-
Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 15
Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?
Fînlanda
Cemaetê dielimîne
Ziyareta Şivantiyê dike
Mizgîniyê belav dikin
Di nav me de sinifeke ruhban, an jî însanên dîndar ên bi meaş tunin. Feqet wekî cemaetên pêşî yên taqîbkarên Îsa Mesîh, îro jî kalên kafî, yanî kesên çavdêr tên tayînkirin. Ew kal di cemaetê de şivantiyê dikin (Karên Şandiyan 20:28). Ev birayên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne, “ne ji mecbûrî, lê ji dil ... ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî” şivantî û rêberiyê dikin (1. Petrûs 5:1-3). Eceba ew ji bo me çi dikin?
Li me xwedî derdikevin û me muhafize dikin. Kal di cemaetê de rêberiyê dikin û ji xûşk û birayan re yardim dikin. Loma xûşk û bira jî îrtibata xwe ya bi Yehowa Xweda re muhafize dikin. Çimkî kal dizanin ku wan ev wezîfeya muhîm ji Yehowa Xweda standiye. Loma ew li ser cemaeta WÎ efendîtiyê nakin. Ew ji bedela vê yekê ji bo xêr û dilşadiya ferdên cemaetê dixebitin (2. Korîntî 1:24). Çawa ku şivanek ji nêzîk ve li her miyeke xwe eleqedar dibe, kal jî mesûliyeta xwe wer tînin cih. Ew dişixulin ku her ferdekî cemaetê ji nêzîk ve nas bikin (Methelokên Silêman 27:23).
Me dielimînin ku em îradeya Xwedê weynin cih. Kal di îbadetên ku her hefte tên kirin de, rêberiyê dikin. Ew di îbadetan de, gotarên ku îmana me saxlem dikin, teqdîm dikin (Karên Şandiyan 15:32). Ev birayên sadiq, di eynî wextê de ji îşê îlankirina Mizgîniyê re jî, rêberiyê dikin. Kal di vî îşî de, bi me re dixebitin û ji bo xizmetê ji her aliyî ve, me talîm dikin.
Ji me her yekî re bi xisûsî dibin destek. Kal ji bo ku îhtiyaçên me yên ruhî temîn bikin, bi xwe tên mala me. Ew carna jî di Salona Îbadetê de, bi me re sohbet dikin. Kalên cemaetê bi vî şikilî ji Kitêba Pîroz malûmatên bi feyde, yên ku însanan teselî dikin bi me re parve dikin (Aqûb 5:14, 15).
Pirraniya kalan xwediyê îş û aîleyê ne. Loma bi ser wezîfeya wan a di cemaetê de, hê gelek tiştên din jî hene ku ew gerek jê re wextê veqetînin. Kal vê xizmetê ji dil û can dikin. Loma ev birayên sadiq heq dikin ku em ji wan re hurmetê nîşan bidin (1. Selanîkî 5:12, 13).
Wezîfeyên kalên cemaetê çi ne?
Kal çawa li me eleqedar dibin?
-
-
Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 16
Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin?
Myanmar
Di îbadetê de
Di hevdîtina ji bo belavkirina Mizgîniyê de
Wexta ku Salona Îbadetê temîz dike
Kitêba Pîroz behsa du komên ku di cemaetê de mesûliyeta xwe hene dike: Kal û alîkarên xizmetê (Filîpî 1:1). Bi genelî di her cemaetekê de çend birayên ku van xizmetan tînin cih, hene. Eceba alîkarên xizmetê ji bo me çi dikin?
Ji kalan re dibin destek. Ha gênc be, ha jî extiyar be, temamê alîkarên xizmetê ew kes in ku wezîfeya xwe bi şikilekî ji dil tînin cih. Ew bi Xwedê re xwediyê îrtibateke saxlem in û pirr bi îtimad in. Ew di cemaetê de û di Salona Îbadetê de, îşên ku gerek bi şikilekî muntezam werin kirin, tînin cih. Bi saya vê yekê, kal jî dikarin ji bo mesûliyeta xwe ya elimandin û şivantiyê hê zêdetir wextê serf bikin.
Ji bo cemaetê xizmetên çeşîd bi çeşîd dikin. Ji hin alîkarên xizmetê re wezîfe tê dayîn ku ew pêşwaziya kesên ku tên îbadetê bikin. Ji hinekan re jî wezîfe tê dayîn ku cîhazên deng eyar bikin, bi maseya weşanan re mijûl bibin û hesabên cemaetê îdare bikin. Hinek jî xerîteya cihên ku xûşk û bira lê Mizgîniyê belav dikin, didin mizgînvanan. Ew ji bo tîmara Salona Îbadetê jî yardim dikin. Wekî din, kal dikarin ji hinek alîkarên xizmetê rica bikin ku ew ji xûşk û birayên extiyar re jî yardim bikin. Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin bila bikin, ew heq dikin ku em gişt gerek ji wan re hurmetê nîşan bidin. Çimkî ew bi xwestina ji dil vê xizmetê dikin (1. Tîmotêyos 3:13).
Ji yên ku di cemaetê de ne re, dibin emsalên rind. Alîkarên xizmetê ji seba wesfên rind, ên ku wan bi dest xistine tên tayînkirin. Ew gava qisimên programa îbadetê teqdîm dikin, bi gotinên xwe îmana me saxlem dikin. Ew bi şikilekî aktîf tev li îşê belavkirina Mizgîniyê dibin û me di vî îşê muhîm de dikin kesên xîretkêş. Alîkarên xizmetê bi van fealiyetên ku bi dilxwazî dikin, ji bo dilşadî û selametiya cemaetê dibin yardimkar (Efesî 4:16). Ew bi derbasbûna zemên re jî, digihîjin dereceya ku bikarin bi sifatê kal xizmetê bikin.
Alîkarên xizmetê kesên çawa ne?
Alîkarên xizmetê ji cemaetê re çawa yardim dikin?
-