KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Xulamê sadiq û bi basîret kî ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 19

      “Xulamê sadiq û bi basîret” kî ye?

      Jesus talking to his disciples
      One of Jehovah’s Witnesses studying a Bible-based publication

      Ew xwarina ruhî temîn dike. Em gişt jê feydeyê digirin.

      Two members of the governing body of Jehovah’s Witnesses

      Îsa Mesîh wexteke kin beriya mirina xwe, bi telebeyên xwe yên bi navê: Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis re qise kir. Wî di heqê elamet, yanî nîşana hazirbûyîna xwe ya di rojên dawîn de xeber da. Îsa paşê jî pirseke muhîm pirsî. Wî got ku Xulamê sadiq û bi basîret, ê ku efendiyê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di wextê de bide wan, kî ye? (Metta 24:3, 45; Marqos 13:3, 4). Bi vî şikilî Îsayê “Efendî” soz dabû ku ewê di rojên dawîn de, hin kesan tayîn bike. Ew kes jî wê bi şikilekî muntezam ji taqîbkarên wî re xwarina ruhî tedarek bikin. Eceba ev koma ku wekî “xulam” tê binavkirin, wê ji kê bihata meydanê?

      Ew komeke biçûk e ku ji taqîbkarên Îsa yên meshkirî tê meydanê. Xulam, Heyeta Îdareyê ya Şahidên Yehowa ye. Ew ji qewmê Yehowa Xweda re di zemanê rast de xwarina ruhî temîn dike. Ji bo ku em bikarin xwarina xwe ya ruhî di wexta rast de bistînin, îhtiyaça me bi vî xulamê sadiq heye (Lûqa 12:42).

      Ew qewmê Xwedê îdare dike (1. Tîmotêyos 3:15). Îsa Mesîh mesûliyet da vî xulamî, da ku ew fealiyetên qisimê teşkîlata Yehowa Xweda yên li ser rûyê erdê, rêve bibe. Yanî îdarekirina heyiya madî, rêveberiya fealiyetên ji bo belavkirina Mizgîniyê û talîma ku bi navgîniya cemaetan ji me re tê dayîn. Ev tişt gişt aîdî vê mesûliyeta mezin in. “Xulamê sadiq û bi basîret”, bi navgîniya cemaet û kongreyan, weşanên ku em di xizmetê de dişixulînin, dide me. Ew hem jî xwarina ruhî, ya ku îhtiyaça me pê heye, di wexta rast de digihîne me.

      Xulam sadiq e. Çimkî ew bi heqîqetên Kitêba Pîroz û wezîfeya belavkirina Mizgîniyê ve saxlem girêdayî ye. Wekî din jî, ew bi basîret e. Çimkî ew bi şikilekî dîqet li yên ku Mesîh li ser rûyê erdê emanetî wî kirine, eleqedar dibe (Karên Şandiyan 10:42). Loma jî Yehowa Xweda, wî bi bereket dike. Yehowa jê re yardim dike ku ew bi zêdehî xwarina ruhî temîn bike. Yehowa Xweda qewmê xwe bi dewamî zêde dike (Îşaya 60:22; 65:13).

      • Îsa Mesîh ji bo ku xwarina ruhî bide şagirtên wî, kî tayîn kir?

      • Xulam ji kîjan aliyî ve, sadiq û bi basîret e?

  • Heyeta Îdareyê çi îşî dike?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 20

      Heyeta Îdareyê çi îşî dike?

      The first-century governing body

      Heyeta Îdareyê, ya sedsala yekemîn

      First-century Christians reading a letter from the governing body

      Di cemaetê de, mektûba Heyeta Îdareyê tê xwendin

      Di sedsala yekemîn de komeke biçûk bi sifatê Heyeta Îdareyê xizmet dikir. Ew kom ji şandî û kalên Orsalîmê dihat meydanê. Wan li ser navê cemaeta ku ji temamiya taqîbkarên Îsa Mesîh ên meshkirî dihat meydanê, qirarên muhîm didan (Karên Şandiyan 15:2). Heyetê ji xwe re tim ayetên Kitêba Pîroz wekî temel distandin. Wan ji rêberiya Ruhê Xwedê re îtaet dikir û paşê qirareke ortax dida (Karên Şandiyan 15:25). Heyeta Îdareyê, ya îro jî eynî tiştî dike.

      Ew ji aliyê Xwedê ve tên şixulandin ku îradeya WÎ weynin cih. Birayên meshkirî, yên ku di Heyeta Îdareyê de cih digirin, bi xîretkêşî Kitêba Pîroz tetkîk dikin. Ew pirr bi tecrûbe ne û fealiyetên çeşîd bi çeşîd organîze dikin. Wekî din jî, ew ji meseleyên ruhî re rêberiyê dikin. Heyeta Îdareyê her hefte li hev top dibe. Ew wê wextê îhtiyaçên xûşk û birayên li ser temamiya rûyê erdê di ber çavan re derbas dike. Heyet wekî ya sedsala yekemîn talîmatên xwe li gor ilmê Kitêba Pîroz belav dike. Ew vê yekê bi navgîniya mektûban, bi navgîniya Nazirên Seyar an jî mesûlên din îcra dike. Bi vî şikilî qewmê Xwedê ji aliyê fikir û fealiyetan ve, di yekîtiyê de dimîne (Karên Şandiyan 16:4, 5). Hazirkirina xwarina ruhî û ji bo mesûliyetê tayînkirina birayan jî, di bin çavdêriya Heyeta Îdareyê de ye. Wekî din jî, Heyeta Îdareyê me ji aliyê ruhî ve tim teşwîq dike. Loma em di heyata xwe de, cihê herî muhîm didin îşê belavkirina Mizgîniyê.

      Ew guh didin rêberiya Ruhê Xwedê. Heyeta Îdareyê, serî li rêberiya Hukimdarê Kaînatê, ya Yehowa Xweda dide. Heyet li gor talîmatên Serê Cemaetê, yanî yên Îsa Mesîh hereket dike (1. Korîntî 11:3; Efesî 5:23). Ew li ser qewmê Xwedê, xwe wekî serok nahesibînin. Ew jî wekî temamiya taqîbkarên meshkirî, Îsa Mesîh “bi ku derê ve ku here, li pey wî diçin” (Peyxam 14:4). Heyeta Îdareyê ji her kesê ku ji bo wan dua dike re, minetdar e.

      • Heyeta Îdareyê, ya sedsala yekemîn, ji kê dihat meydanê?

      • Îro Heyeta Îdareyê, çawa li gor rêberiya Xwedê hereket dike?

      TEKLÎFEK

      Eger hûn ji Karên Şandiyan 15:1-35-an bixwînin, hûn dikarin Heyeta Îdareyê nas bikin. Hûnê bibînin ku wan di sedsala yekemîn de, çawa problemên ku derketine meydanê, hal kiriye. Wan ev yek bi yardima Nivîsarên Pîroz û Ruhê Pîroz kiriye.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne