizgîniyê bidinê!
Îsa pêxamber emir kir ku em gerek çi îlan bikin?
Gava Şahidên Yehowa Mizgîniyê belav dikin, ew çawa Îsa pêxamber ji xwe re emsal digirin?
-