WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Zarokên Xwe bi Perwerdeya Yehowa Mezin Bikin
Dê û bav dikarin ji bo mezinkirina zarokan ji Yehowa çi dersan bistînin? Li vîdeoya Yehowa Em Hînkirin, Zarên Xwe Mezin kin (RDU) temaşe bike û cewabên van pirsan bide:
Dersên ku Abilio û Ullayê ji zaroktiya xwe stendibûn çawa alî wan kir ku ew zarokên xwe bi awayekî rast mezin bikin?
Zarokên wan der heqê biçûktiya xwe de çi tiştên xweş tînin bîra xwe?
Abilio û Ullayê çawa xîret dikir ku şîreta 5. Mûsa 6:6, 7 bînin cih?
Wan çima tenê negot ku zarok gerek çi bikin?
Wan çawa alî zarokên xwe dikir ku ew ji bo jiyana xwe haziriyê bikin?
Gava wan zarokên xwe teşwîq dikirin ku ew xizmeta tamrojî ji xwe re bikin armanc, ew hazir bûn ku çi fedakariyê bikin? (bt-E 178 par. 19)