KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Beytel çi ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 21

      Beytel çi ye?

      Two of Jehovah’s Witnesses working in the Art Department at Bethel

      Cihê Grafîkê, DYA

      One of Jehovah’s Witnesses working in the Bethel printery in Germany

      Almanya

      One of Jehovah’s Witnesses working in the Bethel laundry in Kenya

      Kenya

      Waiters setting tables in the Bethel dining room in Colombia

      Kolombiya

      Bi zimanê Îbranî mana kelîmeya Beytel “Mala Xwedê” ye (1. Mûsa 28:17, 19). Ji seba vê yekê navê Beytel, ji bo avahiyên ku Şahidên Yehowa li ser temamê rûyê erdê ava kirine, navekî pirr minasib e. Li van avahiyan îşê belavkirina Mizgîniyê tê destekkirin û organîzekirin. Heyeta Îdareyê li buroyên merkezî yên ku li eyaleta New Yorkê ne, xizmetê dike. Fealiyetên li Beytelên din jî, ji wê derê ve tên îdarekirin. Kesên ku li temamê van buroyan xizmetê dikin, wekî “Aîleya Beytelê” tên bi navkirin. Çimkî ew jî wekî aîleyekê heyata xwe bi hev re derbas dikin. Ew bi hev re dişixulin, bi hev re xwarinê dixwin û bi hev re Kitêba Pîroz tetkîk dikin (Zebûr 133:1).

      Ev şûn cihekî bêemsal e ku temamê ferdên aîleyê bi dil û can lê dişixulin. Her aîleyeke Beytelê dixwaze ku îradeya Xwedê weyne cih û padîşahiya WÎ destek bike. Ew ji Şahidên mêr û jin tên meydanê û di temamê rojê de dişixulin (Metta 6:33). Ew, qet yek jî meaşê nastînin. Ji wan giştan re cihê raketinê û xwarin tê temînkirin. Wekî din jî, ji bo mesrefên şexsî, xerciyeke pirr cuzî ji wan re tê dayîn. Li Beytelê her kes xwediyê wezîfeyekê ye. Ew hinek li buroyan, hinek li mitbexê yan jî xwarinxaneyê dixebitin. Ji wan ên ku di çapxane, cîldxane, kincxane, temîzî, tamîrkirin û hin îşên din de dixebitin jî hene.

      Ev şûn cihekî aktîf e ku li wê derê îşê belavkirina Mizgîniyê tê destekkirin. Îşê Beytelê yê sereke ew e ku heta mimkun be, ew heqîqetên Kitêba Pîroz digihîne pirr însanan. Ev broşûra ku niha di destê we de ye jî, meyweyeke ked û emeka Beytelê ye. Ev broşûr pêşî di bin kontrola Heyeta Îdareyê de hatiye hazirkirin. Ew paşê jî bi şikilekî elektronîk ji tîmên tercûmeyê re hatiye şandin. Li ser temamê dinyayê hijmara tîmên wan tercûmanan bi sedan in. Ev weşan li Beytelên ku makîneyên xwe ji bo çapkirinê, pirr xurt û lezgîn in, hatiye çapkirin. Paşê ji wir jî, li zêdetirî 110.000 cemaetan hatiye belavkirin. Di her dereceyeke vî îşî de, para aîleyên Beytelan heye. Loma ew ji bo îşê îlankirina Mizgîniyê roleke kilîd dilîzin. Wisa ku ev îş di dinyayê de îşê herî ecele ye (Marqos 13:10).

      • Kî li Beytelê xizmetê dikin û îhtiyaçên wan çawa tên temînkirin?

      • Fealiyetên ku li Beytelan tên îdarekirin, ji kîjan îşê ecele re dibin destek?

  • Li Beytelan kîjan îş tên kirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 22

      Li Beytelan kîjan îş tên kirin?

      A group of men organizing the work for the branch in Solomon Islands

      Giravên Salomonê

      One of Jehovah’s Witnesses working at the branch office in Canada

      Kanada

      Trucks for shipping literature

      Afrîkaya Başûrî

      Her Beytelek ji bo îşê Mizgîndayînê ji welatekî re, yan jî ji çend welatên din re dibe destek. Ferdên aîleya Beytelê di îşên wekî: Tercûmekirin, çapkirina kovaran, cîldkirina kitêban, depokirina weşanan, hazirkirina weşanên bi deng, an ên bi dîmen de xizmetê dikin. Ew carna hin wezîfeyên din jî distînin.

      Heyeta Temsîlkar îşê çavdêriya fealiyetên li wê mintiqeyê îdare dike. Heyeta Îdareyê fealiyetên her Beytelekê teslîmî Heyeta Temsîlkar dike. Ev heyet herî kêm ji sê kalên bitecrûbe tê meydanê. Ew li mintiqeya ku di bin çavdêriya wê de ye, xizmetê dike. Ev heyet xeberê dide Heyeta Îdareyê ku fealiyetên li wê derê di kîjan halî de ne û problemên wan çi ne. Ev raporên hanê ji Heyeta Îdareyê re gelek yardim dikin. Bi vî şikilî heyet jî ji bo weşanan, ji bo îbadetên cemaetan û kongreyan li ser meseleyan qirarê dide. Birayên ku bi sifatê Wezîfedarê Heyeta Îdareyê xizmetê dikin jî hene. Ew bi sifatê temsîlkarên Heyeta Îdareyê muntezaman terin ziyareta Beytelan û rê nîşanî Heyetên Temsîlkar didin (Methelokên Silêman 11:14). Ancax li wî welatî xûşk û birayên din jî, dikarin feydeyê ji wan bigirin. Çimkî li wê derê programeke xisûsî tê tertîbkirin. Û Wezîfedarê Heyeta Îdareyê wê wextê gotareke ku temamê xûşk û birayan ji aliyê ruhî ve teşwîq dike, ji wan re teqdîm dike.

      Cemaetên mintiqeyê tên destekkirin. Li Beytelê birayên mesûl avakirina cemaetên nû tesdîq dikin. Bi ser vê yekê de, ew li cihê ku di bin çavdêriya wan de ye, hin xizmetên din jî dikin. Mesela ew fealiyetên kesên pêşeng, mizgînvanên wezîfedar û nazirên herêmê jî îdare dikin. Ew plana kongreyan çêdikin û ji bo îbadetan, avakirina Salonên nû koordîne dikin. Wekî din, ev bira ji cemaetan re weşanên ku îhtiyaça wan pê hene jî, dişînin. Gelek îş li Beytelê tên kirin. Ew yardim dikin ku îşê ji bo belavkirina Mizgîniyê bikarin bi şikilekî bi tertîb rêve herin (1. Korîntî 14:33, 40).

      • Heyetên Temsîlkar, çawa ji Heyeta Îdareyê re dibin destek?

      • Li Beytelan kîjan mesûliyet tên cih?

      TEKLÎFEK

      Hûn jî dikarin di hundirê hefteyê de rojekê herin ziyareta Beytelê. Gava hûn herin, hûn dikarin bi refaqeta xûşk an jî birayekî ku li wê şûnê xizmetê dike, li wê derê bigerin. Eger hûn bixwazin vê tûra gerê bikin, ji kerema xwe re ji pêş ve xeberê bidin wê derê. Gava hûn herin wê şûnê jî, kincên wekî ku hûn terin îbadetê li xwe bikin. Ziyaretkirina Beytelê îmana însanan saxlem dike.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne