Ciwanno – li Hemberî Îblîs Bisekinin
“Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin” (EF. 6:11).
1, 2. (a) Xwişk û birayên ciwan di şerê ruhî de çawa dikarin serkeftî bibin? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Emê li ser çi bişêwirin?
PAWLOS got ku jiyana şagirtên Îsa mîna jiyana leşkeran e. Lê belê em ne li dijî însanan, lê li dijî Îblîs û cinên wî şer dikin. Şerê me pir dijwar e, çimkî dijminên me şervanên pir hunermend û bitecrûbe ne. Gelo mirov – û bîlhesa ciwan – dikarin li hemberî van dijminên xurt serkeftî bibin? Belê! Ji bo vê, gerek ew ji Yehowa qewetê bistînin. Wekî din, wek leşkerên perwerdekirî, gerek ew “hemû çekên Xwedê li xwe bikin” (Efesî 6:10-12 bixwîne).
2 Di mîsala xwe de, dibe ku Pawlos der heqê çekên leşkerên Romayî de difikirî (Kar. 28:16). Di vê meqaleyê de, emê li ser vê mîsalê bişêwirin. Emê bibînin ku hin ciwan der heqê feydeyên van çekan de çi dibêjin, û lixwekirina van çekan çima carinan ji wan re zor tê.
Gelo Te Hemû Çekên Ruhî li Xwe Kiriye?
“PIŞTA XWE BI RASTIYÊ BIPÊÇIN”
3, 4. Rastiya Kitêba Pîroz çawa dişibe kemberên leşkerên Romayî?
3 Efesî 6:14 bixwîne. Li ser kemberên leşkerên Romayî pûlên metal hebûn. Kemberê hem pişta leşker diparast hem jî barê zirxê jorîn siviktir dikir. Li hin kemberan, çengelên ji bo şûr û xencerê hebûn. Bi saya kembera xwe, leşker dikaribû bi ewlehî derkeve cengê.
4 Mîna vê, rastiyên Kitêba Pîroz me ji hîndariyên derewîn diparêzin (Yûh. 8:31, 32; 1. Yûh. 4:1). Eger em ji van rastiyan hez bikin, emê karibin “zirxê rastdariyê” bi hêsanî bar bikin, yanî li gor qanûnên Xwedê bijîn (Zeb. 111:7, 8; 1. Yûh. 5:3). Bi ser de, eger em rastiyên Peyva Xwedê bi zelalî fehm bikin, emê karibin van rastiyan li dijî muxalifan biparêzin (1. Ptr. 3:15).
5. Gerek em çima her daîm rastiyê bibêjin?
5 Eger em pişta xwe bi rastiya Kitêba Pîroz bişidînin, ev yek wê alî me bike ku em li gor Kitêba Pîroz hereket bikin û her tim rastiyê bibêjin. Derew, yek ji metodên Îblîs yên herî serkeftî ye. Derew zerarê dide hem kesên derewçîn hem jî kesên ku bi wan bawer dikin (Yûh. 8:44). Loma, her çi qas em qisûrdar bin jî, em xîret dikin ku derewan nekin (Ef. 4:25). Dibe ku ev yek ji me re carinan hêsan neyê. Xwişka me Abigail, a ku 18 salî ye, wisa dibêje: “Carinan hêsan nîne ku tu rastiyê bibêjî, bîlhesa eger derewek dikare te ji netîceyeke xerab xelas bike.” Abigail dîsa jî xîret dike ku her tim rastiyê bibêje. Çima? Ew wisa dibêje: “Gava ez rastiyê dibêjim, wijdanê min li ber Yehowa rihet dibe.” Xwişka me Victoria, ya ku 23 salî ye, wisa dibêje: “Gava tu rastiyê dibêjî û baweriya xwe diparêzî, dibe ku kesên din hicûmî te bikin. Lê ji aliyê din ve, baweriya te xurttir dibe, tu nêziktirî Yehowa dibî û îtibara te zêde dibe.” Belê, bi rastî jî hêja ye ku em “pişta xwe bi rastiyê bipêçin”.
Kembera rastiyê (Li paragrafên 3 heta 5an binêre)
“ZIRXA RASTDARIYÊ”
6, 7. Rastdarî çima wek zirxekî ye?
6 Zirxên leşkerên Romayî carinan ji şerîtên metal dihatin çêkirin. Şerît li gor bedena leşker dihatin tewandin û bi çengelên metal li ser bendikên çerm dihatin lêkirin. Milên leşkeran jî bi çerm û şerîtên metal dihatin parastin. Bikaranîna zirxan helbet ne hêsan bû, û car caran lazim dibû ku leşker şerîtên zirxên xwe kontrol bikin. Lê belê bi saya zirxan, dil û organên din ên leşkeran ji şûr an tîrên tûj dihatin parastin.
7 Mîna zirxekî, standardên rast ên Yehowa dikarin dilê me biparêzin (Mtl. 4:23). Wekî ku leşkerekî Romayî wê nexwesta zirxekî sist li xwe bike, em jî naxwazin dev ji standardên Yehowa berdin û li gor standardên xwe bijîn. Ji bo ku em dilê xwe biparêzin, gerek em xwe nespêrin aqlê xwe (Mtl. 3:5, 6). Loma gerek em kontrol bikin ku “şerîtên metal”, ên ku Yehowa dide me, li ser dilê me bin.
8. Çima hêja ye ku em bi qanûnên Yehowa ve girêdayî bimînin?
8 Gelo tu carinan standardên Yehowa wek barekî giran dibînî? Birayê me Daniel, ê ku 21 salî ye, wisa dibêje: “Mamoste û hevaldersên min qerfên xwe bi min dikirin ji ber ku ez li gor Kitêba Pîroz dijîm. Seba vê, min carekê cesareta xwe winda kir û ez ketim depresyonê.” Daniel çawa ji vî halê xerab derket? Ew wisa dibêje: “Bi zeman re, min fehm kir ku qanûnên Yehowa çi qas bifeyde ne. Hinekan ji ‘hevalên’ min dest bi kişandina narkotîkan kir. Hinekan jî dev ji mektebê berda. Heyata wan perîşan bû. Şikur ku Yehowa me diparêze.” Xwişka me Madison, a ku 15 salî ye, wisa dibêje: “Ji min re zor tê ku ez qanûnên Yehowa bînim cih û nekevim ber bayê hevaldersên xwe.” Madison çawa bi ser dikeve? “Ez her tim tînim bîra xwe ku navê Yehowa li ser min e û Îblîs dixwaze min bixapîne û ji rê derxîne. Wexta ku ez bi ser dikevim, dilê min şa dibe.”
Zirxê rastdariyê (Li paragrafên 6 heta 8an binêre)
“LINGÊN XWE JI BO MIZGÎNIYA AŞTIYÊ BI AMADEBÛNÊ PÊLAV BIKIN”
9-11. (a) Solên mecazî yên şagirtên Îsa çi ne? (b) Ji bo ku em mizgînê bi rihetî belav bikin, wê baş be ku em çi bikin?
9 Efesî 6:15 bixwîne. Leşkerên Romayî nikaribû bê solê xwe derkevin cengê. Solên leşkeran ji sê qatên çerm dihatin çêkirin û hem rihet hem jî saxlem bûn. Bi saya van solan, lingên wan nedişemitîn.
10 Wekî ku solên leşkerên Romayî alî wan dikir ku ew di cengê de bi ser bikevin, solên mecazî yên şagirtên Îsa alî wan dike ku ew mizgîna aştiyê bigihînin mirovan (Îşa. 52:7; Rom. 10:15). Dîsa jî, ji bo belavkirina mizgînê mêrxasî lazim e. Birayê me Bo, yê ku 20 salî ye, wisa dibêje: “Ez ditirsiyam ku mizgînê bidim hevaldersên xwe. Min pir şerm dikir. Niha ez fehm nakim ku min çima wisa kir. Ez êdî mizgînê bi rihetî didim hemsalên xwe.”
11 Bi saya haziriyeke baş, ciwan dikarin mizgînê bi rihetî belav bikin. Tu çawa dikarî xwe hazir bikî? Xwişka me Julia, ya ku 16 salî ye, wisa dibêje: “Di çenteyê min de her tim weşanên me hene. Wekî din, ez bala xwe didim fikir û baweriyên hevaldersên xwe. Paşê ez difikirim ku çi bibêjim ji bo ku alî wan bikim. Bi saya haziriyê, ez dikarim li gor hewcedariyên wan bipeyivim.” Birayê me Makenzie, yê ku 23 salî ye, wisa dibêje: “Eger tu nazik bî û rind guh bidî, tuyê karibî fehm bikî ku derdên hemsalên te çi ne. Ez hemû weşan û meqaleyên ji bo ciwanan dixwînim. Bi vî awayî ez dikarim bala hemsalên xwe bikişînim li ser gotinên Kitêba Pîroz an li ser jw.org.” Belê, eger tu ji bo belavkirina mizgînê hazir bî, “solên” te wê li ser lingên te rind rûnên.
Solên hazirbûnê (Li paragrafên 9 heta 11an binêre)
“MERTALÊ BAWERIYÊ”
12, 13. Hin ji “tîrên agirî” çi ne?
12 Efesî 6:16 bixwîne. Leşkerên Romayî xwe bi mertalekî çargoşe ji şûr, rim û tîran diparast. Mertalên wan pir mezin bûn û ew ji milan heta çokan dadidan.
13 Derewên Îblîs wek “tîrên agirî” ne. Mesela, Îblîs dibêje ku Yehowa bi me re eleqedar nabe û em ne layiqî hezkirina wî ne. Xwişka me Ida, ya ku 19 salî ye, xwe carinan bêqîmet hîs dike. Ew wisa dibêje: “Ez gelek caran difikirim ku Yehowa ji min dûr e û ew naxwaze bibe dostê min.” Xwişka me çawa bi ser dikeve? Ew wisa dibêje: “Civînên me baweriya min pir biqewet dikin. Ez berê li civînan rûdiniştim û min qet cewab nedida, çimkî ez difikirîm ku tu kes naxwaze cewaba min bibîhîze. Niha, ez xwe ji bo civînan hazir dikim û du sê caran cewaban didim. Ji min re zor tê, lê belê gava ez cewaban didim, dilê min şa dibe. Wekî din, xwişk û bira pir cesaretê didin min. Piştî civînan, ez her tim fehm dikim ku Yehowa bi rastî ji min hez dike.”
14. Serpêhatiya Idayê çi eyan dike?
14 Serpêhatiya Idayê bala me dikişîne li ser rastiyeke muhîm: Mezinahiya mertalên leşkerên Romayî her tim eynî dima, lê belê mertalê baweriyê ne wisa ye. Baweriya me dikare mezin an biçûk bibe. Ev yek bi me ve girêdayî ye (Met. 14:31; 2. Sel. 1:3). Loma pir muhîm e ku em baweriya xwe xurt bikin!
Mertalê baweriyê (Li paragrafên 12 heta 14an binêre)
“KUMZIRXÊ XILASIYÊ”
15, 16. “Hêviya xilasiyê” çawa wek kumzirxek e?
15 Efesî 6:17 bixwîne. Kumzirxên leşkerên Romayî stû, ser û rûyê wan diparastin. Li ser hin kumzirxan destik hebû ku leşker karibe wî di destê xwe de bigire.
16 Mîna ku kumzirx mêjiyê leşkeran diparast, “hêviya xilasiyê” hiş û fikrên me diparêze (1. Sel. 5:8; Mtl. 3:21). “Hêviya xilasiyê” alî me dike ku em her tim bala xwe bidin sozên Xwedê û cesareta xwe seba probleman winda nekin (Zeb. 27:1, 14; Kar. 24:15). Lê eger em dixwazin ku “kumzirx” me biparêze, gerek em wî li serê xwe bikin, ne tenê di destê xwe de bigirin.
17, 18. (a) Îblîs çawa dikare bibe sebeb ku em kumzirxê xwe derxînin? (b) Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi hîleyên Îblîs nehatine xapandin?
17 Îblîs çawa dikare bibe sebeb ku em kumzirxê xwe derxînin? Bîne ber çavê xwe ku Îblîs ji Îsa re çi gotibû. Îblîs dizanibû ku Îsa wê bibe hikumdarê li ser mirovan. Lê belê lazim bû ku Îsa heta wextekê li bendê bimîne. Berî vê, lazim bû ku Îsa êş bikişîne û bimire. Loma Îblîs fersend da Îsa ku ew zûtir bigihîje hêviya xwe. Wî ji Îsa re got ku eger ew carekê ji wî re îbadetê bike, ewê der hal bibe xwediyê her tiştî (Lûqa 4:5-7). Mîna vê, Îblîs dizane ku li dinyaya nû, Yehowa wê me bibereket bike. Lê belê heta wê demê, gerek em li bendê bimînin û belkî jî tengahiyan bikişînin. Ji ber vê yekê, Îblîs dixwaze me bixapîne ku em li vê dinyayê bikevin pey jiyaneke rihet. Ew dixwaze ku em bala xwe nedin Padîşahiyê, lê ji her tiştî zêdetir li menfaetên xwe bigerin û niha bibin xwediyê her tiştî (Met. 6:31-33).
18 Wek gelek ciwanên me, xwişka me Kiana, ya ku 20 salî ye, neketiye vê dafikê. Ew wisa dibêje: “Ez dizanim ku dermanê hemû derdên me Padîşahiya Xwedê ye.” Ev hêviya xurt li ser fikir û kirinên wê çawa tesîr dike? Kiana wisa dibêje: “Hêviya Cenetê alî me dike ku ez bi zêdeyî nekevim pey armancên dinyewî. Ez naxwazim hunerên xwe ji bo menfaetên xwe bixebitînim, û ez nakevim pey şan û şohretê. Li şûna vê, ez wext û qeweta xwe ji bo armancên ruhî xerc dikim.”
Kumzirxê xelasiyê (Li paragrafên 15 heta 18an binêre)
“ŞÛRÊ RUH Ê KU PEYVA XWEDÊ YE”
19, 20. Em çawa dikarin Kitêba Pîroz bi hunermendî bi kar bînin û hunera xwe bi pêş bixin?
19 Li rojên Pawlos, dirêjahiya şûrên leşkerên Romayî nêzikî 50 cm bû. Ji bo ku hunera xwe zêde bikin, leşkerên Romayî her roj telîm dikir.
20 Pawlosê şandî got ku Peyva Xwedê wek şûrek e, yê ku Yehowa daye me. Lê belê gerek em vî şûrî bi hunermendî bi kar bînin gava em baweriya xwe diparêzin – an jî gava em fikrên xwe serrast dikin (2. Kor. 10:4, 5; 2. Tîm. 2:15). Em çawa dikarin hunera xwe bi pêş bixin? Birayê me Sebastian, ê ku 21 salî ye, wisa dibêje: “Gava ez Kitêba Pîroz dixwînim, ez ji her beşê ayetekê hildibijêrim û dinivîsim. Wekî din, ez ayetên ku li min xweş tên, top dikim. Bi vî awayî, ez fikrên xwe li gor fikrên Yehowa eyar dikim.” Daniel, ê ku me berê behsa wî kiribû, wisa dibêje: “Gava ez Kitêba Pîroz dixwînim, ez hin ayetan hildibijêrim, ên ku ji bo xizmetê bifeyde ne. Eger mirov bibînin ku tu ji Kitêba Pîroz pir hez dikî û bi rastî dixwazî alî wan bikî, ewê hê hazirtir bin ku guh bidin te.”
Şûrê ruh (Li paragrafên 19 û 20an binêre)
21. Çima ne lazim e ku em ji Îblîs û cinên wî bi zêdeyî bitirsin?
21 Gotinên ciwanan, ên ku me di vê meqaleyê de xwendine, nîşan didin ku ne lazim e ku em ji Îblîs û cinên wî bi zêdeyî bitirsin. Ew pir xurt û bitalûke ne, lê qudreta wan ne bi qasî qudreta Yehowa ye. Di Hikumdariya Mesîh a Hezar Salî de, ewê bên avêtin zindanê, û ewê êdî nikaribin zerarê bidin tu kesî. Piştî vê, ewê bên helak kirin (Pey. 20:1-3, 7-10). Em dijminê xwe nas dikin, û em hîle û niyetên wî rind dizanin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin li hemberî wî saxlem bisekinin!