WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Mijûliyên Xwe bi Aqilmendî Hilbijêre
Çima muhîm e ku em mijûliyên xwe bi aqilmendî hilbijêrin? Çimkî gava em ji xwe re fîlmekê, stranekê, malpereke înternetê, kitêbekê an lîstikeke kompîturê hildibijêrin, em bi eslê xwe qerarê didin ku emê hişê xwe bi çi ve tije bikin. Qerarên me wê li ser hal û hereketên me tesîr bikin. Çi heyf e ku di gelek mijûliyên îroyin de tiştên xerab hene, yên ku Yehowa ji wan nefret dike (Zb 11:5; Gl 5:19-21). Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz me teşwîq dike ku em bi dewamî li ser tiştên ku Yehowa birûmet dikin, bifikirin (Flp 4:8).
LI VÎDEOYA KÎJAN WEDEDERBAZKIRINA BIJBÊRIN? (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Şerên gladyatorên Romayî çawa dişibin hin mijûliyên îroyîn?
Em çawa dikarin alî ciwanan bikin ku ew mijûliyên xwe bi aqilmendî hilbijêrin?
Gerek em mijûliyên xwe çima li gor Romayî 12:9 hilbijêrin?
Li herêma te kîjan mijûliyên minasib hene?