KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 17

      Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?

      A circuit overseer and his wife

      Malawî

      A circuit overseer conducting a meeting for service

      Beriya Mizgîndayînê

      A circuit overseer in the public ministry

      Di wexta Mizgîndayînê de

      A circuit overseer meeting with the congregation elders

      Kal li hev top bûne

      Di Kitêba Pîroz de gelek caran behsa Barnabas û Pawlos tê kirin. Ew bi sifatê nazirên herêmê diçûn ziyareta cemaetên wî zemanî. Çimkî ew bi dil û can li rindiya xûşk û birayên xwe, yên hemîman eleqedar dibûn. Pawlos ji Barnabas re weha gotibû: “Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xûşk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.” Ew ji bo ku îmana birayan saxlem bike, ji dil hazir bû ku bi sedan kîlometre rê rêve here (Karên Şandiyan 15:36). Îro jî arzûya nazirên herêmê eynî ye.

      Ji bo ku cesaret û xîretê bidin me, tên cemaetan. Her nazirê herêmê di salê de du caran tere ziyareta teqrîben 20 cemaetan. Ew di her cemaetekê de, hefteyekê dimîne. Em dikarin hem ji tecrûbeyên van birayan û hem jî, eger zewicî bin, ji yên jina wan gelek feydeyê bigirin. Ew dixebitin ku her kesê di cemaetê de, ha gênc be û ha jî ku pîr be, giştan nas bikin. Wekî din, ew dişixulin bi me re herin Mizgîniyê û tev li tetkîkên me yên Kitêba Pîroz jî bibin. Ev nazir bi kalên cemaetê re terin ziyareta şivantiyê jî. Nazir hem di îbadetên cemaetê de, hem jî di kongreyan de, bi gotarên ku teqdîm dikin, îmana me saxlem dikin (Karên Şandiyan 15:35).

      Li her kesê ku di cemaetê de ye, eleqedar dibin. Nazirên herêmê ji nêzîk ve li durima ruhî ya cemaetê eleqedar dibin. Ew, bi kal û alîkarên xizmetê re hevdîtinê dikin û paşê kontrol dikin ku di cemaetê de pêşveçûneke çawa hatiye qeydkirin. Nazirê herêmê wê çaxê hin tewsiyeyan dide wan ku kal û Yardimkarên Xizmetê çawa bikarin mesûliyeta xwe weynin cih. Ew ji pêşengan re jî yardim dike ku ew çawa bikarin, di îşê Mizgîniyê de zêdetir bi tesîr bin. Nazirên herêmê kesên ku nû tên cemaetê nas dikin û gava dibînin ku ew ji aliyê ruhî ve çawa bi pêş dikevin jî, pirr şa dibin. Ev birayên hanê hevkarê me ne ku ji bo xêra me dixebitin (2. Korîntî 8:23). Ew bi îman û sedeqata xwe ya ji Xwedê re, ji bo me dibin emsal (Îbranî 13:7).

      • Nazirên herêmê ji bo çi terin ziyareta cemaetan?

      • Hûn çawa dikarin ji ziyaretên nazirên herêmê feydeyê bigirin?

      TEKLÎFEK

      Eger hûn naxwazin ji gotarên nazirê herêmê şûnve bimînin, wextên ziyareta wî di teqwîma xwe de qeyd bikin. Eger hûn bixwazin ku ew, an jî jina wî, were tetkîka we ya Kitêba Pîroz, vê yekê ji Şahidê Yehowa, yê ku bi we re tetkîk dike re bibêjin. Hûn wê wextê dikarin wan ji nêzîk ve nas bikin.

  • Em di wexta afetan de çawa ji xûşk û birayên xwe re yardim dikin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 18

      Em di wexta afetan de çawa ji xûşk û birayên xwe re yardim dikin?

      Jehovah’s Witnesses helping with disaster-relief supplies in Dominican Republic

      Komara Domînîkan

      Relief workers rebuilding a Kingdom Hall in Japan

      Japonya

      One of Jehovah’s Witnesses comforting someone after a disaster in Haiti

      Haîtî

      Gava afetek biqewime, Şahidên Yehowa hema hereket dikin ku yardimê bigihînin xûşk û birayên xwe yên li cihê afetê. Ev hereket û xîretkêşiyên me nîşan didin ku hezkirina di navbera me de, heqîqî ye (Yûhenna 13:34, 35; 1. Yûhenna 3:17, 18). Eceba di zemanekî weha çetin de, em bi çi şikilî ji hevdû re yardim dikin?

      Em hîbeyan teqdîm dikin. Di sedsala yekemîn de, li Yahûdiyeyê xela qewimîbû. Wê wextê li mintiqeya Entakyayê taqîbkarên Îsa Mesîh, ji birayên xwe yên hemîman re pere şandibûn (Karên Şandiyan 11:27-30). Wekî vê yekê, em jî îro carna dibihîzin ku li welatekî xûşk û birayên me, ji seba felaketekê xesarê dibînin. Em hema hereket dikin, bi navgîniya cemaeta xwe ji bo fealiyetên yardimê, hîbeyan teqdîm dikin (2. Korîntî 8:13-15).

      Em yardima ku pratîk û lazim e, teqdîm dikin. Kalên wê mintiqeya ku afet lê qewimiye, pêşî li her kesê ku aîdî cemaetê ne, digerin. Ew tespît dikin ka hela ew li ku derê ne û halê wan çawa ye. Ji bo ku ji kesên mexdûr re yardim bikin, heyeteke yardimê tê avakirin. Ew heyet tiştên wekî: Xwarin, ava vexwarinê, kinc, cihê raketinê û yardima tibî yanî bijîşkî organîze dike. Gelek Şahidên Yehowa, yên ku di vê meseleyê de xwedîtecrûbe ne, mesrefa xwe ji kîsê xwe serf dikin. Ew terin wî cihê ku afet lê qewimiye û ji îşên yardimê re dibin destek. Ew li wê derê yardim dikin ku xanî û Salonên Îbadetan, ên ku xesar dîtine, werin tamîrkirin. Em Şahidên Yehowa teşkîlateke înternasyonal in û bi temamî di yekîtiyê de ne. Loma em dikarin di zemanekî acîl de, hema bi ecele seferber bibin. Em vê yekê bi saya tecrûbeya ku me bi navgîniya hevkariya xwe bi dest xistiye, dikarin bikin. Em bi xisûsî pêşî ji xûşk û birayên xwe yên hemîman re yardim dikin. Feqet heta ji destê me were, em bêyî ku li mezheb û dînê wan mêze bikin, dişixulin ku ji însanên din re jî yardim bikin (Galatî 6:10).

      Em ji Kitêba Pîroz umîd didin însanan û wan teselî dikin. Kesên ku ji seba afetekê xesar û ziyan dîtine, ew bi xisûsî muhtacê teseliyê ne. Yehowa Xweda çavkaniya temamê teseliyan e. Ew di zemanên weha de, ji bo tehemûlkirinê qewetê dide me (2. Korîntî 1:3, 4). Em bi kesên dilşewitî re wehdên Kitêba Pîroz parve dikin. Em ji wan re îlan dikin ku Padîşahiya Xwedê di wexteke pirr nêzîk de, wê were. Ev Padîşahî temamiya felaketên ku dibin sebebên êş û derdan, wê bi dawî bike (Peyxam 21:4).

      • Şahidên Yehowa, di zemanê afetan de, çawa dikarin evqas zû hereket bikin?

      • Em çawa dikarin Kitêba Pîroz bişixulînin, da ku kesên ji afetê xesar dîtine, teselî bikin?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne