KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 27

      Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?

      A man using the Kingdom Hall library

      Îsraêl

      One of Jehovah’s Witnesses helping a young man to do research

      Komara Çek

      A young girl writing her name in her song book

      Benîn

      A man using the Watchtower Library research tool

      Giravên Kaymanê

      Eceba hûn dixwazin ku di heqê Kitêba Pîroz de malûmata xwe zêdetir bikin? Hûn mana ayetekê, tiştekî, cihekî yan jî kesekî ku di Kitêba Pîroz de behsa wî tê kirin, qet mereq dikin? Yan jî hûn di heqê qirareke xwe ya şexsî de difikirin û dibêjin: “Eceba Kitêba Pîroz dikare di vê meseleyê de ji min re yardim bike?” Eger hal wer be, hûn dikarin ji kitêbxaneya di Salona Îbadetê de feydeyê bistînin.

      Ji bo tetkîkê çavkanî tê de hene. Bi îhtimaleke mezin temamê weşanên ku Şahidên Yehowa di zimanê we de derxistine, li cem we tunin. Feqet li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de pirraniya weşanên ku di zemanên dawîn de hatine derxistin tên dîtin. Li hin salonan jî tercûmeyên Kitêba Pîroz ên çeşîd bi çeşîd hene. Wekî din, ferhengeke rind û hê hinek çavkaniyên din jî tên dîtin. Hûn dikarin beriya ku îbadet dest pê bike, yan jî piştî îbadetê, kitêbxaneyê bişixulînin. Eger kompîturek hebe, belkî Watchtower Library tê de hatiye qeydkirin. Di hundirê vê programê de pirraniya weşanên me mewcûd in. Hûn bi navgîniya şixulandina xisûsiyeta lêgerînê, dikarin di heqê her mesele, kelîme yan jî ayetekê de bi rihetî tetkîk bikin.

      Ji bo xwendekarên Civîna Jiyan û Xizmetê bifeyde ye. Gava hûn ji bo wezîfeyên xwe haziriyê dikin, hûn dikarin kitêbxaneya Salona Îbadetê bi kar bînin. Mesûlê kitêbxaneyê nazirê Civîna Jiyan û Xizmetê ye. Ew tedarek dike ku kitêbxane bi tertîb were hiştin û weşanên ku nû derdikevin li ser wê werin zêdekirin. Ew nazir, an jî Şahidê Yehowa yê ku hûn pê re Kitêba Pîroz tetkîk dikin, dikarin we bielimînin. Bi vî şikilî hûn dikarin zanîna ku lê digerin, bibînin. Lakîn em gerek ji van kitêban qet kitêbekê ji hundirê salonê dernexin derve. Wekî din jî, em gerek wan bi şikilekî bi dîqet bişixulînin û li ser rûpelên wan qet tiştekî jî nenivîsîn.

      Wekî ku di Kitêba Pîroz de jî hatiye îfadekirin, em dixwazin “Zanîna Xwedê” bibînin. Loma em gerek wekî ku li xezîneyan digerin, li wê zanînê bigerin (Methelokên Silêman 2:1-5). Em dikarin kitêbxaneya di Salona Îbadetê de, bişixulînin û tetkîka xwe pirr rind bikin.

      • Ji bo tetkîkê li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de kîjan weşan hene?

      • Kî dikare ji me re yardim bike ku em bikarin ji kitêbxaneyê bi şikilekî pirr rind feydeyê bigirin?

      TEKLÎFEK

      Eger hûn bixwazin kitêbxaneyeke şexsî ava bikin, dikarin mêze bikin ka li ser maseya weşanan kîjan weşan hene. Wekî din jî, hûn dikarin ji wî Şahidê ku bi we re Kitêba Pîroz tetkîk dike, vê yekê bipirsin. Ew ji we re dibêje ku pêşî kîjan weşan ji bo we rind in.

  • Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 28

      Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?

      A woman researching on her laptop

      Fransa

      A family using a computer

      Polonya

      A woman watching a sign language video online

      Rûsya

      Îsa Mesîh ji taqîbkarên xwe re weha gotibû: “Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wisa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin” (Metta 5:16). Em jî vê yekê dixwazin. Loma em ji gelek îmkanên teknolojiya modern feydeyê digirin û ji wan yek jî înternet e. Malpera me ya resmî jw.org di heqê îman û fealiyetên me de, malûmatan dide. Eceba di vê malperê de, bi giştî çi heye?

      Ji Kitêba Pîroz cewaban dide pirsên ku însan bi dewamî dipirsin. Însan bi genelî gelek pirsan dipirsin. Hûn dikarin ji wan pirsên herî muhîm cewaba hinekan, di vê malperê de bibînin. Mesela, belavokên Gelo Derd û Keder Rojekê wê Tune Bibin? û Gelo Mirin Dawiya Her Tiştî ye? bi zêdetirî 600 zimanî li ser înternetê hene. New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) jî bi zêdetirî 130 zimanî heye. Wekî din, kitêba bi navê What Does the Bible Really Teach? (Kitêba Pîroz bi rastî çi dielimîne?) jî heye. Hûn dikarin ji bo yardima tetkîkkirina Kitêba Pîroz, gelek weşanên din jî peyda bikin. Di malpera me de hijmarên aktûel, ên kovarên bi navê The Watchtower (Birca Çavdêriyê) û Awake! (Hişyar Bin!) tên weşandin. Gelek ji van weşanan bi formatên MP3, PDF an EPUB li malpera jw.org hene. Eger hûn kesekî ku eleqeya xwe ji Kitêba Pîroz re heye, nas bikin, hûn dikarin weşaneke di zimanê wî de, jê re çap jî bikin. Hûn dikarin di zimanê îşaretan de bi dehan vîdeoyên weşanên me jî bibînin. Hûn dikarin di malpera me de ji xwendina qeydên Kitêba Pîroz, qeydên dengên temsîlan, ên ku me di Kongreyên Herêmî de, lê mêze kirine û muzîkên rind jî daxin, yanî kopî bikin.

      Di heqê Şahidên Yehowa de malûmatên rast. Di malpera me de, di heqê me de li temamiya dinyayê tiştên modern û gelek fealiyetên me hene. Xebatên me yên ji bo yardima afetan, xeberên dawîn û vîdeo jî tê de, tên weşandin. Însan dikare ji bo Kongreyên Herêmî ji vê malperê malûmatan bistîne. Hûn dikarin bigihîjin malûmatên ji bo îrtibata tevî Beytelên li welatên din jî.

      Em bi navgîniya temamiya van tiştan mimkun dikin ku ronahiya heqîqetê li ser temamiya dinyayê bigihîje cihê herî dûr. Ev ronahî ji însanên li her parzemînekê re, heta ji yên li Antarktikayê re jî, tê îlankirin. Em dua dikin ku kelama Xwedê li temamiya dinyayê bi dewamî zû belav bibe û Yehowa Xweda were bilindkirin (2. Selanîkî 3:1).

      • Malpera me ya resmî jw.org çawa yardim dike ku însan bikarin heqîqetên di Kitêba Pîroz de bielimin?

      • Di malpera me de, qisimê ku hûn dixwazin pêşî lê mêze bikin kîjan e?

      HIŞYARIYEK

      Hin malperên înternetê jî hatine avakirin ku di heqê me de malûmatên şaş biweşînin. Mexseda van kesên ku ev malper ava kirine ev e ku ew însanan ji Yehowa Xweda dûr bikin. Em gerek ji malperên wer dûr bisekinin (Zebûr 1:1; 26:4; Romayî 16:17)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne